Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî destwerdana dadgeriyê û operasyona polîsan a li hemberî CHP’ê li Parka Roboskî daxuyaniyek da.
Berdevkê demê Becet Barût bi navê platformê axivî û zextên berê yên li hemberî siyasetmedarên Kurd bi bîr xist û got, qeyûm li şaredariyan hate tayînkirin û bi hezaran siyasetmedar hatin darizandin. Barût bi bîr xist ku li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî Selahattîn Demîrtaş hîn girtî ye.
Barût destwerdana polîsan a li Navenda Giştî ya CHP’ê weke “darbeyek li siyaseta demokratîk” pênase kir û diyar kir ku divê pirsgirêk li şûna zextê bi diyalogê bê çareserkirin.
Barût anî ziman ku qada siyaseta demokratîk teng dibe û got, “Em nikarin li hemberî êrişên li ser CHP’ê bêdeng bimînin. Her kiryara ku qada siyaseta demokratîk teng dike, dest datîne ser îradeya hilbijartiyan, êrişek li dijî me hemûyan e.”
Di daxuyaniyê de ji bo parastina mafê rêxistinbûn û azadiya fikrî bang hate kirin û işare bi girîngiya têkoşîna hevpar û aştiya civakî hate kirin.

