Cografya Kurdistanê ji roja destpêkê ya rûdana mejiyê serweriyê û pê ve ew cografya ye ku jin di nava berxwedanê de ne. Di nava herikîna dîrokê de yên ku herî zêde li ber şaristaniya serweran û serweriya mêr rabûn jinên Kurd bûn. Ji parastina eşîra xwe heta bi serhildana li dijî sîstema serwer jinên Kurd her tim di nava xweparastinê de bûn. Li şûna ku dîl bikeve destê dijmin, li şûna ku teslîmî dagirkeran bibin xwe ji zinaran avêtin. Li şûna ku xiyanetê li nirxên xwe bikin berxwedan danî pêşiya xwe û heta dawiyê parastina xwe kirin. Jinên kurd di her qonaxa dîrokê de bûn hêza berxwedanê û pêşengî ji berxwedanê re kirin.
Di dîrokê de berxwedana gelê Kurd nehate nivîsandin, her wiha berxwedana jinên Kurd a ji bo xweparastinê jî nehate nivîsandin. Di demekê de ku zexta qirkirinê li ser xaka Kurdistanê hebû jinên Kurd xwedî li kevneşopî, çand, ziman û jiyana xwe ya Kurdistanî derketin û parastina xwe kirin.
Rêber Apo di pirtûka xwe de ya bi navê “Parastina Gelekî” dibêje, “Lehengî, hêz û çalakbûna jinên Kurd ji kevneşopiya wê ya dîrokî tê.” Eger em bala xwe bidin ser vê kevneşopiya dîrokî;
Ya ku li Helebê mezin bû, neviya Selahattîn Eyyûbî bû, li dijî êrişên Mogol û Xaçî bajarê Helebê kontrol kir, bi rê ve bir û parast Mîrbanû Deyfa Xatûn e. Deyfa Xatûn ku 16 salan Heleb bi rê ve bir, dema ku Mogolan êrişî Helebê kirin, Heleb û gelê wê parast. Pêşengî ji artêşa xwe re kir û ki dijî Mogolan şer kir.
ENCAM YALMÛKÎ
Seroka Civata Tealî ya Jinên Kurd ku yekemîn komeleya Kurd bû û sala 1919’an ava bû Encam Yalmûkî ji bo azadiya gel û jinên Kurd bi çalakiyên demokratîk xebitî û xweparastin kir.
Di merasîma vekirinê ya civatê de ya li Stenbolê li Qada Sûltanahmetê, Encam Yalmûkî axivî û bi van gotinên xwe mînakek ji sekna têgihiştî ya jinên Kurd nîşan da ku mafên Kurdan diparast:
“Xanimno, em Kurd ji dema destpêkirina Îslamiyetê û pê ve ku qewmên cuda kir xwişk û birayê hev, yanî bi sedan sal in dilsozê miletê Tirk e, dostê wan ê herî xurt e, xwişk û birayên wan ên herî bi coş e. Di demekê de ku çarenûsa hemû gelan bi rengekî cuda tê nirxandin û ji her kesî re mafek tê dayin, em jî mafê xwe dixwazin. Ji ber ku bi milyonan Kurd hene û Kurdistaneke mezin heye.”
KEÇA NEGEDEYÎ
Di berxwedana jinên Kurd de yek ji mînakên xweparastinê Keça Negedeyî ye ku di Şoreşa Mahabadê de li refên herî pêş bû. Keça Negedeyî ku li nava malbateke welatparêz mezin bû, ji bo mafên gelê Kurd li ber xwe da ûu di avabûna Komara Mabahadê de roleke mezin lîst. Ev dil a ciwan bi wêrekî û hunera xwe li nava gel de hate naskirin û di têkoşîna neteweyî de para xwe pêk anî.
Rejîma Îranê piştî ku Qazî Mihemed darve kir, ji bo darvekirina Keça Negedeyî jî biryar da. Keça Negedeyî ku li zindanên Îranê rastî êşkence û destdirêjiyê hat, her tim berxwedan tercîh kir. Di êşkenceyê de çavên wê kor bûn, lê belê dest ji berxwedanê berneda. Keça Negedeyî ku hate darvekirin, sekneke mînak a têkoşîna xweparastinê ya jinên Kurd a bi rûmet nîşan da.
NAVÊ MIN LEYLA YE
Û di têkoşîna jinên Kurd de Leyla Qasim yek ji nûnerên sekna têkoşîna xweparastinê ye ku gelek helbestvanên Kurd di helbestên xwe de pesnê wê dan. Leyla ku li Kerkûkê ji dayik bû sala 1971’ê dema li Zanîngeha Bexdayê li beşa civaknasiyê dixwend, bi pirsgirêka kurd û mafên jinan re eleqedar bû. Li hemberî zextên rejîma Baasê yên li hemberî gelê Kurd belavok nivîsî û belav kir. Jinên li derdora xwe perwerde kir û çalakiyên demokratîk lidar xist ku bala jinên Kurd kişand ser xwe.
Leyla Qasim û hevalên wê ji ber ku bersiv ji çalakiyên wan ên demokratîk re nehate dayin, ji Balafirgeha Bexdayê balafir revandin û hewl dan dengê xwe bidin bihîstin. Leyla Qasim li gel hevalên xwe Cevad Hemevendî, Nerîman Fûad Mestî, Hesen Heme Reşîd û Azad Suleyman Mîranî di sala 1974’an de ji aliyê rejîma Baasê ve hatin girtin. Êşkencekaran di dema êşkenceyê de ji Leyla Qasim pirsîn; ‘Tu kî ye, navê hevalên te çi ye?’. Leyla Qasim jî ev bersiv da: “Navê min Leyla ye. Li welatê me mirov bi navê bavê xwe tê naskirin; yanî navê min Leyla Qasim e. Hevalên min gelek in. Ez nizanim bê tu li kîjan ji wan dipirse. Hevalên min; Cemîle li Cezayîrê ye, Clara û Roza li Saksonyayê ye. Tu li kîjan ji wan dipirse?” Li ser vê yekê êşkencekar kir qareqar û jê re got, ‘Tu çawa kete vê rêyê?’
Leyla Qasim jî bi van gotinan bersiv da: “Ez neketim vê rêyê, ez li ser vê rêyê ji dayik bûm. Ez Kawa yê jin im, Çermsor ên li Emerîkayê me, reşik a li Harlemê me. Ez warê şaristaniyê Mezopotamya me. Û ez Leyla Qasim im.”
Leyla Qasim ku mohra xwe li dîrokê xist, beriya bê darvekirin parçeyek ji porê xwe jê kir û ji dayika xwe re şand. Di 12’ê Îlona 1974’an de hate darvekirin. Leyla Qasim di berxwedana xweparastinê ya jinên Kurd de mînakeke lehengiyê ya neteweyî nîşan da.
Li Rojhilatê Kurdistanê berxwedêr Qedem Xêr û Şehnaz Xatûn a ku kincê mêran li xwe kir û bi artêşa ji 500 jinan li dijî Îraniyan şer kir, ji pêşengên jinên Kurd ên berxwedêr in.
Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd ku li cîhanê deng veda, li ser vê mîrateya çanda berxwedana neteweyî û gerdûnî bilind bû.

