Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd û dostan hemûyan pîroz be.
Kurdî yek ji zimanên destpêkê yê mirovahiyê ye û şaneyên esasî yên çanda mirovahiyê jî bi vî zimanî hatine vehewandin û veguhestin. Bi asîmîlekirina zimanê Kurdî tê xwestin ku gelê Kurd bê qirkirin. Ev yek di heman demê de tê wateya tinekirina yek ji çandên esasî yên mirovahiyê. Lewma qirkirina Kurdî û gelê Kurd di heman demê de êrişek li ser tevahiya mirovahiyê ye.”
‘POLÎTÎKAYA LI SER ZIMANÊ KURDÎ HÎN JÎ POLÎTÎKAYA ASÎMÎLASYONÊ YA TINEKIRINÊ YE’
KCK’ê got, “Kurdî bi hezaran salan li erdnîgariyeke gelekî fireh hate axaftin, lê îro ji aliyê dewletên mêtinger qirker ve li qadeke teng hatiye asêkirin” û bi vî rengî dewam kir, “Di asteke welê de ye ku yek ji zaravayên Kurdî yên herî zêde dihate bikaranîn Kirmanckî-Dimilî li ber tinebûnê ye. Ev rastî hemû radixe pêş çavan bê li ser gelê Kurd û zimanê Kurdî polîtîkayeke çawa ya qirkirinê tê meşandin. Hîn doh li Bakurê Kurdistanê xutbeya bi Kurdî hate qedexekirin û li Rojava jî hate xwestin ku perwerdeya bi Kurdî ji holê bê rakirin. Ev mînak ji nîşaneyên şênber ên zexta rojane ya li ser Kurdî ye.
Polîtîkaya herî giran a asîmîlasyonê ya li ser Kurdî niha li Bakurê Kurdistanê tê meşandin. Dewleta Tirk li gel qedexekirina perwerdeya bi zimanê dayikê sûdê ji teknolojiya ragihandin werdigire û aşê asîmîlasyonê yê li ser zimanê Kurdî hîn bi lez digerîne. Weşaneke weke TRT Kurdî û sivikkirina zexta li ser Kurdî ya hin mijaran, ji bo nixumandina asîmîlasyona tinekirina zimanê Kurdî têne bikaranîn.
Asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî bi amûrên asîmîlasyonê yên nû yên ji aliyê dewletê ve têne bikaranîn, ji berê girantir bûye. Qirkirina ziman, lewma qirkirinek tê kirin. Dewleta Tirk dem bi dem qaşo bibêje ‘Xwişk-birayên min ên Kurd’ jî hîn polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan neterikandiye. Kurd hîn jî di nava qanûn û hiqûqê de nîne. Ev yek ji her alî ve tinehesibandina Kurdan e. Heta ku hebûna Kurdan ji vê rewşê dernekeve, di pratîkê de qala hebûna Kurdan bê kirin jî ev yek wê asîmîlasyona li ser Kurdî û qirkirina Kurdan asteng neke. Ev yek aşê qirkirin û asîmîlasyonê dinixumîne.
Polîtîkaya li ser zimanê Kurdî hîn jî polîtîkaya asîmîlasyonê ya tinekirinê ye. Lê belê Kurd êdî Kurdê berê nînin. kurd bi têkoşîna xwe ya bi dehan salan xwedî li hebûna xwe derdikevin. Ev xwedîderketin bi rengê xwedîderketina li zimanê xwe pêk tê. Bêyî ku li bendê bimîne ku perwedeya bi zimanê dayikê bi dewletê bide qebûlkirin, divê gelê Kurd ji bo zimanê Kurdî rabe ser piyan, weke ku pêşiyên me bi vî zimanî axivîn li her derê bi Kurdî biaxivin û bikevin nava seferberiya hîndekariyê. Têkoşîna azadiyê ya li her qadê û têkoşîna ji bo zindîkirina zimanê Kurdî ya weke berê, divê bi hev re bêne meşandin.
‘WEZÎFEYA HER SAZIYEKE KURD HÎNKIRINA ZIMAN E’
Wezîfeya her saziyeke Kurd divê ew be ku ji bo hînkirin û perwerdeya ziman bi berpirsyariyê rabin. Di vê mijarê de divê banga saziyên ziman û gelê me bi avakirina saziyan bi cih bê anîn. Li gel komînên li qada jiyanê bêne avakirin, divê li her cihî komînên ziman weke gurnî bêne zêdekirin. Karên li ser ziman pêwîste weke îbadetekê bê dîtin.
Di serî de karên çand-huner û wêjeyê li hemû kar û saziyan axaftina bi Kurdî divê weke têkoşîneke li dijî asîmîlasyonê bê dîtin. Rêber Apo dibêje, xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e. Ev nirxandina Rêber Apo divê ji bo her saziyê bibe bingeh.
Bikaranîna bi berfirehî ya zimanê Kurdî di heman demê de divê weke aliyekî girîng ê têkoşîna aştî û civaka demokratîk jî were dîtin. Têkoşîna aştî û civaka demokratîk, dema ku her sazî û her karî berpirsyariyên xwe bi rengê herî baş bi cih anî, wê bi ser bikeve.
Banga aştî û civaka demokratîk ne tenê bi hewldanên Rêber Apo, tevgera me û hin saziyan, bi têkoşîn û hewldana tevahiya gelê Kurd, hemû saziyên rêxistinî û hêzên demokrasiyê dikare bi ser bikeve. Karên ji bo zimanê Kurdî jî divê weke parçeyek ji vê têkoşînê bê dîtin, ev kar girîng bê dîtin û li her cihî bê pêşvebirin.”

