Şêniyên wargehê piştî ku li Navenda Malbatên Şehîdan kom bûn, ber bi Şehîdgeha Şehîd Nûjîn ve bi rê ketin.
Di meşê de wêneyên Rêber Apo, alên KCK’ê hatin bilind kirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan ya Mexmûr Qedrî Şirîşî axivî.
Qedrî Şirîşî destpêkê di şexsê şehîdên meha Gulanê de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bibîr anî û diyar kir ku ew bi minasebeta Cejna alema Îslamî ya Qurbanê di hizûra şehîdan de amade ne.
Qedrî Sirîşî di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku şehîd ji her tiştî zêdetir nirxên civaka xwe ne û got: “Şehîd pêşengê gelê me, pêşengên me ne. Li ser vî esasî di erîfeya cejnê de, ji her kesî zêdetir pêwîste em şehîdan bibîr bînin. Ji ber ku şehîd esasê çêkirina nasnameya gelê xwe ne, çêkirina azadiya gelê xwe ne û îspata di oxira azadiya gelê xwe de canê xwe feda kirine ne. Di vê rêyê de, bûne pêşeng û ronahiya rêya me.”
Qedrî Sirîşî di dawiya axaftina xwe de got: “Di kesayeta şehîdên pêşîn ên Tevgera Azadiyê Mezlûm Dogan, Hakî Karer, Riza Altûn, Alî Haydar Kaytan, Sakîne Cansiz, Bêrîtan û Ronahî, bi deh hezaran şehîdên şoreşê careke din bibîr tînin û em dibêjin bila serê Serokatiya me sax be û serê gelê me sax be. Şehîd namirin.”
Piştî axaftinê girseya gel berê xwe da ser gorê şehîdan û mûm vêxistin.

