Hejmara qurbaniyên 2 teqînên ku îro li navenda paytext Şamê pêk hatin gihîştiye yek kuştî û 31 birîndar. Rayedaran diyar kirin ku “delîkek” dîtine ku dikare bigihêje bersûcên êrişê.
Rêveberiya Tenduristiyê ya Şamê ragihand ku di 2 teqînên ku li nêzî Wezareta Tûrîzmê qewimîn de kesek hatiye kuştin û 31 kesên din jî birîndar bûne. Berê, Wezareta Karên Hundir ragihandibû ku 18 kes birîndar bûne, di nav wan de çar polîs hene.
Berdevkê Wezareta Karên Hundir Nouredîn El Baba di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku xizmetên ewlehiyê “delîkek” dîtine ku dikare bigihêje bersûcên teqînan û da zanîn ku lêpirsîn berdewam dikin û tê payîn ku di demek nêzîk de kesên têkildar werin girtin.

