Endama Tevgera Azadiya Kurdistanê Hêlîn Umît ku ji Bernameya Taybet a Medya Haber TV re axivî, derbarê Şehîdên Meha Gulanê, nîqaşên li ser statuya Rêber Apo û komkujiyên jinan, nirxandinan kir.
Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de di şexsê Şehîdên Meha Gulanê de Şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û anî ziman ku di encama têkoşîn û berxwedana şehîdan de tarîtiya li ser Kurdistanê hatiye parçekirin. Hêlîn Umît bi lêv kir ku ev berxwedan îro jî li çiya, zindan û qadan hîna dewam dike û diyar kir ku erka wan a veguhestina nirxên şehîdan ji bo nifşên nû heye.
Hêlîn Umît destnîşan kir ku dewle bi tecrîda li ser Rêber Apo re hewl dide zextê ne hundir li derve bike û wiha got, “Bi gotina; vaye Rêber Apo di şert û mercek wiha de ye, em bixwazin hevdîtin nabe, hewl didin li ser Tevgera Azadiyê û gel zextekî derûnî bikin. Lê ez dikarim wiha bibêjim; Em Tevgera Azadiyê 50 sal in li vê erdnîgariyê têdikoşin. Di wê wateyê de dikarim; qutkirina hevdîtinên bi Rêber Apo re û tecrîda li ser Rêber Apo, helwestekî ku wê pêvajoyê dirêj bike. Yên ku dixwazin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi tendurist pêşve biçe û gavên pêwîst bên avêtin, divê ji berî her tiştê nêzîkatiyên xwe yên ji bo Rêber Apo rast bikin.”
Roportaja Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît ji bo televîzyona Medya Haberê bi vî rengî ye.
Em di meha Gulanê de ne ku Tevgera Azadiyê ev meh weke meha şehîdan bi nav kiriye. Derbarê meha şehîdan hûn dikarin çi bêjin?
Beriya ku bersiva pirsa we bidim, destpêkê ez hezkirin û silavên hemû hevrêyên me ji Rêber Apo re dişînim. Meha Gulanê hem di têkoşîna şoreşa Tirkiyeyê, têkoşîna gelên li Tirkiyeyê de, hem jî di têkoşîna me ya li Kurdistanê de meheke pir girîng e. Di her roja vê mehê de şehîd hatine dayîn. Dema em li meha Gulanê dinêrin, bi rastî jî divê mirov rastiya şehîdan rast fêm bike, bi wan re bijî û watedar bijî. Bi vê wesîleyê, di serî de şehîdên me yên meha Gulanê, ez hemû şehîdên me yên têkoşînê, hemû şehîdên me yên demokrasî û azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Weke pêwîstiya dilsoziya me ya bi bîranînên wan re, ez car din soz didim ku em ê têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê bilind bikin, em ê statuya azadiya Kurdistanê pêk bînin. Helbet, weke tevgera azadiyê ya Kurdistanê ji aliyê meha Gulanê ve rastiyeke me ya wiha heye. Lê belê di rastiyê de, me têkoşîneke ewqasê bi heybet meşand ku 50 sal in şehîdan rastiya têkoşîneke wiha derxistin holê.
Hema bêje di her rojê de şehîdên me yên mezin hene. Lê belê pêşengê van, weke her kes dizane, weke gelê me dizane, divê gelên Tirkiyeyê hîn zêdetir bizanin, rastiya Hakî Karer e. Weke hûn dizanin 18’ê Gulanê roja şehadeta hevrê Hakî Karer e. Ev çima girîng e? Yanî li ser rastiya Hakî Karer dubare lêhêrbûn kirin û fêm kirin, ji bo fêmkirina rastiya Rêber Apo û PKK’ê girîng e. Belê, niha li Tirkiyeyê pêvajoyek heye, her kes hewl dide wate biditê, lê jixwe ji beriya bi salan bi hevrêtiya Rêbertî û Hakî Karer, têkiliya Kurd-Tirk heye. Û vê yekê mohra xwe li PKK’ê xistiye. Mohra xwe li Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi rengê tifaqa dîrokî, hevrêtiya dîrokî xistiye. Lewma îro hinek derdor fêm nakin, li cîhaneke ku çavê wan derdoran bi netewperestî, berjewendîparêzî û sermameyê hatiye tarîkirin, fêmkirina têkiliyeke hevrêtiyê ya wiha zehmet e. Lê Rêbertî ji bo heval Hakî Karer ev tişt got, “Mîna ruhê min ê veşartî ye.” Yanî ev tê çi wateyê, ciwanekî ji Behra Reş ku di nava tevgera çep a Tirkiyeyê de şêwe girtiye, bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re hatiye ba hev. Ev baş tê bîra min, Rêber Apo di nirxandinên xwe de her tim ev tişt destnîşan kir, Hakî Karer û Kemal Pîr hevrêyên wî yên destpêkê ne. Dema di Rêber Apo de fikrê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê şêwe digirt, yanî dema fikrê qonaxa komê şêwe digirt, heval Hakî Karer û Kemal Pîr bi wî re bûn. Piştî demeke diyar, piştî kom şêwe girt, Rêber Apo ji heval Hakî û heval Kemal re ev pêşniyar kiribû, em ê li Kurdistanê bimeşin.
HEM HAKÎ KARER Û HEM JÎ KEMAL PÎR DI TÊKOŞÎNA KURDISTANÊ DE BI ISRAR BÛN
Lîderên şoreşa Tirkiyeyê darbe xwarin – weke hûn dizanin beriya wê îdama Denîz Gezmîş wan heye, qetilkirina Mahîr Çayan wan heye, şehadeta Îbrahîm wan heye, yanî tevgera şoreşê ya Tirkiyeyeyê bê pêşeng ma – hûn jî dikarin ji bo têkoşîna şoreşa Tirkiyeyê rêxistinekê ava bikin. Lê belê, hem Hakî Karer hem jî Kemal Pîr di têkoşîna Kurdistanê de israr kirin. Divê îro ev yek baş were fêmkirin. Ez vê hem ji bo gelê Kurd dibêjim, hem jî bi taybetî ji bo kesên azadîxwaz û demokrasîxwaz ên li Tirkiyeyê, kesên têkoşîna sosyalîzmê dimeşînin.
Yanî heval Hakî Karer, ev yek dît, divê ev pir baş were fêmkirin, qedera gelên Tirkiyeyê jî di Kurdistanê de derbas dibe. Azadiya gelên Tirkiyeyê, di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de derbas dibe. Hingî Kurdistan tune were hesibandin, Kurd werin înkarkirin, Tirkiye azad nabe, gelên Tirkiyeyê azad nabin. Lewma em çiqasê jî li ser rastiya hevrê Hakî Karer lêhêrbûn bikin jî, ewqas wê me bibe heqîqet û rastiyê. Yanî eger em bixwazin di têkoşîna azadî û demokrasiyê de encam bigirin, divê em rêya xwe rast diyar bikin. Yanî ev ji bo gelê Tirkiyeyê, ji bo civaka Behra Reş a ku niha bûye navenda şovenîzmê, pir girîng e. Bi vê wesîleyê, min xwest car din bal bikêşim ser vê rastiyê. Belê ev hevrêtiya mezin, yanî têkiliya bi kok a navbera Rêber Apo û heval Hakî Karer PKK derxist holê. Yanî hûn dizanin, weke bersiva şehadeta heval Hakî Karer tevgera PKK’ê hate damezrandin û heya roja îro jî berpirsyariya xwe ya ji bo civaka Tirkiyeyê hîs kir û bi vî rengî gihişt vê rojê. Yanî ez dixwazim vê bêjim, hinek kes dizanin û bi zanebûn derewan dikin, hinek kes jî nizanin û bêzanebûn diaxivin. Di rastiya PKK’ê yan jî ya Rêber Apo de hewldana ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û dilsoziya ji bo nirxên azadiyê, bi vê pêvajoyê re destpê nekir. Ji roja ewilî ya têkoşînê û heya niha Rêber Apo her tim xwe li pêşberî gelên Tirkiyeyê berpirsyar hîs kir û li gorî vê pozîsyona xwe diyar kir. Eger mîna tevgerên din ên rizgariyê yên li cîhanê, encamên giran li Tirkiyeyê derneketibin holê, li Tirkiyeyê PKK nebûyîbe tevgereke cihêkar, eger ji bo pirsgirêka azadî û hebûnê ya Kurdan îro di seranserî Tirkiyeyê de li bersivê tê gerîn, rabirdûya vê xwe dispêre rojên destpêkê yên damezrandinê, yanî xwedî mîrateyeke wiha ya dîrokî ye. Bi vê wesîleyê, ez heval Hakî Karer car din bi hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ez bang li her kesê dikim ku heval Hakî Karer fêm bikin û mîna wî tevlî bibin, ez vê bi taybetî ji bo ciwanên Tirk dibêjim, ez vê ji bo ciwanên Kurd jî dibêjim.
