În, 1 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Kadikoyê 1’ê Gulanê: Hêza me ya guhertinê heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: %71’ê kesên hatine sêdarekirin girtiyên siyasî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Egeyê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÇHD: Nêzî 350 kesên ku dixwestin biçin Taksîmê hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê di mîtînga 1’ê Gulanê de peyama ‘aştî û kedê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wanê mitînga 1’ê Gulanê: Aştî ne lutif e, pêdivî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welat tenê bi keda destê karkeran pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karkerekî li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêya ku ti carî şaş nabe, sosyalîzm e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Azadî bi droneyan hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta li Mexmûrê de banga ‘xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin’ hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Di karên çandiniyê yên demsalî de jin rû bi rûyê mêtingeriyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêvîn Reşîd: Ji bo parastina mafên xwe divê em jin dengê xwe bikin yek û bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama KJK’ê ya ji bo 1’ê Gulanê: Jin azad nebe ked azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Newaya Jin: Li dijî tundiya civakî dema avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA hate damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê jînek hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li gelek bajaran bi deh hezaran kes ji bo 1’ê Gulanê daketin qadan
Rojane

Li gelek bajaran bi deh hezaran kes ji bo 1’ê Gulanê daketin qadan

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê 1'ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin. Di mitîng û meşan de daxwazên ked, aştî û demokrasiyê derketin pêş û ev peyam hate dayîn, "Ji mêtîngerî, şer û xizaniyê re na."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Gulan 2026 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo 1’ê Gulanê, Roja Ked û Hevgirtinê, meş û mîtîng hatin lidarxistin. Di çalakiyan de li gel daxwazên aborî yên kedkaran, îşaret bi aştî, demokrasî û azadiyê hate kirin. 

RIHA

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bi beşdariya sedan kedkaran meş li dar xist. Karkerên bi dirûşma “Bijî 1’ê Gulanê” li pêşiya Novada Park AVM’ê kom bûn, bi pankartan meşiyan. Girseyê dirûşmên “Hêza karkeran dê sermayeyê têk bibe”, “Bijî piştevaniya karkeran” û “Bijî tekoşîna karkeran” berz kir. Di dema meşê de ciwanan posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirt û dirûşmên “Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
Berdevkê demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê û Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel diyar kir ku ji bo karker daxwazên xwe bînin ziman, rêxistiniya sendîkayî û derketina kolanan mafên wan ên sereke ne. Oncel, anî ziman ku têkoşîna karkeran têkoşîna aştiyê ye, pêvajoya li Tirkiyeyê kedkaran jî eleqedar dike û got: “Aştiyeke mayinde ya li welatê me dê bibe misogeriya parastina mafên karkeran.” 

‘GEL AŞTÎ Û ARAMIYÊ DIXWAZE’

Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan jî got sedema krîza aborî, aboriya şer e û got: “Hikûmet divê tavilê gavên şênber biavêje. Heke di qanûnan de guhertin bên kirin û rêya aştiyê were vekirin, dê budçeya şer ji bo karker û cotkaran bê veqetandin. Gel ne şer, aştî û aramiyê dixwaze. Ev xak, xaka kedê ye lê mixabin xelkê wê bi hesreta nan dijî.”

Bername bi gerandina govendê bi dawî bû. 

MELETÎ

Li Meletiyê jî pîrozbahiya 1’ê Gulanê hat lidarxistin. Girseya li pêşiya avahiya DEM Partiyê kom bû, heta depoya avê ya li Paşakoşkuyê meşiya. Di meşê de pankart û dovîz hatin hilgirtin û dirûşm hatin berzkirin. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû. 

DÎLOK

Kedkarên li Qada Balikli ya Dîlokê kom bûn, ji vir heta Qada Stasyonê meşiyan. Di meşê de pankart û dovîz hatin hilgirtin û dirûşm hatin berzkirin. 

Berdevkê Demê yê KESK’ê Omer Faruk Parlakçi di çalakiyê de got çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ji têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê cuda nîne û ev tişt anî ziman: “Em mecbûr in jiyaneke ked û aştî bi hev re av bikin. Dabînkirina daxwazên mafên demokratîk ên gelê Kurd û aştî, mifteya rizgariyê ya gel û kedkarên Tirkiyeyê ye. Divê îktîdar tavilê gavan biavêje.” 

