Mirov di navbera jiyan û mirinê de bi tiştên ku diafirîne xwe di gerdûnê de her tim zindî dihêle. Hinek ji dayik dibin, dijîn û tevî xwezayê dibin û hebûna xwe didomînin. Hinek jî li dû xwe bi nifiran tên bîranîn û her tim bingehên neyênîtiyê dihêlin.
Di gerdûnê de hebûnên wisa çêdibin ku jiyanê diafirînin û li dû xwe hezkirin, ked û têkoşîna hebûnê ya ku dê bi sedsalan bidome dihêlin. Ev hebûn di bedewiya gulekê de, di qîrîna azadiyê ya jinekê de û di berxwedana gelan a li dijî mêtingerî û dagirkeriyê de şîn dibin. Hebûna wan di roja me ya îro û di pêşerojê de her dem berdewam dike.
Ew dibin sembol û ruhê azadiyê. Û yek ji wan jî Hakî Karer e. Ew bi cihkirina nirxên mirovahiyê di jiyana xwe ya kurt de, dibe rêhevalê rêwîtiyê. Hevaltiya yekem, komuna yekem û parvekirinên yekem bi wî re dest pê dikin. Bingehê têkoşîna azadiyê ya ku heta roja me ya îro berdewam dike, li ser bîranîna wî tê avêtin. Ew dibe gava yekem a hembêzkirina gelên Kurd û Tirk.
Zarokê serhildêr yê Deryaya Reş, Hakî, di sala 1950’î de li navçeya Ulubey a Orduyê çavên xwe li cîhanê vedike. Hakî yê ku hêj di temenê zarokatiyê de kedê nas dike, tevî malbata xwe di baxçeyên bindeqan de dixebite. Dibistana seretayî û navîn li Ulubeyê dixwîne. Jiyana wî ya dibistanê tije serkeftin e û di nav xwendekarên herî nimûne de tê nîşandan. Lîseyê li Lîseya Orduyê dixwîne û ev pêvajo dibe xala werçerxa ya jiyana wî. Li dibistanê Kemal Pîr nas dike. Ev naskirin dê di salên zanîngehê de bigihîje asteke cûda.
TOMARKIRINA JI BO ZANÎNGEHÊ
Ji bo xwendina zanîngehê berê xwe dide Enqereyê. Di sala xwendinê ya 1971-1972’an de li Zanîngeha Enqereyê, Fakûlteya Fenê, Beşa Fîzîkê qeyda xwe dike. Li Enqereyê, li Bahçelievlerê, Kolana 4’an, Kolana 8’an, di qata bodrumê ya Avahiya Yeşîlyurtê de tevî Kemal Pîr xaniyekê digirin.
Di wan salên ku piştî derbeya 1971’an serokên têkoşîna şoreşgerî yên wekî Deniz Gezmiş, Mahir Çayan û Îbrahim Kaypakkaya hatibûn girtin de, eleqeya Hakî Karer a li ser çepgirî û sosyalizmê zêde dibe û lêgerînên wî kûr dibin. Di wê demê de sempatî ji THKP-C’yê re hîs dike.
Lêgerîn û nîqaşên Kemal Pîr û Hakî Karer roj bi roj kûrtir dibin. Deriyê van her du ciwanên Deryaya Reş rojekê ji aliyê mêvanekî ve tê lêdan. Kesê li ber derî, ne kesekî din bû, Rêber Apo bixwe bû ku di cotmeha 1972’an de ji Girtîgeha Mamak a Enqereyê derketibû. Rêya Kemal Pîr û Hakî Karer bi Rêber Apo re dibe yek. Ev naskirina dîrokî dibe gava yekem a jidayikbûneke nû. Ev jidayikbûn dê wekî “Zayîna Rêbertiyê” bihata binavkirin.
DI DU LAŞAN DE GIYANEK
Ew xaniyê ku Rêber APO, Kemal û Hakî bi hev re lê diman, roj bi roj vediguhere biryargehekê ku bingehên koma Apoyî lê dihatin avêtin. Piştî tevlîbûna nav koma Apoyî, her çend li kêleka hev nebin jî, mîna du cêwiyên ruhî yên di du laşên cûda de hevdu temam dikirin. Rêber Apo ji bo pênasekirina têkiliya Hakî Karer û Kemal Pîr dibêje: Ew du zarokên Deryaya Reş in ku xira nebibûn. Ev xiranebûn, yekîtiya ruhî ya bi kokên xwe ve girêdayî û mezinahiya wan derdixe holê. Ev mezinahiya ruhî, wan bi rastiya Rêber Apo re dike yek û digihîne asta endamên yekem ên tevgera Apoyî.
Kemal Pîr, ji Cemîl Bayik ê ji koma Apoyî re, ji bo dema yekem a naskirina bi Rêber Apo re wiha dibêje: Dema ew hat, mêvan bû. Em xwediyê xênî bûn. Roja din em li xwe vegeriyan û me dît ku Ew bûye xwediyê xênî û em bûne mêvan.
