“Em ê Şoreşa Rojava bi malbatên şehîdan destpê bikin û teqez bi ser bixîni…” Ev gotina ku Şehîd Xebat Dêrik beriya 15 salan got, heqîqet, hiş û têkoşîn hilgirt. Hîmên şoreşê bi malbatên şehîdan û rêxistinbûna gelê welatparêz, bi avakirina komîteyên parastinê û beriya her tiştî jî bi baweriya ji serketinê hate danîn. Ji ber ku şoreş ne tenê hilweşandina rejîma Baasê bû; ji aliyê leşkerî, siyasî, îdarî û civakÎ ve hatibû nirxandin û pêvajoyeke demdirêj bû. Di vê pêvajoyê de hem şehîd hem jî malbatên şehîdan hatibûn nirxandin. Şehîd wê mafê veşartineke bi rûmet bûya û malbatên wan jî ti carî hewcedarî kesî nebûya.
RÊXISTINBÛNA BI RENGEKÎ VEŞARTÎ
Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Rêveberiya Xweser Rêzan Gula ji ANF’ê re qala wê demê kir: “Her çend di sala 2014’an de me bi rengekî fermî konferansa xwe lidar xist û li herêmê meclîsên xwe ava kir jî rêxistiniya me hîn kevn e. Di dema rejîma Baasê de me bi rengekî dizî kar dikir. Malbatên şehîdan sala 2008’an destpêkê li Şehbayê li hev kom bûn. Wê demê gelek tişt qedexe bûn; civîn li aliyekî çend mirov nikarîbû li hev kom bibin. Lê belê sala 2011’an piştî ku li Rojhilata Navîn bihara gelan destpê kir, êdî diviyabû li tevahiya herêmê kar bihata kirin.”
Rêzan Gulo neviya welatparêzê Kurd û dostê Rêber Apo Yûsif Gulo ye, ku sala 2021’ê li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê di êrişa SÎHA ya dewleta Tirk de hate qetilkirin.
PÊVAJOYA SAZÎBÛNÊ
Di sala 2011’an de piştî ku li Sûriyeyê şerê navxweyî destpê kir, pêşengên weke Xebat Dêrik, Ferhad Şiblî, Salih Muslim û Gulê Selmo bi lez dest bi karê rêxistinbûnê kirin. Di serî de Herêma Cizîrê li seranserê Rojava bi malbatên şehîdan û welatparêzan re civîn hatin lidarxistin, ji bo serxistina şoreşê plansazî hate amadekirin.
Li gundê Bestasusê yê Dêrikê konferansa destpêkê hate lidarxistin; biryar hate dayin ku li her bajarî bi rengê koman rêxistinbûn bê kirin. Di vê pêvajoyê de diviyabû malbatên şehîdan bibûya sazî.
Sala 2014’an li kantonên Efrîn, Cizîr û Kobanê konferans hatin lidarxistin, piştre jî meclîs hatin ragihandin. Xwedîderketina li dayik, bav, hevjîn û zarokên şehîdan, avakirina şehîdgehan li her bajarî û komkirina arşîvên şehîdan jî di nav de biryarên girîng hatin wergirtin.
Rêzan Gulo ku beşdarî civîneke bi tevlîbûna Xebat Dêrik bû, got “Hevalê Xebat got, ‘Em ê Şoreşa Rojava bi malbatên şehîdan bidin destpêkirin û teqez bi ser bixînin’. Ji birêxistinkirina malbatên şehîdan û welatparêzan heta bi avakirina komîteyên parastinê bi rolên girîng rabû. Bi malbatan re timî civîn lidar dixist. Em îro weke meclîs xwedî li vê mîrateyê derdikevin.”
PIŞTGIRIYA BI MALBAT Û ZAROKÊN ŞEHÎDAN RE
Weke ku Rêzan Gulo destnîşan kir, Meclîsa Malbatên Şehîdan a ku xwedî li vê mîrateyê derdikeve li Herêma Cizîrê 9, li navenda Kobanê yek û li navçeyên wê jî çar buroyên wê hene. Her wiha beriya dagirkeriya sala 2018’an li navenda Efrînê û navçeyên wê jî buroyên wan hebûn.
Meclîs li her bajarê ku lê ye ji yekeyên civakî, siyasî, jin û zarokan heta bi perwerdeyê li gelek qadan bi taybetî piştgiriyê dide hevjîn û zarokên şehîdan. Her wiha ji bo perwerdeya zarokên şehîdan bûrsan dide û her meh jî bi rêk û pêk alîkariya madî dide hevjînên şehîdan. Her wiha ji bo peydakirina xaniyan heta bi dayina alîkariya kirê, bi berpirsyariya jiyana civakî radibe. Ji ber pêvajoya heyî şert û merc zorê bide meclîsê jî piştgiriyê dewam dike.
