Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hesen Ehmed ê ku duh (29 Îlon 2026) di encama nexweşiyekê de şehîd bû, îro ji aliyê sedan şêniyên Kobanê ve li Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê hat veşartin.
Merasîma cenaze ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate organîzekirin bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rodîn Mihemed axivî.
Rodînê di axaftina xwe de şehîd bi bîr anîn û doza şopandina rêya wan da.
Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nûh Mehmûd jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û ev li gotinên xwe zêde kirin “Şehîd Hesen di destpêka şoreşê ve di nava xebatên rêxistinê de kar û xebat dikir. Bêyî dudilî kar bi hevalên xwe re dimeşandin. Ji bo vê yekê em wek hevalên wî li şehîdgeha Şehîd Dîcle soz didin ku em ê rêya şehîd Hesen berdewam bikin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî het kirin.
Cenazeyê şehîd Hesen Ehmed bi tilîliyên dayikan û dirûşma “Şehîd namirin” veşartin.

