Li Sûdanê di êrişeke dronê de ku malbata fermandarekî kir armanc, 9 kes mirin. Çavkaniyên nêzî artêşê angaşt kirin ku êriş ji hêla Hêzên Piştgiriya Bilez (HPB) ve hatî encamdan.
Hat ragihandin ku êriş êvara şemiyê li gundê Al Kaheli ku nêzîkî 40 kîlometre li rojhilatê bajarê Wad Madani ye, pêk hatiye. Hat diyarkirin ku mala hatî hedefgirtin a Ebu Aqla Kaykal e ku fermandarê Hêzên Mertal ên Sûdanê yên ser bi artêşê ye.
Di êrişê de du birayên Kaykal, şeş zarok û efserkî ku di heman hêzê de peywirdar bû, jiyana xwe ji dest dan. Mal û hin avahiyên derdorê jî zirar dîtin. Der barê bûyerê de ji aliyan daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.
Tê zanîn ku Kaykal berê di nav refên Hêzên Piştgiriya Bilez (HPB) de cih digirt, lê di Cotmeha 2024’an de derbasî aliyê artêşê bû. Kaykal di vegerandina kontrola herêmên navîn ên Sûdanê de roleke giring lîstiye, lê her wiha bi binpêkirinên ku bi her du aliyan re hatine kirin jî tê tawanbar kirin.
Ji Avrêla 2023’an û vir ve, di navbera artêşa Sûdanê û HPB’ê de di şerê berdewam de êrişên dronan di demên dawî de zêde bûne. Hat ragihandin ku paytext Xartûm di vê hefteyê de du caran hat hedefgirtin û şer bi taybetî li eyaletên Darfûr, Kordofana Başûr û Nîla Şîn dijwar bûne.
Di şerê ku ket sala xwe ya çaran de, bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest da û bi mîlyonan kes ji cih û warên xwe bûn. Neteweyên Yekbûyî qeyrana li Sûdanê wekî “felaketa herî giran a mirovî ya cîhanê” pênase dike.