Di mitîngê de nameya Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê Mehmet Turkmen ku ji girtîgehê şandibû jî hate xwendin. 

Piştre jî metna hevpar ji hêla Serokê Odeya Bijîşkan a Dîlok û Kîlîsê Kazim Dogan xwend. 

Pîrozbahî bi govend û dirûşman bi dawî bû. 

ŞIRNEX

Li navçeya Cizrê, bi pêşengiya Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Şirnexê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtînga ku li herêma li kêleka avahiya Şaredariya Cizrê hate lidarxistin de, girseyek mezin ji rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî ber bi cihê bûyerê ve meşiyan.

Girseya ku li Pira Deştê kom bû, bi pankart û dowîzên ku daxwazên xwe li ser wan nîşan didan meşiya. Karkerên ku bi fermanan ji kar hatine avêtin di meşê de li pêş bûn. 

Di tevahiya meşê de, gelek caran dirûşmên wekî “Bijî berxwedana karkeran”, “Ji şer re na aştî hema niha”  û “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye”  hatin berzkirin. Girse di meşê de bi dirûşmeyên xwe ketin qada mîtîngê. Qada mîtîngê bi pankartên ku daxwazên karkeran nîşan didan hatibû xemilandin.

Mîtîng, ku bi kêliyek bêdengiyê dest pê kir, dirûşmeyên “Şehîd namirin” jî di wê naberê de hatin berzkirin. Hevserokê Şaxa SES’ê ya Şirnexê Samet Kaya, li ser navê Komîteya Amadekar axivî û diyar kir ku 1’ê Gulanê hêza têkoşîna kolektîf temsîl dike.

Ji Yekîneya Polîtîka û Aboriya Jinan a Şaredariya Cîzîrê Nuran Kaplan li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Şirnexê daxuyaniya hevbeş xwend. çapemeniyê ya hevbeş xwend.

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Asan jî bal kişand ser dîroka 1’ê Gulanê û got, “1’ê Gulanê rojeke berxwedanê ye. Ji ber vê yekê em li vir in. Karkerên li Kurdistanê û li çaraliyê cîhanê ji bo keda xwe mûçeyê  adil nagirin. Her roj karker tên kuştin. Karkerên herî mezin jin in, lê keda wan nayê naskirin. Bêyî azadkirina keda jinan, keda civakê nayê azadkirin. Ger îro misogeriya kedê tune be, ev pirsgirêkek civakî ye. Têkoşînek rêxistinkirî û yekgirtî rizgariya me ye. Em ê li her derê li kêleka karkeran bisekinin. Em ê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di bin serokatiya Rêber Apo de hatiye destpêkirin, bi têkoşîna kedê ve girêbidin.”

Di mîtîngê de peyamên CHP û yên ku bi fermanan ji kar hatine avêtin hatin xwendin. Mîtîng bi govendên gelêrî yên Kurdî û stranên Kurdî yên ku ji hêla hunermend Ferhat Cîzrî ve hatin pêşkêşkirin bi dawî bû.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê û bi beşdariya hezaran kesan mitîng hat lidarxistin. Mitîng, li Parka Karayollariyê ya li navçeya Artukluyê hat lidarxistin. Girseya beriya mitîngê li pêşiya avahiya PTT’ê kom bû, bi pankartên “Ji bo civaka demokratîk em bi kedê re ber bi azadiyê ve dimeşin”, “Bijî 1’ê Gulanê”, “Karker ji bo aştî û civaka demokratîk dimeşin”, “Ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, zanistî û demokratîk”, “Niha dema jinê ye” û dirûşma “Bijî 1’e Gulanê” ber bi parkê ve meş li dar xist. Qad bi alên sendîkayan hatibû xemilandin. Girse bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî aştî” kete qadê. 

Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrdînê Sumeyra Ogurê di mitîngê de îşaret bi pêvajoyê kir û got: “Hemû kedkar û gel îro ji bo aştî û demokrasiyê li ber pêya ne. Ji bo mafê hêviyê û azadiya girtiyan li ser pêya ne. Ev israra me dê bidome.” 

Wekîla DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin jî got ku dê israra wan a di sosyalîzmê de bidome û xwest hikûmet ji bo pêvajoyê gavan biavêje. 