Hakî yê ku di nav koma Apoyî de bi safîbûn, sadebûn û dilnizmtiya xwe dihat naskirin, bi van taybetmendiyên xwe hevîrtirşê koma Apoyî ava dike. Pir bi plan, bername, dîsîplîn, pîvan û bi baldarî tevdigere. Xwedî sekinînekî gihîştî û ewlekar e. Ew xwediyê kesayetiyekê ye ku dema xwe pir baş bi rêxistin dike û her kêliya xwe plan dike. Dixwîne, lêkolîn dike û her qada ku lê ye vediguhere qadeke dibistanê û agahiyên xwe bi rêhevalên xwe re parve dike.
Rêber APO ji nêz ve dişopîne. Dema Rêber APO tespîta “Kurdistan Mêtinge ye” dike, kesê ku li kêleka wî bû û şahidî ji wê kêliya dîrokî re kiribû Hakî KARER bû. Rêber Apo wiha dibêje: “Dema min du peyvên pêşîn li ser navê partiyê gotin, ez ewqas tengijîm ku ez hema bandor bûm. Hakî ku zarokekî Deryaya Reş e, gava ew rewşa min dît biryar da û wekî hevalê herî fedakar û herî bixebat, heta gihîşt şehadetê, mîna rêberê rastî yê vê avabûna nû tevgeriya û qet dudilî nejiya. Ew mîna wekheviya rastî ya rêhevaltiyê bû.
Ji ber ku Hakî Karer di nav zanîngehê de xebatên çalak dimeşand, şoreşgerekî naskirî yê xwendekaran bû. Bi dengê pirraniyê ji bo rêveberiya ADYOD’ê tê hilbijartin û di rêveberiya ADYOD’ê ya ji 11 kesan pêk tê de tevî Rêber Apo cihê xwe digire. Di 31’ê Kanûna Paşîn a ku sala 1975’an girêdidî sala 1976’an de, li Dikmena Enqereyê Koma Apoyî civîna xwe ya yekem dike. Di wê civînê de ku biryara “Vegerîna Kurdistanê” lê hatibû girtin, Hakî KARER dibêje “Ez dixwazim tevli xebata li Kurdistanê bibim” û ber bi Kurdistanê ve bi rê dikeve, ku dê di encamê de canê xwe di wê rêyê de bide.
Cihê wî yê yekem dibe Êlih. Li vir bingehên ramanên Apoyî diavêje. Lê ji ber ku bi kurdî nizanibû, piştî hatina Mazlum Dogan a li wê qadê, Hakî vê carê berê xwe dide Edeneyê. Piştî ku demekê li Edeneyê xebat meşand, di asta berpirsyariyê de derbasî qada Dîlokê dibe. Li vir ji bo birêxistinkirina ciwanên şoreşger, karkeran, avakirina malên komunê û li dijî şovenizmê têkoşîneke bêhempa û bênavber dimeşîne. Di demeke pir kurt de belavbûna ramana Apoyî pêk tîne.
Her ku rêxistinbûna Şoreşgerên Kurdistanê mezin dibe, êrîşên dijmin jî zêde dibin. Li Dîlokê, rêxistineke sîxur a bi navê Stêrka Sor ku wekî “Pênc Parçeyî” dihatin naskirin û Alaattîn Kapan pêşengiya wê dikir, provokasyonan amade dike. Alaattîn Kapan piştî biryara “Vegerîna Welat” a koma Apoyî, her dem Şoreşgerên Kurdistanê dişopîne û agahiyên ku berhev dike dighîne MÎT’ê. Kapan ê ku Hakî Karer dema li Edeneyê xebat dimeşand dişopand, vê carê jî li Dîlokê şopandina xwe berdewam dike.
Her çend Şoreşgerên Kurdistanê dizanibûn ku Alaattîn Kapan xebatên sîxuriyê dimeşîne û komê agahdar dikin û jê re dibêjin ku baldar bin jî, Bozan Aslan û Mehmet Uzun ên ku di nav komê de bibûn sîxur, bi Alaattîn Kapan re rûdinên û randevûyekê jê digirin. Hakî yê ku diçe qehwexaneya li Duztepeyê ku wekî cihê randevûyê hatibû diyarkirin, di encama êrîşa çekdarî ya Alaattîn Kapan û du kesên li gel wî de, ku ji berê de hatibûn amadekirin, dighîje şehadetê.
Rêber Apo dema nûçeya şehadetê dibihîze dibêje: “Ji Dîlokê nûçeya şehadeta Hakî Karer hat. Ez dikarim bibêjim ku li ser vê nûçeyê ez qehirîm. Eşkere bû ku me derbeyeke giran xwariye.”
3 roj piştî şehadeta Hakî Karer, cenazeyê wî ji nexweşxaneyê tê girtin û di ser Enqereyê re bi qonvoyekê dibin welatê wî, ango navçeya Ulubey a Orduyê. Bi tevlîbûna koma Apoyî, komên şoreşger û gel, bi merasîmeke wisa ku gelê Ulubeyê tu carî ji bîr nake dispêrin axê.

