Wezareta Edaletê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û FBI’yê ragihand ku Muhammed Bakir Saad Davud el-Saadi hatiye binçavkirin ku hate gotin, yek ji fermandarên koma çekdar a Iraqî ya alîgirê Îranê Kataib Hizbullah e. El-Saadi ku ew birin DYE’yê, bi şeş sûcdariyên têkildarî karên terorê li New Yorkê derket pêşberî dadger û biryar hate dayin ku bi rengekî girtî bê darizandin.
Meqamên DYE’yê îdîa kirin ku El-Saadi yê 32 salî li Ewropayê herî kêm 18, li Kanadayê jî 2 êriş plan kiriye û di koordînekirina wê de rol lîstiye. Hate îdîakirin ku êriş weke bersiva opreasyonên leşkerî yên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê hatin kirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de êrişa bi kêrê ya li Londonê li dijî Yahûdiyan, hewldana êrişê ya li sinagogên li Amsterdam û Munchenê, hewldana şewitandina kargehên Îsraîlê û dibistanên Yahûdiyan di nava dosyayê de cih girtin. Meqamên DYE’yê her wiha îdîa kirin ku El-Saadi êrişên li ser saziyên Yahûdî yên li New York, Los Angeles û Arizonayê plan kiriye.
Dîrektorê FBI’yê Kash Patel, El-Saadi weke “Hedefek bilind ê ji çalakiyên terorî yên girseyî yên asta navneteweyî berpirsyar” pênase kir. Wezareta Edaletê ya DYE’yê jî îdîa kir ku bersûc dema bihurî bi Fermandarê Muxafizên Şoreşê yê Îranê Qasim Silêmanî re xebitî ye.