Piştre jî peyamên Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîrê hatin xwendin. Mitîng, bi stranên koma Teşqele û gerandina govendê bi dawî bû. 

AGIRÎ

Li Agirî, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) pîrozbahiya 1’ê Gulanê bi dirûşma “Ked, Aştî, Azadî, Edalet, Wekhevî û Demokrasî” li dar xist. Gelek kes, di nav wan de ku nûnerên rêxistinên sivîl yên demokratîk jî hebûn, li ber avahiya DİSK’ê kom bûn û ji Kolana Cumhuriyetê heta Meydana Şakiro meşiyan.

Piştî meşê ku di dema meşê de dirûşmeyên wekî “Bijî Yekê Gulanê”, “Na ji Şer re, Aştî hema Niha” û “Bijî Berxwedana Karkeran” hatin berzkirin, girse li qadê kom bû û ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girt.

Daxuyaniya hevbeş a ku ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Agiriyê ve hatibû amadekirin, hate xwendin û wiha hate gotin: “Ev pêkanînên dij-demokratîk êrîşek li ser destkeftiyên çîna karker in. Li cihê ku demokrasî, edalet, qanûn û wekhevî tune be, mafên ked û karkeran jî li ber çavan nayê girtin. Hikûmet li dijî her kesê ku bi van polîtîkayan razî nabe, ji xwendekaran bigire heta rojnamevanan, ji şaredaran bigire heta sendîkavanan, şer dike. Di demekê de ku rêveberên herêmî yên ku bi îradeya gel têne hilbijartin ji kar têne dûrxistin û li şûna wan qeyûm tên tayînkirin, kuştinên jinan bi zanebûn bi mekanîzmayên ku têne astengkirin tên veşartin.”

Çalakî bi govendên gelêrî bi dawî bû.

QERS

Li Qersê, di bin pêşengiya Platforma Şaxên KESK’ê yên Qersê de bi dirûşma “Ked, Aştî, Azadî, Edalet, Wekhevî û Demokrasî” mîtîngek mezin a 1’ê Gulanê hate lidarxistin. Girseya ku ji Komeleya Tabîban a Tirkiyeyê  (TTB) ber bi Meydana Garê ve meşiya, li wir mîtîngek li dar xist.

Piştî meşaku dirûşmeyên wekî “Bijî Yekê Gulan”, “Na ji Şer re, Aştî Hema Niha,” û “Bijî Berxwedana Karkeran” hatin berzkirin, girse li meydanê kom bû û ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê rêxistinên civaka sivîl axaftin hatin kirin. Hevseroka Şaxa Bajarê Qersê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Arzu Derman Savaş axaftinek kir.

Pîrozbahî bi dirûşman bi dawî bû.

ENQERE

Li Enqereyê bi tevlîbûna bi deh hezaran karker û kedkar bi dirûşmeya, “Em bibin yek û biguherînin” 1ê Gulanê hat pîroz kirin. Karkeran û kedkaran di pîrozbahiyê de daxwaza wekhevî, aştî û edaletê anîn ziman.

Bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cameweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odayên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), bi dirûşmeya “Em bibin yek û biguherînin” li Qada Tandogan a navçeya Çankyayê ya Enqereyê 1ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkerên Cîhanê hat pîrozkirin. Beriya pîrozbahiyê, partiyên siyasî, sendîqa û sazî û dezgehên civakî bi kortejan derbasî qada mitîngê bûn.
 
 Cigirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamenterê Rihayê û endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar di nav korteja DEM Partiyê de tev li mitîngê bûn. DEM Partî jî bi pankarta li ser, “Li dijî mêtîngerî, emperyalizm û şer nan, aştî û edalet” dinivisî bi kortejê heta qada mitîngê hat. Girseyê bênavber dirûşmeyên, “Ji Ocalan re azadî û Kurdistanê re statu”, “Bijî Yekê Gulanê”, “Her der Taksîm e û her der berxwedan e” û “Jin jiyan azadî” berz kir. Girse piştî derbasî qada mitîngê bû heta destpêkirina bernameyê dirûşim berz kir û li qadê govend gerandin. Koroya Jinan a Egitîm Senê jî li ser dikê bi her zimanî sirûd xwendin. Mitîng ji bo kesên di têkoşîna ked û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

‘HÊZA ME HEYE KU EM PERGALEK WEKHEV Û AZAD AVA BIKIN’

