Serdozgerê Herêma Başûr a New York a DYE’yê Jay Clayton ragihand ku yek ji berpirsên Hîzbûllaha Iraqê Muhammed Bakir Seed Davud Seedi bi sûcdariya ‘tevlî êrîşên li dijî berjewendiyên DYE’yê bûye’ li Ewropayê hate girtin û ji bo ku ji ber hin sûcên terorê were darizandin, ew birine DYE’yê.
Jay Clayton ragihand ku kesê navborî niha li DYE’yê ye û wê ji ber 6 sûcdariyên têkildarî fealiyetên terorîst, were darizandin.
Sûcdariya sereke ya li rayedarê payebilind Tûgayên Hîzbûllaha Iraqê ya bi piştgiriya Îranê, Muhammed Bakir Seed Davud Seedî hatî kirin ‘di aliyê malî de alîkarî dayîna rêxistina biyanî’. Her wiha tê sûcdarkirin ku nêzî 20 êrîşên li hemberî nuqteyên cur be cur ên DYE û Ewropayê organîze kiriye û destek daye.