BERXWEDANA ZINDANAN TARÎTIYA LI KURDISTANÊ PARÇE KIR
Niha jî, em dibêjin qonaxa şoreşa pozîtîf, qonaxa avakirinê, avakirina civaka komunal a demokratîk. Di pêvajoyeke wiha de mîna Hakî Karer divê her kes tişta di destê xwe de berde û berê xwe bide avakirina civaka demokratîk, Kurdistan û Tirkiyeyê li dora nirxên civaka demokratîk rêxistin bike. Helbet, di heman demê de roja Çaran e. Di Berxwedana Mezin a Zindana Amedê de bi pêşengiya Necmî Oner, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn, Ferhat Kurtay, rastiya Çaran a ku li dijî tarîtiya Zindana Amedê xwe kir goka agir, heye. Ev jî rastiyekî kolektîfek e. Dibe bi rengekî şexsî ji bo çalakiyên wiha biryar dayîn, hîn hêsantir be, yan jî mînakên wê hebin, lê belê 4 hevrê mil bi mil xwe dikin goka agir, ev jî nîşanî me dide ku em ê çawa bigihijin heqîqetê, ev yek me ronî dike û kolektîfbûnê nîşanî me dide. Bi vê wesîleyê ez van çalakvanên mezin jî yên ku îradeyeke bêhempa raber kirin, car din bi rêzdarî silav dikim. Li Kurdistanê berxwedana zindanê tenê zindan ronî nekirin, tarîtiya li ser Kurdistanê parçe kir. Lewma ev abîdeyên mezin ên mirovahiyê ti carî nayên jibîrkirin. Di roja îro de jî wezîfeya me ye ku em vê rastiya zindanê, berxwedana zindanê, nirxên ku di encama vê de derketine, bikin çîrok, li ser film û romanan çêbikin, her roja wê yek bi yek vebêjin, ji nifşên pêş re jî ragihînin.
19’ê Gulanê salvegera şehadeta heval Halîl Çavgûn e, navê sembola berxwedana Hîlwanê. Ew jî ti carî nayê jibîrkirin. Li dijî hêzên hevkar, feodal, jixwe niha em li dijî van hem di aliyê teorîk hem jî pratîk de têkoşînê hîn kûrtir dikin, li dijî hêzên ku li Kurdistanê bi hevkariyê xwe didin jiyankirin, heval Halîl bû guleya yekem. Bi vê wesîleyê ez heval Halîl jî bi rêzdarî û hezkirineke mezin bi bîr tînim.
HOZAN MIGÎN HEQÎQETA KU DIGOT, HETA DAWÎ JIYAN DIKIR
Têkoşîna ku wê rojê destpê kir, hîna didome. Li zindanan berxwedan didome, bi gelên Tirkiyeyê re mil bi mil têkoşîn didome, li dijî hevkar û xayînan têkoşîna me didome, parêzvantiya heqîqetê didome. Şehîd jiyan dikin. Yanî dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ tenê dirûşmeyek nîne, heqîqet bi xwe ye. Di vî warî de, meha Gulanê meheke wiha ye. Helbet ji dervey van şehîdên mezin ên me behs kirî, şehîdên mezin ên jin jî di vê mehê de hene. Hozan Mizgîn heye ku 11’ê Gulanê şehîd bû, hîna em bi hestên stranên wê û dengê wê dimeşin. Min timî jixwe pirs dikir, çima dengê Hozan Mizgîn ev qas bandor çêdike, ji ber ku heqîqeta ku vedibêje heya dawiyê jiyan dike. Milîtantiya wê tenê stran gotin nîne, milîtantiya wê belavî hemû hucreyên wê bûye. Hozan Mizgîn rastiyeke wiha temsîl dike. Her wiha heval Gulçiya Gabar di vê tevgerê, tevgera jinê, fermandariya tevgera jinê de, yek ji hevalên ku pêşketin afirandiye ye. Yanî di temenekî pir ciwan, temenê zarokatiyê de beşdar dibe. Gulçiya Gabar fermandareke ku ji aliyê hevalan ve tê mezinkirin. Bi tarzekî ku bibe layiq, bû fermandar. Îro her kes li çiyayan, hemû jin heval Gulçiya hem vedibêjin, hem jî lêdigerin. Ez heval Gulçiya jî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.
Meha şehadeta heval Leyla jî ye. Bi heval Leyla Agirî re jî em mane. Em li saha Rêbertî bûn. Wê demê ji Serhedê hatibû. Hem weke keçeke xaka Serhedê hem jî şervana wê xakê, li saha Rêbertî em bi hev re mabûn. Ji wê demê heya roja şehadetê, her tim bi gavên mezin meşiya, xwe bi lez pêş dixist. Bû yek ji sembolên jinên Kurd. Yek ji wan hevalan e ku em nebûna wê her tim hîs dikin. Sirri Sureyya Onder jî hem di vê pêvajoyê de, hem jî di pêvajoyên berê de, ji jiyana azad a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bawer dikir. Em nebûna wî jî pir hîs dikin. Nirxên pir mezin ên ji ber van şehadetan mane, hene. Ev nirx teqez wê me bibin serketinê. Ez bawer dikim ku em ê bi van nirxan, bi ser bikevin. Qasim Engîn, Mehmet Karasûngûr û bi dehan, bi sedan şoreşgerên ku min navê wan negotiye hene. Li ser vê rêyê, em ê bibin layiqê wan.
Weke hûn dizanin, ji 26’ê Adarê ve ti hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin. Di sala duyem a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, em hîna tecrîdê nîqaş dikin û ev tecrîd li ser Rêber Apo hîna dewam dike. Hevdîtin jî nayên kirin. Têkildarî vê yekê hûn çi dibêjin?
Belê, 54-55 roj in hevdîtin nayê kirin. Em dikarin bêjin 2 meh in bi Rêbertî re hevdîtin nayê kirin. Ji parêzerên Rêber Apo, Cengîz Yureklî jî ev rewş nirxandibû. Gotibû, tecrîd dewam dike. Belê, bi rastî jî car din derket holê ku her çendê em pêvajoyê nîqaş bikin jî, ti guhertin di rewşa Îmraliyê de çênebûye. Tecrîd dewam dike. Ev rewş, helbet di me de fikarê çêdike. Dibe ku mirov wisa binirxîne, zêde tendurist nebe. Yanî weke bêbawerî nirxandin, ji bo têkoşîna siyasî pênaseyên hinekî xeter e. Pênaseyên wisa ne ku divê zêde nirxandin li ser neyê kirin. Lê belê, ez dîsa jî bêjim ku bêbaweriyê çêdike. Yanî 2 meh in ti hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin, em ti agahiyê ji Rêber Apo nagirin. Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, bi vî rengî qutkirina hevdîtinan helbet rewşeke ku bêbaweriyê kûr dike. Divê her kes vê bizane.
