Di çarçoveya kampanyaya Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistinên Jinan de ku di 26`ê Nîsanê de dest pê kiriye, tevger û rêxistinên jinan ên li herêma Cizîrê çalakiyên ji bo piştgiriya YPJ`ê didomînin.
Kongra Star li bajarê Çilaxa yê herêma Cizîrê, îro çalakiyek li dar xist û 2 pankartên ku wêneyên şervanên YPJ`ê li ser hene, yek li deriyê rojava yê bajêr û yek li xala kontrolê ya Şehîd Zeyneb a Hêzên Ewlekariya Hundirîn daliqandin.

