“Foruma Aşitî û Azadiya Civakî” ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû organîzekirin, di roja xwe ya pêncemîn de bi çalakiya girtinê bi dawî bû. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tulay Hatîmogullari, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û Serra Bucak û gelek kesên din tev li bernameya ku li Wargeha Cemil Paşa hat lidarxistin bûn.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, a ku bi rêya online tev li forumê bû, diyar kir ku fêmkirina dewletê ya yekperest pevçûnan kûrtir dike û ev yek dibe sedema krîzên aborî, siyasî û civakî. Îlham Ehmed destnîşan kir ku li Sûriyeyê bi salan ziman, nasname û çanda Kurdan hatiye înkarkirin û weha got: Avakirina aşitiyeke wisa ku gel û bawerî bikaribin bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn, şert e. Heke ev neyên qebûlkirin, bêçaretî û krîzên nû derdikevin holê.
Îlham Ehmed diyar kir ku li Sûriyeyê li ser Kurdan polîtîkayên erebkirinê hatine meşandin û destnîşan kir ku divê ji pevçûnên li Rojhilata Navîn ders werin girtin. Ehmed bi van gotinan berdewam kir: Ev pêkanînên xelet li Tirkiye, Iraq û Rojhilat jî pêk hatin. Divê di avakirina aşitiyê de ji van pêkanînan ders werin girtin. Werin em bi hev re aşitiyê ava bikin. Avakirina hawîrdoreke aşitiyê ya ku her kes bikaribe nasname, ziman û dînê xwe bi azadî bijî, şert e. Dewletên ku cudahiyan qebûl nakin, mehkûmî windakirinê ne. Sîstemên navendî heta ku vîna herêmî nas nekin, avakirina aşitiyê kêm dimîne. Divê rêveberiya Sûriyeyê jî daxwazên civakê qebûl bike û nekeve ser riya înkarê. Bi hişmendiya kevn mirov nakeve rê, divê hişmendiyeke nû û têgihiştineke nû were avakirin. Hat dîtin ku sîstema li ser înkar û îmhayê ne çare ye. Em ê aşitiya birûmet bi hev re ava bikin û diyarî gelên cîhanê bikin.
Paşê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî û diyar kir ku forum bi beşdariyeke berfireh pêk hatiye û got: Dengê aşitiyê ji Amedê gihîşt tevahiya Tirkiyeyeyê.
Hatîmogulları destnîşan kir ku aşitiya civakî, azadî û edalet hîmên bingehîn ên demokrasiyê ne û diyar kir ku gelan di dirêjahiya dîrokê de karibûne bi hev re bijîn. Tulay Hatîmogullari da zanîn ku forums pênc rojî nîşan da ku jiyana hevpar gengaz e û got ku di forumê de derdorên cihêreng nêrînên xwe yên der barê aşitiya civakî de parve kirine.
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku li Rojhilata Navîn bi polîtîkayên şer hewl tê dayîn sîstemeke nû were sêwirandin û anî ziman ku berdêla şeran herî zêde gel û jin didin. Hatîmogulları bi bîr xist ku berê wan behsa revandina jinên Êzidî dikir, lê îro li Sûriyeyê jinên Elewî tên hedefgirtin.
Hatîmogulları behsa “Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk” a ku li Tirkiyeyê berdewam dike jî kir û diyar kir ku di pêvajoyê de hin gav hatine avêtin lê heyama dawî de hinek xitimandin çêbûne. Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku misogeriya aşitiyê hiqûq e û got ku divê desteserkirina qeyûman bi dawî bibe, biryarên DMME’yê werin sepandin, girtiyên siyasî werin berdan û statûya Rêber Apo were naskirin.
Tulay Hatîmogullari got: Heta ku rûbirûbûna bi rastiyê re çênebe, ne gengaz e em aşitiyeke mayînde dabîn bikin. Aşitî ne tenê çareseriya pirsgrêka Kurd e, di heman demê de jiyana hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê ye ku li ser bingeha hemwelatiya wekhev bijîn.
Hatîmogulları bang li dînamîkên civakî kir û diyar kir ku ew dikarin li ser zemînekî demokratîk werin ba hev û aşitiyê ava bikin, û got: Îro roja mezinbûna aşitî û hêviyê ye.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî spasiya her kesê ku keda wan di forumê de heye kir û bal kişand ser girîngiya xebatên ku di nava pênc rojan de hatine meşandin.
Forum bi çalakiya konsereke muzîkê bi dawî bû.