Raste, em bi baldar nêzî pêvajoyê dibin. Em hewl didin fêm bikin. Em hewl didin, şaştiyan nekin. Qedera gelekî mijara gotinê ye. Armanca têkoşîna 50 salî ya gelekî, yanî em behsa tişteke hêsan nakin. Lewma em tedîr û baldar nêz dibin. Di van 2 mehên dawî de, qutkirina hevdîtinên bi Rêber Apo re, nîşan dide ku ev nêzîkatiya me ya bi tedbîr çiqasê di cih de ye. Tê fêmkirin ku divê mirov hîn bi baldartir jî be. Îradeya ku ji aliyê Rêber Apo ve tê temsîlkirin, her kes dizane. 7 sal in di şert û mercên tecrîda mutlaq de, di bin esaretê de Rêbertî seknek raber kir, ev pêvajoyeke têkoşînê ya bi heybet e. Hûn dizanin, pêvajoya Îmraliyê di heman demê de pêvajoya rojbûna sêyem a Rêbertî ye, pêvajoya guherîna paradîgmayê ye. Pêvajoya qutbûna ji dewlet û desthilatdariyê, pêvajoya avakirina paradîgmaya civaka demokratîk e.
TEVGERA AZADIYA KURD HEMÛ BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH ANÎ
Di rastiyê de dewlet Rêber Apo nas dike. Yanî nûnertiya Rêber Apo, îradeya Rêber Apo, israra Rêber Apo ya têkildarî civaka demokratîk û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û Komara Tirkiyeyê dizane. Ez di wê baweriyê de me ku di vê mijarê de nêzîkatiyeke cuda tune ye. Qet nebe kesên ku bi vî karî re eleqedar dibin, dizanin. Ya din şerê taybet e. Ya din mijareke têkoşînê ye. Baş e çima wiha dibe? Bo nimûne, baş e çima li ser Rêber Apo ji nû ve tecrîdek çêbûye yan jî hevdîtin hatin qutkirin? Ez vê yekê hinekî jî bi vî rengî dinirxînim. Ne li ser hundir, hewl didin zextê li derve bikin. Yanî dibêjin ku ‘Va ye lê binêrin Rêber Apo di nava van şert û mercan de ye. Ger em bixwazin em rê nadin pêkhatina hevdîtinan’ û hewl didin li ser Tevgera Azadiyê û gel zexteke psîkolojîk bikin. Lê belê ez dikarim vê yekê bibêjim. Em jî weke Tevgera Azadiya Kurdistanê ev 50 sal in li ser vê erdnigariyê têkoşînin dimeşînin. Her wiha ev 50 sal in li gel Komara Tirkiyeyê şerekî me heye. Em jî nas dikin. Ji ber wê ez dikarin vê yekê bibêjim ku qutbûna hevdîtinên li gel Rêber Apo û tecrîda li ser Rêber Apo nêzîkatiyeke wisa ye ku wê zêdetir pêvajoyê aciz bike. Kesên ku dixwazin Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk bi awayekî baş pêş bikeve û pêngavên hewce werin avêtin, divê beriya her tiştî nêzîkatiyên xwe yên li hemberî Rêber Apo sererast bikin. Ez dikarim vê yekê bi vî rengî bînim ziman. Yanî bo nimûne ez naxwazim vê yekê bibêjim ku bi awayekî zanebûnî tê plankirin lê belê rayedarên dewleta Tirk hinekî dikevin pozîsyona şantajkeriyê. Yanî dema ku kar di rêya xwe de pêş neketin sekinandina çûnên ji bo Îmraliyê, qutkirina rêya xwegihandina Rêber Apo ya raya giştî û qutkirina têkiliya Rêber Apo ya li gel Tevgerê berê rayedarên dewleta Tirk dide pozîsyona şantajkeriyê. Tu fêdeya vê yekê ji tu kesî re tune ye ku divê ev yek bi vî rengî were zanîn. Weke min beriya niha jî anî ziman, ez naxwazim bibêjim ku ev yek gelekî jî wiha nehatiye plankirin lê belê di encamê de tabloya derdikeve holê ev e. Baş e kî dixwaze ji diyariyeke bi vî rengî sûd werbigire û çima wiha dibe? A niha hin derdor nîqaşên weke ku Tevgera Azadiya Kurd pêvajoyê sekinandiye û gavan naavêje bi rê ve dibin. Lê belê dîsa kesên ku bi vî karî re eleqedar dibin, baş dizanin ku Tevgera Azadiya Kurd heya niha hemû berpirsiyariyên dikevin ser milên wê bi cih anîne. Yanî tiştên ku ji aliyê tu kes û tevgeran ve neyên kirin, di nava demeke gelekî kurt de hatin kirin. Tevgereke ku mohra xwe li 100 salên dawîn ên Rojhilata Navîn xistiye, hebûna xwe ya rêxistinî bi dawî kir. PKK’ê xwe fesix kir. Gelo ma bûyereke ji vê mezintir heye? Yanî bi rastî kesên ku bi vî karî re eleqedar, vê yekê dizanin lê belê şerekî taybet heye. Hê jî deq û dolabek heye. Yan na PKK’ê hebûna xwe ya rêxistinî bi dawî kiriye, stratejiya têkoşîna çekdarî hatiye bidawîkirin. Hatiye diyarkirin ku stratejiya têkoşîna çekdarî hatiye bidawîkirin û ger şert û mercên guncav werin dabînkirin wê derbasî siyaseta demokratîk û têkoşîna hiqûqî bibin. Yanî 30 hevalên me çekên xwe şewitandine. Yanî di rastiyê hemû tiştên ku divê werin, hatine kirin. Li vir qurnaziyeke bi vî rengî heye. Di rastiyê de piştî ku ev yek hatin kirin tiştên ku diviya dewleta Tirk bikin ên weke pêngavên yasayî, avakirina zemîna hiqûqî hene. Me di 12’emîn Kongereya PKK’ê ya xwefesixkirinê de du biryar girtin. Yek bidawîkirina hebûna rêxistînî ya PKK’ê ye. Ya din jî guherandina stratejiya têkoşîna çekdarî ye. Lê belê me ev her du bi tiştekî ve girê da: Jiyîn û xebitîna Rêber Apo ya bi awayekî azad û pozîsyona Rêber Apo ya ku vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Me got ku fesixkirina rêxistinî yanî temamkirina rêxistinî bes Rêber Apo dikare bike. Yanî Rêber Apo dikare bike. Ev rêxistin neçar e veguhere. Heya ku veneguhere ji nişka ve ji holê ranabe. Bes dema ku ew bidawîbûna rêxistinî veguhere tiştekî dikare were temamkirin. Em nikarin vê veguherînê bikin. Hê di destpêkê de me ev yek anî ziman.