Piştî rêzgirtinê metna hevpar a daxuyaniyê hat xwendin. Metna Kurmancî li ser navê KESKê Zelal Angay xwend. Zelal Angay anî ziman ku ew ji bo daxwazên xwe li qada Yekê Gulanê ne û wiha axivî : “Em wekheviyê dixwazin. Em li dijî zextan demokrasiyeke rasteqîn dixwazin. Em ê vê pergalê bi yekbûna xwe biguherînin. Em ê ji bo mafên xwe bi yekitiya xwe bi serbikevin. Em ê ji bo pêşeroja zarokên xwe bi hev re têbikoşin. Ji bo kedkar neyên kuştin, ji bo jin neyên kuştin û tundî bi dawî bibe bi têkoşînê em ê bi serbikevin. Em ê li dijî talankeran xwezaya xwe biparêzin. Em jin, kedkar û ciwan li vir in û li vir bang dikin. Em ê têkoşîna gelan a bi hev re mezintir bikin. Em ê çareriya demokratik a pirsgirêka Kurd bi hev re pêkbînin. Hêza me heye ku em pergaleke wekhev û azad ava bikin.”

Piştî metna daxuyaniyê peyamên ji mitîngê re hatibûn şandin, hatin xwendin. Piştî axaftinan Koma Bajar derket ser dikê û mitîng bi stran, gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
 
ÎZMÎR

Mîtînga 1’ê Gulanê ya ku ji aliyê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Îzmîrê ve hate lidarxistin, li Meydana Konak Gundoğdu hate lidarxistin. Girseya ku li Meydana Basmane, Meydana Cumhuriyetê û li ber Bendera Alsancakê kom bû, ber bi qadê ve meşiya. Di meşan de, pankartên bi nivîsên “Karker bibin yek, ev pergal diguhere”, “Di pergaleke şikestî de alavên saxlem tune ne”, “Xwediyên rastîn ên bajêr ber bi 1’ê Gulanê ve dimeşin”, “Em ji bo ked, edalet, wekhevî, aştî, azadî û demokrasiyê li kolanan in”, “Keda jinan ne erzan e”, “Bijî 1’ê Gulanê, em li dijî JES in” û “Mafê me yê sendîkayê nayê astengkirin, destên hilberîner di grevê de ne, patron guhê xwe nade” hatin hildan, dirûşmeyên wekî “Jin, jiyan, azadî”, “Mafê hêviyê mafê jiyanê ye”, “Karkerê Temel Conta sembola berxwedanê ye”, “Serkeftin dê ji bo karkerê berxwedêr be”, “Rizgarî bi tenê tune ye, an hemû bi hev re an jî tu kes ji me tune”, “Bijî berxwedana karkeran”, “Cotkar û karker, hemû proleter” hatin berzkirin.

Nûnerên sazî û dezgehên sivîl, partiyên siyasî û sendîka beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de derbarê têkoşîna yekgirtî axaftin hatin kirin û banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

Mîtîng piştî axaftinan bi starên Selda Bagcan bi dawî bû. 

Her wiha li Manîsa, Denîzlî Mugla Bîlecîk û Kutahyayê jî 1’ê Gulanê bi çalakiyên cûr bi cûr hat pîrozkirin.
 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kadikoyê 1’ê Gulanê: Hêza me ya guhertinê heye
Nûçeya Pişt re Li Wanê mitînga 1’ê Gulanê: Aştî ne lutif e, pêdivî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Emîne Şenyaşar bi daxwaza ‘Edaletê’ dîsa dest bi çalakiyê kir

Emîne Şenyaşar a ku hevserê wê û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên…

Ji aliyê Stêrk TV

Pîrozbahiyên Newrozê li çiyayên Kurdistanê dewam dikin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li çiyê pîrozbahiyên Newrozê bi coş dewam dikin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişloyê şehîd Yûsif Gulo, neviyên wî û şehîd Enter hat bibîranîn

Xelkê bajarê Qamişlo di salvegera 3'emîn de şehîd Yûsif Gulo, neviyên wî Mezlûm û Mihemed…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Babê dewleta Tirk hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Kadikoyê 1’ê Gulanê: Hêza me ya guhertinê heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

HRANA: %71’ê kesên hatine sêdarekirin girtiyên siyasî bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?