Li gorî daneyên ku ji aliyê Saziya Îstatîstîkê ya Norwêcê (SSB) ve hatine weşandin, Berhema Navxweyî ya Gîştî (BNG) ya welat di çaryeka yekem a salê de %6,2 mezin bûye.
Di heman demê de, zêdehiya bazirganiya derve ya Norwêcê gihîşt 226 mîlyar kronên Norwêcê. Saziyê diyar kir ku sedema sereke ya vê mezinbûnê, zêdebûna dahatên hinardekirina neft û gaza xwezayî ye.
Piştî şerê ku bi êrîşên Îsraîl û DYA’yê yên di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê dest pê kir, astengiyên li Tengava Hurmizê bûn sedema zêdebûneke cidî ya bihayên di bazarên enerjiya gerdûnî de.
Ji ber krîza li tengavê ku beşeke girîng a bazirganiya neft û gaza cîhanê di wir re derbas dibe bihayê hîdrokarbonên ku Norwêc hinarde dike di çaryeka yekem de bi navînî %23,5 zêde bû. Dahata ji firotina neftê %14,2 û dahata gaza xwezayî jî %37 zêde bû.
Tevî vê mezinbûna giştî, “aboriya bejahiyê” ya ku dahatên neft û veguhestina deryayî li derve dihêle û aborînas zêdetir dişopînin tenê %0,2 mezin bû. Ev rewş nîşan dide ku mezinbûna bihêz bi giranî ji sektora enerjiyê çavkaniya xwe digire.
Li aliyê din, Bankeya Navendî ya Norwêcê ji ber fikarên ku şerê li Rojhilata Navîn dikare bi rêya bihayên enerjiyê bihabûnê zêde bike, di meha Gulanê de bû yek ji yekemîn bankeyên navendî yên Ewropayê ku rêjeya faîzê bilind kir.