RÊBER APO DIVÊ TEQEZ LI ER PÊVAJOYÊ BE
Çawa ku damezrînerê PKK’ê Rêber Apo be û xeta PKK’ê ya taktîkî, teorîk, fikrî û stratejîk ji aliyê Rêber Apo ve hatiye diyarkirin, ya piştî wê jî bes Rêbertî dikare bike. Rêbertî nebe em nikarin veguherin. Ev ne meseleya xwestin an nexwestinê ye. Yanî her kesê ku bi mantiqî difikire, bi rastî hinekî bi aqilane difikire wê vê yekê fêm bike. Em tevli Rêber Apo bûne, em milîtanên Rêber Apo ne. Em tenê dikarin di çarçoveya teorîk, paradîgmatîk, rêxistinî, stratejîk û taktîkî ya ku Rêber Apo ava kiriye de cih bigirin. Niha, Rêber Apo stratejiya demokratîk û stratejiya hiqûqî daniye holê. Yanî em wisa bi kişandina hewayê nokarin fêm bikin ku Rêbertî bê çi dibêje. Yan jî kureya me ya efsûnî tuneye. Mesela em nikarin li qehweyê binêrin bê Rêbertî çi gotiye. Ev e yan ew e? Wisa nabe. Ji ber vê yekê divê Rêber Apo teqez di serê vê pêvajoyê de be, heta ev yek di aliyê stratejiya têkoşîna çekdarî de jî wisa ye. Em 50 sal in li vê erdnîgariyê ne, me ji vê yekê bawer kiriye û divê her kes vê yekê bizanibe ku ji ber ku me bawer kir ku em ê bi têkoşîna çekdarî bi bigihêjin encamê çek bi kar anî. Yan na ne ji ber ku me ewqas ji çekan hez dikir, çavsorî bûn. Yanî derfeteke din a jiyanê tune bû? Ne wisa bû. Me têkoşîna çekdarî, stratejiya wê dikarin li Kurdistanê statuyê misoger bikin, Tirkiyeyê demokratîk bikin û hêzên zordar, faşîst û paşverû yên li Tirkiyeyê hilweşînin, çek bi kar anî. Ê niha siyaset, stratejî û hiqûqa demokratîk li şûna vê hatiye danîn, bêyî ku Rêbertiya me wan ji me re rave bike, bi me bide fêmkirin, me li gorî wê ji nû ve nede avakirin, yanî dibêjin ez ji bo wê vê yekê dibêjim, ew dibêjin ku me çekên xwe ji hêla hişmendî ve danayniye. Dibêjin qey cureyek heb heye, em ê wê bixwin û wê ew têgeha çekan hişê me were jêbirin. Ma tiştek wisa dibe? Ma nêzîkatiyek ewqas derveyî zanistî, ewqasî derveyî matiqê dibe? Di wê wateyê de ez dixwazim vê bêjim. Bi rastî hemû pêdiviyên pêvajoyê me di destpêka sala 2026’an, di meha Çileyê de ji bo pêşiya pêvajoyê vebe hemû gavên ku wekî niyeta baş tên binavkirin, gavên pêbawer avêtin. Yên dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, ger rastiya dewletê hebe, eger îradeyeke siyasî hebe, divê gavên pêwîst bihatana avêtin. Di serî de jî divê şert û mercên ku Rêber Apo fîzîkî bijî û bixebite hebû. Lê bala xwe bidinê wan mafê hêviyê jî nexistin dewrê. Daxwaza me mafê hêviyê jî derbas dikir bû. Yanî ne wisa ye, Rêber Apo girtiyekî siyasî bû. Cezayê xwe kişand. Ne wisa ye. Yanî ne wisa ye. Lê rastiyeke heye ku heta biryarên DMME’yê bi cih anîn. Niha ji bo wê bi cih neynin gelek dek û dolab hene. Mesela di meha Hezîranê de, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê diviyabû rewşa Rêbertiyê nîqaş bikira. Dîsa serî li dek û dolaban dan. Dibe ku pêvajoya heyî wekî sedemek nîşan dan û ew hevdîtin hat paşxistin. Ev yek nayê qebûlkirin.
RÊBERTÎ NE REWŞA XWE, REWŞA GEL ESAS DIGRE
Yanî her kes qala samîmiyet û baweriyê dike, lê di ku dera vê de samîmiyet heye? Yanî ez nizanim. Hûn binê kîjan daxuyaniyê bikolin, di binê wê de tiştek din derdikeve. Di vê wateyê de, ez bang li her kesî dikim ku bi berpirsiyarî tevbigerin. Yanî ji bo ku pêvajo bi tendurist bimeşe, divê statuya qanûnî û hiqûqî ya Rêber Apo were zelalkirin. Divê li gorî wê karibe bixebite. Li gorî vê, divê bê rewşa ku karibe bixebite. Nexwe, yanî erê, niha pêvajo cemidî ye an na, noqteya ku pêvajo hatiyê ev e. Ji ber ku hêza pêvajoyê dimeşîne Rêber Apo ye. Di hawîrdorek ku ew ne di dewrê de be, nexebite, dengê wî neyê bihîstin û rewşeke ku karibe tevbigere nebe, pêvajo mêvajo lê holê tunebe.
Dixwazim di çarçoveya vê pirsê de tiştek din lê zêde bikim. Niha, nîqaşên teyît û tespîtê hene. Di aliyê me de jî di pêvajoya van du mehan de hinekî bû teyîtkirina dewletê. Yanî ew her gav dibêjin, vaye çend çek hene. Yanî ev jî bû testkirina wan. Pozîsyona û rewşa raporê. Û dema ku em vê encamê derdixin, ez dixwazim careke din bi vî awayî binê wê xêz bikim. Yanî berê nîqaş wisa hebûn. Me hinekî nîqaş kir, wekî tevger me di hundirê xwe de nîqaş kir, wekî civata hevrêyên me nîqaş kir. Yanî Rêbertiya Îmraliyê li Îmraliyê bîme, ji ber sedemên ewlehiyê dibe yan na. Rêber Apo di vê mijarê de ne xwedî nêrînek tûj e. Jixwe Rêber Apo ne rewşa xwe, rewşa gel, têkoşîn û rewşa vê pêvajoyê dixe pêş. Lêbelê, ez dikarim bibêjim ku em gihîştine encameke bi vî rengî. Yanî me wisa digot dibe ku pozîsyona Rêbertiyê gav bi gav biguhere. Ne wisa ye. Ji bo ku pêvajo rast bimeşe, wekî gotineke pir populer heye dibêje; divê hûn bişkokên îşlikê xwe rast biqefilînin. Bişkoka yekem azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ye. Yanî wisa nabe, bila li Îmraliyê bimîne. Bifikire ku hûn li Îmraliyê di giravekê de ne. Di zarokatiyê de her tim dipirsin, dema ku hûn zarokek in, ciwanek in li giravekê bi tena serê dimînin, yanî bifikirin. Û hûn bi dijminê xwe re ne. Yanî di van şert û mercan de nabe. Ji ber vê yekê divê Girtîgeha Girava Îmraliyê teqez ji holê were rakirin. Divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. Yanî ev nebe ma wê çawa têkilî û xebata wekhev û azad çêbibe? Eger ev bibe, wê gavê tiştên bi tendurist çêbibin. Formûlên din bi formûlên pirsgirêk in. Encameke ku me jê derxistiye ev e.
Nîqaşên li ser statuya Rêber Apo berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de daxuyaniyên balkêş ên Bahçelî çêbûn. Qala koordînatoriya siyasîbûn û pêvajoya aştiyê dike. Li aliyê din daxuyaniyên rayedarên AKP’ê yên mîna poşmaniya bandor çêdibin. Gelo têkildarî van daxuyaniyan dikarin çi bibêjin?
