Astengiya trafîka li Tengava Hurmuzê bazara enerjiyê ya global bi dewamî dihejîne. Ekonomîst Ahmet Pelda bal kişand ser buhayê petrolê ku hîn jî di asta 100-110 dolarî de ye û destnîşan kir ku vê yekê senaryoyên daketina bi rengê nerm a li aboriyên Rojavayî pûç kiriye.
Pelda destnîşan kir ku rewş û bûyerên diqewimin divê bi perspektîfa aboriya şer bê nirxandin.
Ahmet Pelda işaret bi serketiyên aboriya şer kir û anî ziman ku bi valabûna rezervên cebilxaneyê re ji bo şîrketên çekan derî li bazareke gelekî mezin vebû. Pelda diyar kir ku stoka ji 9 milyar dolarî ya çek û cebilxaneyan a li Ewropa û Emerîkayê qediya û pêwîstiya van şîrketan bi sîparîş-daxwazên nû çêbû û bazareke welê afirî ku li şûna artêşên kevneşop an jî tankên giran, sîstemên antî-fuze, tekonolojiya lazerê û drone serwer e.
Pelda ragihand ku welatên weke Îtalya û Elmanya neçar hatin hiştin ku razemeniyê li ser vê teknolojiya nû bikin û destnîşan kir ku ji bo ev pêvajoya qezencê bi dawî nebe Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) bi rengekî germ nêzî muzakereyan û atmosfera aştiyê nabe û para borsayê ya şîrketên mezin ên pîşesaziya parastinê xwe ji vê atmosfera bi rîsk xwedî dikin.
‘ELMANYA JÎ LI VEGUHERÎNA NUKLEERÊ VEGERIYA’
Ahmet Pelda bilindbûna li bazara enerjiyê nirxand û anî ziman ku petrol bi zanebûn weke ‘berhema kêm’ hate nîşandan û buhayê wê hate manîpulekirin. Ahmet Pelda diyar kir ku armanca esasî ya li pişt vê rewşê ew e ku derbasbûna li enerjiya nukleerê bê rewakirin û got, tê xwestin ku pêwîstiya enerjiya zêde ya ji bo hişê çêkirî û madenkariya pereyê krîpto bi reaktorên nukleerê yên biçûk bê peydakirin.
Pelda ragihand ku raya giştî û komên hawirdorparêz ên berê bi tundî li ber enerjiya nukleerê radibûn bi bahaneya ‘ewlehiya enerjiyê nemaye’ hatin bêdengkirin û bi bîr xist ku Elmanya bi xwe jî bêyî reaksiyoneke civakî bê nîşandan li veguherîne nukleerê vegeriya ye.
LI TENGAVA HURMUZÊ XETA BAZIRGANIYÊ YA ÇÎNÊ HATE ASÊKIRIN
Ahmet Pelda destnîşan kir ku yek ji armancên stratejîk ên xitimîna li Tengava Hurmuzê Çîn e û anî ziman ku projeya ‘Rê’ ya Pekînê ji her baskî ve hatiye astengkirin. Bi dewamî anî ziman ku xetên li ser Rûsya, Ûkrayna û Sûriyeyê dihate plankirin bi şer hatin rawestandin, rêyên deryayî jî bi mîlîtarîzekirinê hatine kontrolkirin û destnîşan kir kku Emerîka bi bahaneya Îranê hemû rêgehên bazirganiyê domîne kiriye.
Pelda ragihand ku bi vê krîzê re maliyeta hilberînê ji bo Çînê zêde bû, lewma şensê xwe yê hilberîna berhemên erzan ji bo bazara cîhanê kêm bûye û ev yek jî ji bo sermayeya Rojava bûye qadeke nû ya nefesê.
Ekonomîst Ahmet Pelda anî ziman ku li Kendavê trafîkeke bazirganiyê ya ne fermî heye ku di ser Pakistan û Hindistanê ve dimeşe û diyar kir ku ev mekanîzma têra dagirtina valahiya daxwaza global nake.
‘LI TIRKIYEYÊ WÊ PAYÎZÊ BIHABÛNEKE CIDÎ RÛ BIDE’
Ahmet Pelda bal kişand ser bandora krîza enerjiyê ya li ser çandiniyê û anî ziman ku ji ber hilberîna zibil bi berhemên petrolê ve girêdayî ye, wê berhemdariya xurekê kêm bibe û mehên payîzê li Tirkiyeyê bihabûneke cidî rû bide.
Ahmet Pelda herî dawî qala Projeya Rêya Pêşketinê kir ku di rojeva Tirkiyeyê de ye û îdîa kir ku di mercên heyî yên aboriyê de bersiveke reel ji vê projeyê re nîne. Pelda diyar kir ku proje hîn negihîştiye asta koordînasyonê û destnîşan kir ku Rojava û Îsraîl wê destûrê nedin xeteke bazirganiyê ya li ser bingeha Tirkiyeyê.

