Nivîskar Azîz Tûnç li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” axivî û destnîşan kir ku aliyê Kurd ji bo pêkanîna aştiyê hemû gavên stratejîk avêtiye, lê belê dewlet bi gotina ‘Tirkiye ya bê teror’ meseleyê ji cewherê qut kiriye, divê statuya hiqûqî ya muzakerevanê sereke Rêber Apo bê diyarkirin û gavên şênber ên qanûnî bêne avêtin.
‘DAXWAZÊN KURDAN ZELAL Û ŞÊNBER IN’
Azîz Tûnç diyar kir ku di asta heyî ya pêvajoyê de dewlet bi mijûlkirinê tevdigere û bi bîr xist ku daxwazên aktorên tevgera siyasî ya Kurd zelal û şênber in. Azîz Tûnç got, “Tevgera Azadiyê ya Kurd, gel û aktîvîstên Kurd, DEM Partî û Birêz Ocalan gelek caran anîn ziman bê çi dixwazin. Meseleya destpêkê hevparebûna statuyê û azadiya Ocalan e. Ya duyemîn jî qebûlkirina fermiyeta zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê; mafên demokratîk. Ev ne ew pirsgirêkên zêde tevlîhev in ku nikaribin bêne çareserikrin. Ev daxwazên gelekî asayî û rewa ne.”
‘DIVÊ BÊHIQÛQIYA LI GIRTÎGEHAN TAVILÊ BI DAWÎ BIBE’
Tûnç anî ziman ku ji bo xurtkirina baweriya civakê ya bi pêvajoyê re diviyabû girtiyên siyasî bihatina berdan, lê belê ev yek jî pêk nehatiye û got, “Ji bo aştiyê, guherîna li qanûnên înfazê dikarîbû bibûya nîşaneya nêta baş, lê belê hikumet bi mijûlkirinê nêzî pêvajoyê dibe.”
Azîz Tûnç axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Berdana van mirovan meseleyeke zehmet nîne. Piraniya wan di nava şert û mercên asayî de diviyabû bihatina berdan, lê belê bi biryarên kêfî hîn têne ragirtin. Bicihanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Mafên Mirovoan a Ewropayê, yanî bicihanîna qanûnên heyî ji bo berdana wan têrê dikir. Ji bo siyaseta demokratîk baweriya civakî biafirîne, diviyabû ev bihata kirin. Bêyî derengxistinê divê girtiyên siyasî azad bibin. Eger hikumet dixwaze pêşî li siyasetê veke divê pêkanînên qeyûman betal bike, îradeya hilbijartî li wezîfeya wê vegerîne. Ev yek bendewariyeke şênber a Kurdan e û dikare bibe nîşaneyeke ji nêta baş a ji bo pêvajoyê.”
‘DIVÊ GOTINÊN BAHÇELÎ NEBE ÎLLUZYONEKÊ’
Azîz Tûnç bangên Bahçelî yên ji bo Rêber Apo nirxand û gavên Bahçelî weke ‘reva ji berpirsyariyê’ şîrove kir.
Tûnç got, “Bahçelî hevparê herî mezin ê desthilatdariyê ye. Dema ku piştgiriya xwe jê vekişîne wê hikumet bikeve. Li gel vê yekê jî weke ku li muxalefetê ye timî di nava îlluzyoneke welê de ye ku daxwazê ji desthilatdariyê dike. Eger ji dil be divê bi xwe sererastkirinên qanûnî yên van gotinên xwe bide kirin. Di ser gotina ‘mafê hêviyê’ re ku beriya niha anîbû ziman 2 sal derbas bûn. Lê belê di mijara rewşa hiqûqî ıya Birêz Ocalan de gaveke biçûk jî nehate avêtin.
Bahçelî bi çavê parastina mayindebûna dewletê li vê pêvajoyê dinihêre. Madem vê pêvajoyê weke mijareke mayindebûna dewletê dibîne, wê demê divê zorê bide AKP’ê ku gavê biavêje. Eger mijar mayindebûna dewletê be wê demê divê rabûna li ber AKP’ê jî bide ber çavên xwe.”
‘DEWLET JI ÇARESERIYA DEMOKRATÎK DIREVE’
Tûnç diyar kir ku tevgera Kurd weke stratejîk dest ji têkoşîna çekdarî bedaye, avaniya xwe ya rêxistinî jî li gorî aştiyê guhertiye, lê belê li gel vê yekê jî dewlet bi asêkirina vê meseleyê li nava çarçoveya ‘terorê’ ji çareseriya demokratîk direve. Tûnç ragihand ku dewlet çareseriyekê dixwaze, lê belê ev ‘çareseriyeke demokratîk’ nîne û got, “Dewlet hewl dide mercên çareseriyeke antî demokratîk biafirîne. Mejiyê desthialtdariyeke welê ku ji sala 2014’an û vir ve hewl dide gotina ‘Kurd’ ji lîteratura siyasî bibe, gelo bi çi rengî dikare bibe cihê baweriyê? Di rewşeke welê de ku gotina Kurd nayê bikaranîn, wê çawa karibe pirsgirêka Kurd çareser bike?”
Tûnç işaret bi girîngiya statuya “Koordînatoriya Siyasî û Aştiyê” kir ku Bahçelî ji bo Rêber Apo pêşniyar kir û got, “Ev gav bi tena serê xwe encamek nîne, lê belê mifteya rêya ber bi çarseriyê ve ye.”
Tûnç destnîşan kir ku Kurdan berpirsyariya xwe bi rengekî zêde bi cih anîn, niha dor a dewletê ye.

