Piştî biryara Ocalan-2 a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî ‘’mafê hêviyê’’ pêşniyar li Tirkiyeyê kir ku heya Hezîrana 2026’an sererastkirina yasayî pêk bîne. Tevî ku aliyê Kurdan têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd biryarên gelek girîng standin û gavên pratîk avêtin jî hevkarên desthilatdariyê ji bilî hin daxuyaniyên erênî ne têkildarî mafê hêviyê ne jî têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd tê guherînên yasayî yên pratîk pêk neanîn.
Hiqûqnas Ayşe Acar Başaran têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
Hiqûqnas Ayşe Acar Başaran di destpêka axaftina xwe de bal kiand ser mafê hêviyê û ev yek anîn ziman: ‘’Dema ku em di çarçoveya hiqûqî de li mafê hêviyê binêrin, di hiqûqa cezayê modern de bes ne saziyeke înfazê ya teknîke, yek ji temînata rûmeta însanî ya di hiqûqa înfazê ya cezayî ye. En dikarin vê bi vî awayî îfade bikin: Dewlet nikare kesê ku ji ber sûcê herî giran hatiye mehrûmkirin jî bi hiqûqî û fiêlî bê hêvî bihêle. Rejîma înfazê ya li Tirkiyeyê li girtiyên ku cezayê muebeta girankirî lê hatiye birîn, tê sepandin, tam jî ji ber vê yekê ji aliyê hiqûqnas û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve tê rexnekirin. Daxwaza sererastkirina vê tim tê dubarekirin. Dema ku em ji aliyê Tirkiyeyê ve li vê yekê dinêrin jî ev mesele bes ne nîqaşeke hiqûqî ye. Ji ber ku Abdullah Ocalan bes weke girtiyeke siyasî nîne. Bi taybetî jîdema ku em di çarçoveya pêvajoya heyî de lê dinêrin, em dibînin ku bi milyonan însan weke rêberê xwe yê siyasî qebûl dikin; ji bo vê yekê kampanyayên îmzeyan hatine amadekirin, di serdemên cuda de daxuyani hatine dayîn, çalakî hatine lidarxistin û bang hatine kirin. Yanî divê ev yek ji nîqaşeke hiqûqî wêdetir weke helwesteke polîtîk bê nirxandin. Di rewşa Birêz Ocalan de rejîmeke taybet a ji şexsan re , sepaneke înfazê ya ji şexsan re heye. Beriya niha Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîneke xwe de ev mijar xistibû rojeva xwe. Bang li Tirkiyeyê kirbû ku têkildarî sepandina mafê hêviyê plansaziyeke gavavêtinê amade bike, mekanîzmayên hewce ava bike û gavên şênber biavêje. Lê belê Tirkiyeyê têkildarî vê yekê ne mekanîzma ava kirin ne jî gav avêtin.’’
Hiqûqnas Ayşe Acar Başaran di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê sepandina mafê hêviyê bes ne li ser zemîneke hiqûqî di heman demê de weke perçeyeke vê pêvajoyê û pêvajoyeke polîtîk were nirxandin û got: ‘’Nîqaşên têkildarî mafê hêviyê ji aliyekê ve tim di rojevê dehate girtin û ji aliyekî ve jî tim tê rexnekirin ku têkildarî vê mijarê pêngaveke hewce nayê avêtin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de ya girîng ne gotin e, ya girîng avêtina pêngavan e. Tevî ku bi ser biryarê sal û nîv derbas bûne jî hê jî sererastkirineke şênber nehatiye kirin. Her wiha têkildarî xalên ku di rapora komîsyona li Meclîsê de cih digirin jî pêngaveke şênber nehatiye avêtin. Weke tê zanîn di rapora komîsyonê de xalên têkildarî bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê cih digirtin. Li rex van yekan hin biryar û pêşniyarên din jî hebûn. Bi ser de ji bo beşeke van pêşniyaran hewceyî bi sererastkirineke hiqûqî ya nû jî tune ye. Bo nimûne têkildarî bicihanîna biryara têkildarî Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ên siyasî yan jî sepandina mafê hêviyê bêyî avakirina mekanîzmayeke nû yan jî sererastkirineke yasayî ya nû dikare di çarçoveya berpirsiyariyên heyî de gav werin avêtin.’’
Ayşe Acar Başaran di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo sepandina mafê hêviyê, bidestxistina statuya sermuzakerevan a Abdullah Ocalan û vekirina rêya van yekan divê têkoşîn were meşandin û ev yek anîn ziman: ‘’Têkildarî vê yekê gelekî rexne û nirxandin tên kirin. Lê belêem dizanin ku li vir nêzîkatiyeke polîtîk heye. Em dizanin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi nêzîkatiyeke polîtîk vê biryarê dinirxîne. Di heman demê de em dizanin ku di encama zext yan jî nerazîbûna raya giştî de ev biryar hatiye standin. Beriya standina vê biryarê ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve bi kampanya û çalakiyên curbecur têkoşîneke mezin hate meşandin. Di encama vê têkoşîna mezin de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nekarî bêdeng bimîne û neçar ma ku vê biryarê bistîne. A niha jî ji bo sepandina vê jî ji aliyê hiqûqî ve serlêdan û xebat tên kirin. Jixwetêkildarî vê yekê saziyên me hene û xebat tên birêvebirin. Lê belê divê ji aliyekî ve jî zexta civakî û raya giştî were avakirin. Divê rê were vekirin ku hem desthilatdarî di vê mijarêde gavan biavêje hem jî sererastkirinên hewce werin kirin. Di mijara sepandina mafê hêviyê de, ji bo bidestxistina statuya sermuzakerevan a Abdullah Ocalan û vekirina rêya van yekan divê li qadan tim têkoşîn were meşandin.’’

