Bi dirûşma “Berlîn ji bo Rojava” wê di 1’ê Hezîranê de li Columbiahalle ya li Berlînê ji bo gelê Rojava konsereke mezin a alîkariyê bê lidarxistin. Ji qada muzîkê ya Elman gelek kesayetên naskirî wê ji bo piştgiriyê û peyama mirovahî û aştiyê derkevin ser dikê.
Di bernameya konserê de li gel K.I.Z, Pashanim, Paula Hartmann, Kurdo, AK Ausserkontrolle wê Koma Berxwedan, Lune û Ceren hebin. Konser wê saet di 20:00 de destpê bike, lê mêvan wê karibin ji saet 18:30 û pê ve derbasî salonê bibin.
Alîkarî û hatiney konserê wê pêşkêşî projeyên alîkariya mirovî yên li Rojava bêne kirin. Di nava van projeyan de bi taybetî xizmetên tenduristiyê û piştgiriya ji bo binesaziya sivîl hene.
Amadekar ddibêjin, bi vê hewldanê dixwazin bi rêya muzîkê têkiliya piştevaniyê xurt bikin û di heman demê de li dijî zext û cihêkariyê peyameke xurt bidin.
Tê payin ku bi hezaran kes beşdarî konserê bibin. Bilêtên konsera alîkariyê jî ji niha ve têne firotin. Yên ku bala wan dikişînin dikarin li ser vê navnîşanê bilêtên konsera alîkariyê bikirin:

