Di ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re 15 meh derbas bûn ku 27’ê Sibata 2025’an ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin. Di nava vê pêvajoyê de Tevgera Azadiyê ya Kurd hemû gavên ku dikarin bêne avêtin avêt, lê belê li aliyê dewletê gaveke bi tenê ya şênber nehate avêtin.
Li gel bangên balkêş ên Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî yên ji bo avêtina gavan jî desthilatdariya AKP’ê bi israr xw ebêdeng dike, gavên ku PKK’ê avêtiye ji nedîtî ve tê û îdîa dike ku pêşketinek nîne.
Nivîskar Fevzî Karadenîz anî ziman ku dewlet bi israr gavê neavêje û rewşa dawî ya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ji ajansa me re nirxand.
‘EWLET NAXWAZE NAV LI PÊVAJOYÊ BIKE’
Karadenîz diyar kir ku divê navê pêvajoyê bi rengekî rast lê bê kirin, dewlet naxwaze navê pêvajoyê lê bike û got, “Tê gotin, ‘Di pirsgirêka Kurd de pêvajoyeke çareseriyê jinûve destpê kir’. Bi dîtina min divê navê wê bi rengekî rast lê bê kirin. Ji ber ku dewlet ku aliyekî pêvajoya navborî ye, nav bi vî rengî lê nake. Tevgera Kurd ji bo xwegihandina li civaka demokratîk û komara demokratîk dixwaze pirsgirêkê bi rêyên siyasî û aştiyane çareser bike, lê belê dewlet bi rengekî cuda tevdigere. Bi gotinên vala yên weke ‘Tirkiye ya bê teror’ û ‘Yekîtiya mîllî, xwişk, biratî û piştevanî’ dixwaze pêvajoyê li demê belav bike û bi vî rengî bimeşîne.”
Karadenîz diyar kir ku mîmarê sereke yê bidawîkirina têkoşîna çekdarî Ocalan e û got, “Bi banga xwe re kir ku dawî li çekan bê anîn û rêya têkoşîna aştî û demokratîk vebe. Lê desthilatdarî tevnagere. Ji bilî komîsyona li Meclîsê ava bû, gaveke erênî ya hatibe avêtin nîne.”
‘KAPASÎTEYA DESTHILATDARIYÊ YA JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD NÎNE’
Karadenîz destnîşan kir ku kapasîteya desthilatdariya siyasî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nîne û got, “Li gorî min nêta desthilatdariya siyasî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, nêta ji bo Tirkiyeke demokratîk nîne ku Kurd û Tirk bi mafên wekhev weke welatiyên azad bi hev re lê bijîn. Xwedî kapasîteyeke bi vî rengî nîne. Yek ji sedemên neavêtina gavê û bêbersivhiştina daxwazên gelan ev e.
Li gel ku MHP’ê ji bo çareseriyê işaret bi Ocalan kir, desthilatdarî xwe nade ber vê yekê. Ev jî gelek pirs û bersivan bi xwe re tîne. Eger mirov qala fermiyetê û piraniya hejmarî nekin, MHP bi xwe jî ji aliyê îdeolojîk ve li desthilatdariyê ye; di nava artêşê, dadgeriyê, saziyên ewlekariyê û meclîsê de.
Dibe ku MHP ji hêza xwe ya rêxistinî ya bi dîsîplîn, yekîtiya xwe ya îdeolojîk bawer dike, lewma gavên welê bi wêrekî diavêje. Her wiha dibe ku bi çavekî ‘neteweyî’ li xeteriyên li Rojhilata Navîn ên li ser Tirkiyeyê dinihêre, lewma girîngiyê dide yekîtiya Tirk û Kurdan.”
‘MUXATABIYA YEKANE YA OCALAN AKP’Ê ACIZ DIKE’
Karadenîz diyar kir ku AKP bi hesabê hilbijartinê li pêvajoyê dinihêre, muxatabiya yekane ya Rêber Apo AKP’ê aciz dike û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Tevgera Kurd ji bo çareseriya pirsgirêkê ya bi rêya siyaseta demokratîk û aştiyane gavên pêwîst avêt. Weke ku min li jorê jî anî ziman, bi banga dîrokî ya Ocallan re çek ji dewrê derket û PKK’ê xwe fesix kir. Bêguman em nizanin bê di hevdîtinên navbera Ocalan û rayedarên delwetê de sozên bi çi rengî ji hev re hatin dayin. Bi vî rengî jî be desthilatdariyê heta niha gaveke erênî neavêtiye ku îzahata vê nîne.”
‘DIVÊ OCALAN KARIBE BI DERDORÊN SIYASÎ, REWŞENBÎR Û ROJNAMEVANAN RE HEVDÎTINÊ BIKE’
Karadenîz destnîşan kir ku bersiva erênî ya tevgera Kurd a li bangên Ocalan nîşan da ku Rêber Apo muzakerevanê sereke ye û got, “Di heman demê de Ocalan li nava gel jî xwedî statuyekê ye. Ji bo Ocalan karibe tevkariyê li çareseriya pirsgirêkê bike, ji bo karibe hevdîtinê bi derdorên siyasî, rewşenbîr, rojnamevanan re yekser bike, aliyê Kurd dixwaze statuya ‘muzakerevaniya sereke’ ya ku gel daye wî bi rengekî fermî bê qebûlkirin.”

