Di nav beşdarên festîvalê de çanda kurdî jî cihê xwe girt. Kurd di 2, 4 û 6’ê Gulanê de bi çalakî û bernameyên cuda beşdarî festîvalê bûn, û bi huner, govend, cil û berg û muzîka xwe bala mêvanan kişandin.
Di roja vekirinê ya festîvalê de, hemû gel bi muzîk û kevneşopiyên çandî derketin ser dikê. Di vê çarçoveyê de jî kurd bi govendên kurdî û stranên folklorîk beşdar bûn. Deng û rengên çanda kurdî di salona festîvalê de atmosfereke taybet afirand, û gelek mêvanan bala xwe dan ser govend û muzîka kurdî.
Di 4’ê Gulanê de rojeke taybet ji bo çanda kurdî hate veqetandin. Bername bi sînevîzyonekê dest pê kir ku tê de derbarê dîroka gelê kurd, erdnîgariya Kurdistanê, kevneşopî, govend, cil û berg û jiyana çandî ya kurdan de agahî hatin dayîn. Mêvanan bi wê pêşandanê re derfet dîtin ku zêdetir çanda kurdî nas bikin.
Piştî sînevîzyonê, bernameya hunerî dest pê kir. Di şevê de hunermendên kurd Delîl Lezgîyev, Nuredîn Hacîyev, Leyla Mikoyan, Guhara Hesen û Îbo û Sarê Hacî bi performansên xwe derketin ser dikê. Stranên folklorîk û neteweyî coş di nav mêvanan de afirandin. Her wiha koma Barîn jî govendên kurdî yên ji herêmên cuda yên Kurdistanê pêşkêş kirin.
Di 6’ê Gulanê de jî roja cil û bergên neteweyî hate lidarxistin. Di vê rojê de nûnerên gelên cuda bi cil û bergên kevneşopî yên xwe derketin ser dikê, û her netewe çanda xwe pêşkêş kir. Kurd jî bi cil û bergên kurdî yên ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn. Rengên cilên kurdî bala mêvanan kişandin.
Beşdarbûna kurdan di festîvala “Ruhê Rûsyayê” de tenê pêşkêşkirina hunerê nebû; her wiha pêşkêşkirina nasnameya kurdî, dîrok, kevneşopî û rengên çandî bû. Bi muzîk, govend, cil û berg û pêşandanên çandî, kurdan çanda xwe bi awayekî berfireh li ber çavên mêvanên navneteweyî dan nîşandan.
Festîval di heman demê de wek platformek ji bo nêzîkbûna gelan û danasîna çandên cuda tê dîtin. Beşdarbûna çanda kurdî jî di vê çarçoveyê de roleke girîng lîst, û nîşan da ku çanda kurdî bi dewlemendiya xwe dikare li platformên navneteweyî cihê xwe bigire.

