Hat ragihandin ku Wezareta Karên Navxweyî, dema pewyirê ya Walî Tûncay Akkoyûn ê ku wekî qeyim tayinî şûna Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk hat kirin, 2 mehên din jî dirêj kir.
Têkildarî mijarê Ajansa Mezopotamya bi parêzerê Ahmet Turk, Erdal Kuzu re hevdîtin kir û diyar kir ku têkildarî vê mijarê hîna ti agahî ji wan re nehatiye.