Belê, nîqaş li ser statûyê hene. Niha di rojevê de ye. Bahçelî daxuyaniyek nivîskî, xuyaye ku raporek daye amadekirin. Di çarçoveya nexşerêyek de amade kiriye. Rapora ku ji 11 rûpelan û 7 xalan pêk tê weşand. Ev nîqaş wekî berdewamiya nîqaşa 5’ê Gulanê pêşnûmeye hat ber destê me. Pêşî vê bibêjim tevgera me wekî civata hevrêyan e, me hîn bi hev re li ser vê belgeya ku îro hatiye weşandin nîqaş nekiriye. Di demek nêzîk de wekî civata hevrêyan em ê nîqaş bikin û daxuyaniyek fermî wê were dayîn. Lê ez dikarim ewilî çend tiştan bibêjim. Derbarê vê raporê û van nîqaşan de bibêjim. Pêşî, ez dixwazim ewilî li ser têgeha statûyê hin tiştan bibêjim. Yanî em heman têgehan bikar tînin, lê gelo em heman tiştan fam dikin? Mesela ew girîng e. Em kîjan têgehê, çi û li ku derê bikar tînin girîng e. Berî ku ez werim bernameyê, min di ferhenga Tirkî de li pênaseya “statûyê” nihêrî. Wateya wê eşkere ye: di nava civakê de pozîsyon û rêzgirtina kesekî ye. Yanî statu vê pêk tîne. Di pênaseya têgeha statûyê de ev hatiye nivîsandin. Li ser vê yekê ez ê wiha bibêjim. Statûyek Rêber Apo heye. Rêberê gelê Kurd e. Rêberê 60 mîlyon Kurdan e. Rêber Apo tê wateya rêberê ku Kurd ji gorê derxist û hişt ku xwe nas bike. Belê, 50 sal berê jî Kurd hebûn. Li hin deveran hebûna Kurd êz dikşand jî, dixwest hebûna xwe îfade bike. Serhildan dikir. Yanî ez nabêjim ku Rêber Apo Kurd afirand. Lê Rêber Apo kesayetiya azad a Kurd a serdema nûjen derxist holê. Û 60 mîlyon Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, li Japonya, li Çînê, li her derê, niha xwe naskirî dijîn. Rêber Apo rêberê vê yekê ye. Yanî bi vê wateyê rewşeke wiha tuneye. Tu kes ji Rêber Apo re nabêje tu ev î, yanî nîqaşa statûyeke bi vî awayî nameşînin. Rêber Apo rêberê azadiya gelê Kurd e û ev Rêbertî bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan ji herêmî ber bi gerdûnî ve berfireh bûye. Di wê wateyê de rêberê gelan e, rêberê jinan e, rêberê civaka demokratîk e.
Hûn ê bibêjin statû çi ye û çima statûyê dixwazin? Em dixwazin ku ev statû were qanûnîkirin. Em dixwazin ku ev statû bibe hiqûqî. Ya rewa, tê zanîn û ji ber tê zanîn wekî muxatabek tê dîtin. Yanî îro dewleta Tirk çima Rêber Apo muxatab girt? Çima bi Rêber Apo re? Yanî dewleta Tirk vê yekê pir baş dizane ku kesê ku bandorê li dînamîkên 60 mîlyon Kurdan dike. Yanî di wateya ku rasterast rêxistinên wisa beralî dike de nabêjim. Lê yanî di wateyek madî û manewî de yê ku beralî dike, bi bandor dibe û di dilê her kesî de Rêber Apo ye. Dewleta Tirk vê yekê dizane. Tirkiye vê yekê bi dijwarî dizane. Pîrozbahiyên Newrozê ya îsal di ser wê re hîn mehek û nîvek derbas bû. Newroz ji bo gelê Kurd referandûmek bû. Newrozek ewqas mezin derxist holê ku yanî bi rastî danî holê ku Rêber Apo îradeya siyasî ye û wan temsîl dike.
2 PIRSGIRÊKÊN BINGEHÎN ÊN TIRKIYEYÊ HENE
Yanî dixwazim bê bibêjim, ji ber ku ev tişt têne zanîn niha hewl didin ku bi Rêber Apo re pêvajoyekê bimeşînin, û rast dikin. Belê wekî din tu kes nikare bi vî rengî gotinê bi Kurdan bide qebûlkirin. Kes nikare gotinê bi Tevgera Kurd re bibe qebûlkirin. Belê ev yek rast tê kirin. Lê divê vê yekê bi tiştekî wiha teng nekin. Yanî mesela ew rapora ku em jê re bibêjin nivîs an nexşerêya ku Devlet Bahçelî amade kiriye, ya ku ji 7 xalan pêk tê. Beriya bernameyê min çavek lê gerand. Yanî lîstika peyvan dikin, ne hewceye ku lîstika peyvan bikin. Bi awayekî veşartî domandina esareta Rêbertiyê bidin qebûlkirin ne nêzîkatiyek samîmî ye. Mesela di wê belgeyê de ev tişt heye. Hewayeke çawa danê. Bila di teslîmbûna tevgerê de cih bigire. Jixwe peyva tasfiyekirinê gelekî tê bikaranîn. Ma tiştek wisa tê qebûlkirin? Ma bendewarî wisa ye? Ez dixwazim bên vê derê. Ev nêzîkatî berevajî ruhê pêvajoya ku em niha tê de ne ye.
Mesela daxuyaniyên Mehmet Uçum hîn tundtir e, hîn dijwartir e. Nirxandinên wekî divê nîqaşên statûyê bi dawî bibin, divê qet çênebin û hwd. dike.Yanî ez wisa bibêjim, ruhê vê pêvajoyê eşkere ye. Di banga Rêber Apo de jî eşkere ye. Di manîfestoya ku daniye holê de jî eşkere ye. Yanî em heman belgeyan dixwînin, ew jî dixwînin. Heta niha di ser wê re zêdetirî salek derbas bû û heta niha ji aliyê dewletê ve tu liberabûnek cidî li ser banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk çênebûye, wê demê nirxandin û analîzên Rêbertiyê têne qebûlkirin û bersivê dibîne. Yan na nedihat qebûlkirin. Wê bigotana; na tu xelet dibêjî, xelet beralî dikî. Ma ruhê vê pêvajoyê çi bû? Nûjenkirina tifaqa dîrokî ya Tirk-Kurd. Niha ev nêzîkatî, hêsankirin û pêvajoyê bi teknîkî meşandin, ne pir li gorî ruhê pêvajoyê ye. Çima ne guncaw e?
Yanî ez jî wekî Tirkiyeyiyek dikarim vê bibêjim, du pirsgirêkên mezin li pêşiya Tirkiyeyê ne. Du pirsgirêkên mezin. Pirsgirêkên din jî hene. Yanî li Tirkiyeyê pirsgirêkên din ên civakî yên mezin hene, lê niha du pirsgirêkên bingehîn û wêranker hene. Yek ji wan ji ber sedemên derve diqewime. Li cîhanê pêvajoya guhertinê, li herêmê pêvajoya şer li dora Tirkiyeyê bûêye çembera ji agir, yanî dînamîkên guherbar li Tirkiyeyê guhertinekê ferz dike. Yanî ez wiha bibêjim; Rêber Apo di manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de mînakan ji sultanên Osmanî dide. Mînak, ger şaş nayê bîra min, beriya ku Yavûz Selîm derkeve şer, dayika wî jê re dibêje; “Kurê min tu diçî şer lê tê çawa xwe biparêzî? Li derdora te ewqas metirsî û rîsk heye.” Wê demê Yavûz Selîm wiha bersivê dide dayika xwe; “Dayê, min ji Kurdan ji xwe re kelehek çêkiriye.”