Li gorî agahiyên ku me ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtî li seranserê Herêma Cizîrê 5 hezar û 525 zarokên şehîdan hene, 2 hezar û 448 ji wan xwendekar in. Her wiha hezar û 914 hevjîn û 2 hezar û 999 dayikên şehîdan hene.
CIHÊ JIYANÊ YÊ KU MIRIN TÊK BIR
Li Rojava şehîdgeh hene ku rastiya şoreşê radixin pêş çavan. Şehîdgeh ne goristaneke ji rêzê ne, ne jî cihê şînê ye. Ew bexçeyekî bîrê ye ku azadî bi rûmetdarî li xakê hate spartin û bîranînên wan li xak û demê hate nivîsandin.
Her wêne, neqşa stêrkê, al an jî navê li ser gorê hatiye nivîsandin nîşaneya dewamiya şoreşê ye. Şehîd jî li vê derê ne têne jibîrkirin ne jî tenê têne bîranîn. Tevlî rîtma xakê dibin û dibin meşa şoreşê. Ev der ew cih e ku mirin têk biriye.
ŞEHÎDGEHA DESTPÊKÊ JI BO BÎRANÎNA XEBAT DÊRIK
Şehîdgeh hemû di pêvajoya piştî sala 2012’an de ava bûn. Şehîdgeha destpêkê jî ji bo bîranîna yek ji mîmarên şoreşê Xebat Dêrik li Dêrikê bi navê “Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik” bi fermî ava bû.
Piştre li Kobanê Şehîdgeha Şehîd Dîcle, li Qamişloyê Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan, li Dirbêsiyê Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî, li Tirbespiyê Şehîdgeha Şehîd Dilşêr û li Hesekê jî Şehîdgeha Şehîd Dijwar hatin avakirin. Li Hesekê her wiha şehîdgehek heye ku sivîl lê têne veşartin.
Yên ku tevlî pêngavên azadkirinê bûn, yên ku di êrişan de hatin qetilkirin û navên ku pêşengî ji şoreşê re kirin li van deveran bi merasîman têne veşartin. Li Herêma Cizîrê 13 şehîdgeh û 5 hezar şehîd hene.
LI EFRÎNÊ ÊRIŞ BIRIN SER ŞEHÎDGEHAN
Li navenda Efrînê jî Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr, li navçeya Cindirêsê Şehîdgeha Şehîd Seydo û li navçeya Şerayê jî Şehîdgeha Şehîd Refîq hatin avairin. Li Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr 288, li Şehîdgeha Şehîd Seydo 173 û li Şehîdgeha Şehîd Refîq jî 568 şehîd hatin veşartin.
Lê belê piştî ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên wê yên çete di sala 2018’an de destpê kirin, şehîdgeh bûn hedefa destpêkê. Şehîdgeha Şehîd Seydo di dema dagirkeriyê de, Şehîdgeha Şehîd Refîq dawiya sala 2019’an û Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr di Nîsana 2020’an de bi maşîneyan hatin hilweşandin û li şûna wan bazara heywanan hate avakirin.
Dagirkirina Efrînê di heman demê qetilkirina bîrê bû. Ev êrîş encameke kûr û plankirî bû.
HTŞ’Ê DA SER ŞOPA DEWLETA TIRK
Heman êrişên ku dewleta Tirk li Efrînê kir, HTŞ’ê jî li Rojava kir. Şehîdgehên ku li Til Koçerê 117, li Til Hemîsê 99, li Şedadê 473, li Minbicê 450, li Reqayê 359, li Kerameyê 167, li Tebqayê 230 û li Dêrazorê jî zêdeyî 100 şehîd lê hatin veşartin, di Çileya 2026’an de piştî ku HTŞ’ê kontrola van herêman bi dest xist, hatin hilweşandin, cenaze hatin derxistin û bi vî rengî êşkence hate kirin.
Li van herêman li şehîdgehan her wiha gorên sivîlan jî hebûn.
XWESTIN BAWERIYA BI ŞOREŞÊ BIŞIKÎNIN
Êrişên bi rêk û pêk ên ji Efrînê heta bi Til Koçerê, ji Reqayê heta bi Dêrazorê li dijî hişê kolektîf, têkiliyên civakî û bingeha îdeolojîk a Şoreşa Rojava hatin kirin. Çeteyên dagirker bi tinekirina destketiyên bi saya şehîdan hatin bidestxistin, xwestin ku çanda berxwedanê, hişê hevpar lawaz bikin û baweriya bi şoreşê bişikînin. Şehîdgeh hîn jî yek ji sembolên berxwedan û îradeyê ne.
Lê belê li gel êrişan hemûyan jî şehîdgeh sembola berxwedan û îradeyê ne.

