Şemî, 2 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Avşar bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baz Mert ê ku tehliyeya wî 18 mehan hatibû taloqkirin, hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema peywirê ya qeyimê Mêrdînê hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtî darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Gulanê ya Komînalê derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarên beşdarî mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê bûn: Em daxwaza aştiyê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Farqîn: Em ê mîrateya şehîdan bi felsefeya ‘Yek hirqe û yek loqma’ bidomînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê şehîdên Gulanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahidê şehadeta Karasûngur û Bîlgîn: Armanca wan yekîtî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’ê Gulanê li Mexmûrê bi coşekî mezin hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê mitînga 1’ê Gulanê: Aştî ne lutif e, pêdivî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welat tenê bi keda destê karkeran pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Di karên çandiniyê yên demsalî de jin rû bi rûyê mêtingeriyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêvîn Reşîd: Ji bo parastina mafên xwe divê em jin dengê xwe bikin yek û bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama KJK’ê ya ji bo 1’ê Gulanê: Jin azad nebe ked azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Newaya Jin: Li dijî tundiya civakî dema avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA hate damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê jînek hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî: Em her rojê veguherînin roja zimanê Kurdî
Kurdistan

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî: Em her rojê veguherînin roja zimanê Kurdî

Saziyên Ziman ên Demokratîk bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan û bang li hemû Kurdan kirin ku her rojê veguherînin roja zimanê Kurdî û pîrozbahiyê bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Gulan 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Ekîn Cerenê ya navçeya Peyasê ya Amedê bi diruşmeya “Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî” deklarasyona 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî eşkere kirin. Endam û nûnerên saziyên ziman û pêkhateyên platforma saziyên demokratîk di nav de gelek kes beşdar bûn. Di deklarasyonê de bi zaravayên Kirmanckî û Kurmancî pankarta “Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî” hate vekirin. Endama Egîtîm Senê Semra Bîrtane deklarasyona bi Kirmanckî ku hatibû, amadekirin xwend.

Saziyên navborî ji bo balê bikişînin ser rewşa zaravayê Kirmanckî lewma deklarasyon tenê bi Kirmanckî hate xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Neteweya kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye. Zimanê kurdî jî nirxekî herî bingehîn û jêneger ê neteweya kurd û hemû mirovahiyê ye.

Sed mixabin bi sedan sal in ji ber tunehesibandina neteweya kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku wek gelek çand û zimanên cuda, çand û zimanê kurdî jî ji holê bê rakirin. Lê di encama têkoşîna neteweya kurd de ev hewldan têk çûn. Em dibînin ku li şûna wê, pêkanînên li dijî zimanê kurdî hatin nûjenkirin; zimanê kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin; bi rê û rêbazên nûjenkirî yên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û pişaftina li ser zimanê kurdî bi awayên cuda berdewam dikin, bi serwerkirina zimanê tirkî ya li her derê Kurdistanê û li her derê ku kurd lê dijîn hê armanc û daxwaz ew e ku kurd bên pişaftin û zimanê kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe. Ev yek sûcekî mirovahiyê ye.

Bêguman em kurd bi tu awayî destûr nadin ku ev yek pêk bê. Jiyaneke bêkurdî ji bo me kurdan wek laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e. Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname û jiyana me ya neteweyî, azad û demokratîk e. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye, mifteya azadiya me ya ji her milî ve ye. Zimanê kurdî xeta me ya herî sor û li jor e.

Rêber Abdullah OCALAN jî bi taybetî diyar dike ku ‘Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwistiyeke mirovbûnê ye. Ên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Ên ku zimanê xwe nezanin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin.Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdehiya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî. Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.’

Banga Rêber Abdullah OCALAN a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê kurdî jî xurt kirin. Em careke din dibêjin em heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne û diyar dikin mafên neteweya kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî, ne mijara bazarê ne û divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin û zimanê kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê da ku civaka azad, demokratîk û aştiyane bê sazkirin. Bêguman ji bo ku ev yek pêk bê, divê Rêber Abdullah OCALAN bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civateke demokratîk serbest û azad tevbigere û bixebite ji bo vê jî divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin û di serî de zimanê kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya kurd û statuya kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin. Em baş dizanin ku tecrîda li ser Rêber OCALAN, tecrîda li ser hemû nirxên neteweya kurd û bi taybetî tecrîda li ser zimanê kurdî rasterast têkildarî hev in.

Ji bo pêkhatina vê jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî ji her demê zêdetir bilindtir û berfirehtir bikin. Bi vê armancê em wek hemû saziyên zimanê kurdî, partî, dezgeh, qad, pêkhate û derdorên cuda yên kurd û demokratik bi diruşma ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî’ merheleya nû ya ku sala borî ji bo têkoşîna zimanê kurdî hatibû dest pê kirin, didome.

Li ser bingeha van rastiyan; em ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di navbera 4’ê gulanê heta 1’ê hezîranê, li hemû derên Kurdistanê û Tirkiyeyê; têkoşîn, xebat, bername û çalakiyên cur bi cur li nava civakê li dar bixin. Li hemû navçe, gund, tax, kolan û malan, li nav ciwan, zarok, zanîngeh, esnaf û hemû qadên din belav bikin. Meş, daxuyaniyên girseyî, xebatên belavok, pankart û bîlbordên bi kurdî, civînên zimanê kurdî yên li nava gel û hemû saziyan, form, kursiyên gel, konên zimanê kurdî, hînkirina alfebeya kurdî, bernameyên helbestxwendin, çîrokbêjî û dengbêjiyê, şano, pêşengehên pirtûkên bi kurdî, panel, sempozyum, komxebat, konferans, şahî, konser, gotûbêj, bang û gazî, xebatên cur bi cur ên li ser qada dijîtal, bernameyên li bin banê rêveberiyên xwecihî/şaredariyan, bernameyên li Meclîsê, xebatên dîplomatîk û hwd. plansaziyeke têr û tijî amade kiriye.

Bi vê armanc, bîr û baweriyê, em bang li hemû tevger, partî, sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û mirovahîperwer; bi taybetî jî bang li jin, ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr û li hemû kurdên li her çar milên Kurdistanê û li hemû derên cîhanê dijîn dikin: Werin em hemû kurd li dor zimanê kurdî, yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê kurdî li her qadên civakî û jiyanî bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek.

Bi van hest û ramanan em 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di şexsê pêşengên zimanê kurdî yên nemir Sêvê Demîr û Denîz Bulbun de diyarî hemû cangorî û têkoşerên zimanê kurdî dikin. 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li me hemû kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sîpan Hemo: Qonaxa bê li ser yekkirina artêşê ye
Nûçeya Pişt re Baz Mert ê ku tehliyeya wî 18 mehan hatibû taloqkirin, hate berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Civîna Komîsyonê ya 11’emîn: Spasiya Abdullah Ocalan hat kirin 

Di civîna nû ya komîsyona meclîsê spasiya Abdullah Ocalan hat kirin û ji bo çareseriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Hesekê komploya 15’ê Sibatê û êrişên li ser Rojava şermezar kir

Xelkê Hesekê herikî qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir. Di meşa girseyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Xezeyê planek nû

Derket holê ku Misir û Qeterê ji bo dawî li şerê li Xezeyê bê anîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Farqîn: Em ê mîrateya şehîdan bi felsefeya ‘Yek hirqe û yek loqma’ bidomînin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê şehîdên Gulanê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şahidê şehadeta Karasûngur û Bîlgîn: Armanca wan yekîtî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kedkarên beşdarî mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê bûn: Em daxwaza aştiyê dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?