TIRKIYEYA KU DEMOKRATÎK NEBE, WÊ TUNDIYÊ HILBERÎNE
Ev diyalektîk di sultanên Selçûkiyan de jî heye, di sûltanên Osmaniyan de jî heye. Ketina Tirkan bo Anatoliyê, bicihbûna wan li Anatoliyê, bi rastî li ser bingeha hevpeymaniya Kurd-Tirk pêşketiye. Ev bi Selçûkiyan dest pê dike. Piştre bi Osmaniyan berdewam dike. Tifaqek wisa ya dîrokî heye. Dîrokek wê ya hezar salî heye. Di vê sedsala dawî de, ev tifaqa dîrokî ji hêla lîstikên derveyî ve, nîjadperestî û bi avakirina netewe dewletê hatiye têkbirin. Sed sal in, Kurd û Tirk di nav atmosferek pevçûnê de hatine avêtin. Niha bi pêlek wisa ya guherînê li herêmê, Tirkiye hewce dike ku vegere eyarên xwe yê berê. Eyara hebûna civaka Tirkiyeyê, mayîna wê li vê erdnîgariyê, bi tifaqa ku bi Kurdan re çêbike ve girêdayî ye. Ev ji bo Kurdan jî derbasdar e. Dema em li dîroka Kurd û Kurdistanê dinêrin, Kurd ji Medan dest pê dike û timî bi hêzên Anatolyayê re di nava tifaqê de bû û bi vî awayî li ser piyan ma.
Ez naxwazim dirêjtir bikim. Sedema ku ez behsa dîrokê dikim ev e: Tirkiye di xaçerêyek wisa de ye ku wê biryar bide ka ji Kurdan kelehek ava bike yan jî ji hêla wan ve were dorpêçkirin. Ev ne gef e. Her çar aliyên wê Kurdistan e. Pirsgirêkek navxweyî. Mebesta min Kurdistana Mezin e, beşa demografîk a herî girîng a Kurdistanê ye, û ji hêla erdnîgarî ve di nav sînorên Tirkiyeyê de ye. Ji ber vê Niha ew ji heqîqeta xwe ewqas haydar bûye, êdî Kurdên pêncî sal berê an jî dema ku komar hat damezrandin tuneye. Kurdan pêvajoyek modernbûnê jiyan. Pêvajoyek Neteweya Demokratîk jiyan. Di bin pêşengiya Rêber Apo de bêyî ku bibin nîjadperest ji hebûna xwe haydar bûn. Lê ew ji xwe haydar in. Ew nasname û hebûna xwe dixwazin. Ma niha ev ê bi tifaqek Kurd-Tirk çêbibe? Wê dîsa nûjen bibe yan nebe? Mesele di vir de veşartî ye. Pirsgirêka din a mezin çi ye? Pirsgirêka navxweyî ye. Yanî em bibêjim Kurdistana mezin, nifûsa herî girîng a Kurdistanê, parçeya demografîk û wekî erdnîgarî di nav sînorên Tirkiyeyê de ye. Yanî paşguhkirina vê yekê, yanî mesela Kurdistan tune ye, statûya Kurdistanê tuneye û hwd. Lê ji hêla erdnîgarî ve heye. Wekî gel Kurd heye. Ez vê nas dikim, lê ez welatê wê nas nakim. Ez vê nas dikim, lê ez navê wê nas nakim. Ez vê nas dikim, lê ez zimanê wê nas nakim. Divê bi van gotinan divê şêlû nekin. Niha pirsgirêka duyemîn ku min behs kir pirsgirêka demokratîkbûna navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Tirkiyeyek ku nikare aştiyê bike, nikare tu pirsgirêkên xwe yên demokratîkbûnê derbas bike. 100 sal dîroka komarê ev yek dubare nîşanî me daye. Pirsgirêka jinan, pirsgirêka aborî, pirsgirêkên dîplomasiyê û krîza civakî her ku çûne kûrtir bûne. Binêrin, îro li Tirkiyeyê krîzek siyasî, civakî û çandî ya pir cidî heye. Û di koka vê de bê guman pirsgirêka demokratîkbûnê heye. Dilê pirsgirêka demokratîkbûnê Kurd e. Bêyî çareserkirina vê, demokratîkbûna li Tirkiyeyê pêş nakeve. Heta ku ev çareser nebe li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêk nayê. Tirkiyeyek ku demokratîk nebe, ez wisa bibêjim, wê pêvçûnên navxweyî, tundiyê diafirîne.
HER KU DIÇE GIRANIYA BAHÇELÎ NAMÎNE
Heta nav malbatê jî diafirîne. Lê binêrin îro li Tirkiyeyê, hejmara qetilkirina jinan ewqas zêde ye ku zarok bûne gangster. Rêjeya çekdarbûnê li Tirkiyeyê bi rastî pir zêde ye. Û ev ji ber şer diqewime. Tirkiye pirsgirêkên xwe yên din nîqaş nake. Ji ber vê yekê divê mirov bi aqil û bi tendurist bifikire û nêzîk bibe. Ez dikarim di çarçoveya nîqaşên statûyê de van tiştan bibêjim. Yanî divê di vê çarçoveyê de lê binêrin. Belê me ji destpêkê ve înîsiyatîfa ku Devlet Bahçeli di vê pêvajoyê de girtiye ser xwe watedar dît, dixwazim bi vî awayî bibêjim. Rêber Apo jî wisa dît û wisa nirxand. Bi wê wateyê em tevli gotinên wî dibin an nabin. Yanî di wê wateyê de nabêjim. Projeyek ku wî daniye holê heye. Belê projeyek me jî heye. Rêber Apo vê yekê got. Got ku em di pêvajoya entegrasyona demokratîk de ne. Bi rastî ji Sibatê vir ve daxuyanî hatine dayîn. Rêber Apo daxuyaniyek da. Şandeya Îmraliyê daxuyaniyek da. Got ku em dikevin pêvajoya entegrasyona demokratîk. Planek Rêber Apo ji bo pêvajoya entegrasyona demokratîk heye. Lê bi vî rengî nabe; ev pêvajo bi ferzkirinên yekalî nameşe. Pêwîst e ku plana ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye danîn were nirxandin û di wê çarçoveyê de were meşandin. Ez qala Devlet Bahçelî dikim; planeke wî heye, lê wekî tevger planeke me jî heye û yê Rêber Apo heye.
Ez dixwazim vê yekê bibêjim. Ez ê vê bibêjim; yanî mesela di demên wisa ku pêvajo dixetime de xuyaye ku înîsiyatîfek wisa dane wî û ew pir dilîze. Lê her ku diçe giraniya Bahçelî namîne. Yanî ez dixwazim vê bibêjim. Ez dibêjim, lê di pratîkê de pêşketinek çênabe. Ev jî bendewariyan kêm dike. Bi rastî berevajî bandorê dike. Ez dikarim vê bibêjim. Xuyaye ku ew şirîkê desthilatê ye, lê di îradeya siyasî de pir para wî tuneye. Di pêşxistin û eşkerekirina îradeya siyasî de tuneye. Yan ew dema diaxive lîstikekê dilîze yan jî piştî axaftinê nikare bide kirin. Yanî pirsgirêkek bi vî rengî heye, min dixwest vê yekê bînin ziman. Bi qasî ku ez dibînim, cihê sereke niha li cem AKP’ê ye. Bi esasî AKP û Erdogan bi xwe îradeya siyasî temsîl dikin. Helwesta wan pir di paş de ye. Nêzîkatiya wan a li hember vê pêvajoyê ne jidilbûna wan nîşan dide.
Belê di demên dawî de daxuyaniyên sîstematîk ên Erdogan çêbûn. Yanî wekî ku em ê pêvajoyê pêş bixin, em ê dev jê bernedin bûn. Lê ew di gotinê de dimîne. Ez ji bo vê dibêjim. Polîtîka ne tenê hunera gotinê ye. Polîtîka îradeyek e. Qada polîtîka, qada biryarê ye. Em niha wê nabînin. Ez ji ber vê van dibêjim. Nexwe di gotinan de, di demên dawî de Omer Çelîk û beşek ji AKP’ê ji nav derxin, ger Erdogan esas bigrin, tîştek heye. Lê tu gav tune ne. Ev jî eşkere dide ku polîtîkaya mijûlkirin û hiştina ji demê re polîtîkateke desthilatdariyê ye, di nava bendewariyê de ne, di rastiyê de dixwazin li gorî rêveçûna şer a li herêmê gavê biavêjin û pêvajoyê jî dikin amûr. Wisa eşkere dibe. Lê dikarim bibêjim ku dem pir zû diçe. Tîştên ku di dema xwe de neyê kirin, dibe ku piştre berovajî bibe.
Mînak, Erdogan bixwaze dikare tenê di biryarnameyan de jî pêşiya hinek tiştan veke. Ew raye wî hebû. Ez bawer im pergala wan a serokatiyê ji bo vê yekê guncaw e. Di her mijarê de dikarin her curê biryarnameyê bigrin û pêk bînin. Ji bo nîqaşên statuyê jî wiha bibêjim; Belê, divê statuya Rêbertiya me hiqûqî û qanûnî be. Bêyî vê pêvajo pêşve naçe. Ne bi qanûnên derbasker û diyarkirinên muxleq. Belê, Rêber Apo rêberê gelekî ye. Rêberê tevgerekî ye. Ji ber ku îşaret bi vê hatiye kirin. Weke ku nikare wekî nûnerê avaniyeke etnîkî û civakî were qebûlkirin. Ma tîştek wisa dibe. Di belgeya 7 xalî ya Bahçelî de tîştek wisa hebû. Ev ne xisûsên ku bên qebûlkirin in. Ez dixwazim vê bêjim. Lê divê were nîqaşkirin û nêrîn bên girtin. Ez naxwazim bi vê yekê bibêjim ku pêşiya nîqaşkirina vê bê girtin. Lê helwesta me ew e ku statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo were naskirin; bigihe şert û mercên azad ên xebat û jiyanê; weke ku min di destpê de got, divê di vê çarçoveyê de Rêber Apo pêvajoya guherîn û veguherînê ku em têde ne birêve bibe û beralî bike.
We jî diyar kir ku divê pêvajo pêşve biçe. Di rastiyê de, ji aliyekî ve hewldan û tevlîbûneke mezin a gel heye. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi şîara, “Ji bo aştiyê gavê biavêje” meşên girseyî hatin lidarxistin. Di van meşan de ku bi pêşengiya gel, jin û ciwanan hatin kirin, peyamên girîng hatin dayîn. Hûn van meş û çalakiyan çawa dinirxînin û dikarin li ser wan çi bibêjin?
Ez di serî de her kesên ku tevlî van çalakiyan bûne, silav û pîroz dikim. Bi taybet destê xwe didin destên ku posterên Rêber Apo hildigirin. Dîmenên ku me demek dirêj nedîtibûn bûn. Divê zêdetir pêş bikeve. Dikarim wiha bibêjim; zimanê siyaseta demkratîk û aştiyê çalakî ye. Çalakiyên diyar pêş dikevin, lê divê em van têrker nebînin. Divê di pêvajoyeke wiha krîtîk, hesas, ya guherîn û veguherînê ku çarenûsê diyar bike de, di serî de Bakurê Kurdistanê divê çar parçeyên Kurdistanê li ser piyan be. Divê her roj çalakiyek were kirin. Divê bi her wesîleyê li hev bicivin. Çalakiyê ne tenê ji bo protestokirinê dibêjim. Di heman demê de divê di nava çalakiyên avakirinê û çalak de bin. Dema ku min ev çalakiyan hizirî, her ev hat bîra min, ji ber ku ev demeke em di nava xwe de nîqaş dikin. Rexneyên ku ji derdorên cuda tên tene. Ez bi li ber çav girtina wan dibêjim. Rexneyên ku di bendewariyê de nemîne, nekeve tevgerê, ji aliyê din bendewarî neke tên. Em heta ciheke mafê didin, dikarim wiha bêjim.
Bendemayin ne helwesta mirovên azad e, dixwazim wê bibêjim. Mirovên azad, civakên azad ji cihekî li benda tiştekî nasekinin. Dikarim mînakeke bi vî rengî bidim, şibandineke bi vî rengî bikim; Mesela dikarim bibêjim ku bendemayin taybetmendiya mirovekî kole ye. Bendemayina ji derve, bendemayin ji îradeyên cuda, xwestina hin tiştan ji wan, daxwazkirin. Bi aliyekî tê wateya destvekirinê. Civaka azad a ku Rêber Apo destnîşan kir bi vî rengî nabe. Civaka azad a ku Rêber Apo afirand li bendê nasekine, bi xwe diafirîne. Civak diafirîne. Civak ava dike. Meyla avakirinê meyla afirandinê ye. Ji ber vê yekê dixwazim vê bibêjim. Belê, temam dema ku di çarçoveya siyaseta demokratîk de têkoşîn li hemberî desthlaitdarî û dewletê hate meşandin, dema ku têkoşîna ji bo maf û hiqûqê hate meşandin, xwestina mafê xwe şêweyekî çalakiyê ye. Vê fêhm dikim. Ji aliyê hiqûqî ve divê em vê hîn bêhtir bikin. Divê em hiqûqa xwe biafirînin. Mafên xwe yên hiqûqî biafirînin. Lê belê ji vê wêdetir em çiqasî karibin civakê bi rêxistin bikin, çiqasî bibin civakeke rêxintinî, ewqasî jî em ê karibin bigihêjin her tiştên dixwazin. Em ê karibin her tiştên ku em dixwazin bi dest bixin.
CIVAKA KURD ÇIQASÎ BI RÊXISTIN BE, RÊBER APO JÎ WÊ EWQASÎ AZAD BIBE
Mînak, em qala meseleya ziman bikin. Li Kurdistanê axaftina bi Kurdî dibe ku ji aliyê fermî ve qedexe nîne, lê di pratîkê de qedexe ye. Em ê vê çawa ji holê rakin? Bi xwestina ji dewletê em ê nikaribin vê bikin. Ji xwe dewlet di halê hazir de dibêje, tam ne welê jî be di saziyên fermî de dibêje, li derveyî Tirkî bi zimanekî din nayê axaftin. Divê me destpêkê bi Kurdî biaxivin, tabellayên xwe bikin Kurdî, Tirkî. Çi bêjim, destpêkê em vê bikin ku karibin ên din jî pêk bînin. Mînak, em dixwazin rêxistinên komîn bi rengê sosyalîst, bi rengê azad û wekhev bijîn. Ji bo vê jî em ê saziyên vê, koorperatîfan bi rêxistin bikin. Em ê komînên jiyana bi hev re bi rêxistin bikin. Em ê komîna tenduristiyê bi rêxistin bikin. Divê em tiştekî ji cihekî hêvî nekin, îradeya xwe bi hêzekê ve girê nedin, nebin muxtacê wan ku îradeya me derkeve holê.
Lewma dixwazim bibêjim; pêvajoya em tê de ne hesas e, krîtîk e. Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo statuya wî em hîn bêhtir çalakiyan lidar bixin, li hev kom bibin, hevdu zane bikin. Çalakî di heman demê de aktîvîteyeke zanekirinê ye. Em tenê bi vê nemînin. Bi rastî jî vê demê li ser bingeha şoreşa pozîtîf, veguherînin demeke welê ku civaka demokratîk ava bikin, ku Rêberê me bi rastî jî azad bibe. Civaka Kurd çiqasî bi rêxistin bibe, çalak bibe wê Rêber Apo jî ewqasî azad bibe. Diyalektîkeke bi vî rengî heye. Ji ber ku ew îradeya gel e. Ev civaka welatparêz a bi keda jin, ciwan û şehîdên me yên mezin afirî divê bi vê zanibe. Li şûna ji dewletê hêvî bike, li bendê bisekine divê bi xwe biafirîne.
Ez li ser vê bingehê çalakiyên ku têne kirin silav dikim. Weke min got, divê hîn bêhtir bê meşandin. Bi taybetî ji bo jinan çalakî gelekî girîng e. Ji ber ku çalakî zanekirin e, kombûna li hev e, xurtkirina hev e, afirandina îradeyê ye, dîtina hêz û îradeya xwe ye. Li ser vê bingehê divê ev çalakî dewam bikin. Çalakî bi sernavê ‘Ji bo aştiyê gavê biavêje’ hate lidarxistin. Em bikin ku her kes ji bo aştiyê gavê biavêje. Ne tenê dewlet û desthilatdarî. Cîranên me, mirovên Tirkiyeyî, civaka Tirkiyeyê. Mînak niha li Tirkiyeyê, li Stenbol, Îzmîr, Manîsa, Derya Reş eger ji bo aştiyê çalakî bêne lidarxistin wê çiqasî bi bandor bibe. Çalakiyên ku civaka Tirkiyeyê di nav de be. Em bi vî rengî fikrên xwe bikin zemînek ji komara demokratîk, ji demokratîkbûna Tirkiyeyê re.
Mijareke din jî komkujiyên li hemberî jinan e. Herî dawî di dosyayên Gulistan Dokû û Rojîn Kabaîş de rastiyek derkete holê. Hûn van çawa dinirxînin?
Tundî, komkujî, êrişên li hemberî jinan pirsgirêkeke gerdûnî ye. Ne tenê li Tirkiyeyê. Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de li ser vê mijarê asoyekî nû da me. Bi pênaseya kujerê kastîk re diyar kir ku kujerê kastîk heman piştî avabûna civakîbûnê rê li ber şikestinekê vekir û heta niha jî bi rêk û pêk li hemberî hebûna jinê polîtîkaya tundiyê afirand, polîtîkaya kolekirinê afirand. Divê ev yek hîn bêhtir bê lêkolîn û fêhmkirin. Ji ber ku şikestina li wir, derketina kujerê kastîk û avabûna dewlet û desthilatdariyê kûr bû û xeta xwe ava kir. Niha jî rastiya ku derdikeve pêşiya me, avabûna kujerekî kastîk a di çarçoveya dewlet û desthilatdariyê de ye. Navê wê dewlet an jî tiştekî din jî be ev rastî nayê guhertin. Tenê ser wê tê nixumandin.
Di vê serdemê de rastiyeke welê heye ku mirov dikare jê re qirkirina jinê bibêje. Bi giştî dikarim vê bibêjim. Lê belê li Tirkiyeyê aliyên cuda derdikevin pêşiya mirovan. Bi taybetî di komkujiyên jinan ên li Kurdistanê de, di kuştinên jinan de em vê dibînin. Meknaîzmayên şerê taybet ji bo dînamîka azadiyê ya li Kurdistanê ji holê rake bi zanebûn berê xwe dide jinên ciwan ên Kurd, jinên Kurd. Dikarim vê bibêjim; hem di kuştina Gulistan Dokû de hem jî di kuştina Rojîn Kabaîş de, yan jî di komkujiyan de ne tenê du jin ên ciwan hatin kuştin. Weke vê gelek bûyer hene ku leşker, polîs, mêrên di nava saziyên dewletê de tê de cih girtin. Hemû dibe ku bi komkujiyê bi encam name, hinek bi destavêtin, destdirêjî û xwegirtina li malê bi encam dibe. Ev jî kuştina jinê ye.
Niha em asta herî bilind, jinên ciwan ên ku cenazeyên wan nehatin dîtin nîqaş dikin Ev hovîtî wê wê astê de ye, lê belê kuştina ruhê jineke ciwan jî komkujiyek e. Me ev ye ji bîr nekir; rastiya desthilatdarî û dewleta Tirk ku xwedî wî mejî ye ku dibêje ‘Keçên Kurd li şûna ku biçe çiyê bila bibe fahîşe’. Dema ku li vê difikirim timî Gladio tê bîra min, Gladiyoya Tirkan. JÎTEM a demekê. Mînak, çi bû bi wan, çi bû bi Gladiyoya Tirk? Bi hêzên qirêj ên li nava dewletê bi cih bûn, çi bû? Hatin tasfiyekirin, hatin darizandin, rûbirûbûn çêbû? Ti ji van nebû. Binihêrin, rêxistina Gladio li dijî bloka Sowyetê tiştekî li Emerîkayê hatibû avakirin. Bi destê Emerîkayê hate meşandin û li gelek welatan hate birêxistin. Li Îtalyayê, li Spanyayê hate birêxistinkirin, li Tirkiyeyê hate birêxistin. Lê belê di demên cuda de ev dewletên navborî rûbirûbûn pêk anîn. Deşîfre kirin, darizandin. Lê belê li Tirkiyeyê rewşeke bi vî rengî nebû.
Li Tirkiyeyê çi bi xwediyê şerê Gladio hat ku li hemberî gelê Kurd, şreşgeran, Kurdan, komunistan, sosyalîstan şer kirin? Gelo ev hatin darizandin, kîjan hesab ji wan hate pirsîn? Ev hemû sekinÎne. Li Tirkiyeyê pêwîstî bi pêvajoyeke rûbirûbûnê heye. Tundiya li hemberî jinê polîtîk e. Vaye li Kuridstanê êrişên li hemberî jinan ji aliyê hêzên li nava dewletê û şerê taybet ve tê meşandin. Heta ku hesabpirsîn nebe ronîkirin jî nabe. Yekî bi navê Akin Gurlek bû wezîrê edaletê. Tê bîra min ku AKP di salên 2000’î de bû desthilatdar. Herî zêde bi hesta edaletê, bi sozên ji bo anîna edaletê bûn desthilatdar. Civakê ji vê bawer kir û ew kir desthilatdar. Lê belê di rewşa heyî de li nava civaka Tirkiyeyê hesta edaletê nîne, tine bû. Li Tirkiyeyê hiqûq tine bû.
Dema ku têkoşîn hate meşandin divê ev yek baş bê zanîn. Heta ku li Tirkiyeyê demokratîkbûn nebe, gavên ji bo demokratîkbûnê neyê avêtin, rûbirûbûn nebe, wê demokratîkbûn nebe. Divê sûcên ku delweta Tirk li Kurdistanê li hemberî gelê KUrd kiriye bê ronîkirin. Hesabê vê yekê bê pirsîn. Bi vî rengî li ser bingeha rast têkilî dikare bê danîn.
Divê her jinek xwedî komînekê be. Komîn wê di heman demê de bibe xweparastina jinê. Jinên ku li hev kom bibin, hev nas bikin, bi hev re bijîn, bi hev re tevbigerin, bi hev re têbikoşin wê xw ewle bibînin. Ji bilî vê yekê têkiliyên mêr ê serwer, dewlet û desthilatdariyê nikare jinan biparêze.

