Bi gotinên bêrîkirinê re, hestên xwişk, bira, dayik û bavekî wekî wêneyekî zindî dibûn. Gotinên ji dil diherikîn barana bihar û payizê didan hesidandin. Dilê guhdaran hem bi kêfxweşiyê tijî dibû hem jî bi êşê dişewitî. Mirov di wan çirkeyan de hesirên mîna ewrên tijî baran dîtin. Wê bêdengiyê ne qelsî, lê giraniya peyvên li gewriyê diçikiyan nîşan dida. Ji ber ku hin çîrok hene; bi tîpan nayên nivîsîn, tenê bi lêdana dil û hêsirên çavan tên xwendin.
Hêza peyvan veguherî bîranînên malbatekê ku zarokên xwe bi çanda şoreşgerî mezin kirine. Êşa windakirina Dorşînê êdî ji çîrokekê derketibû, bibû heqîqet û mîraseke pîroz. Şewata di dilê bira û hevrêyan de mîna volkanekê ber teqînê bû. Her gotineke ji devê birayê wê derdiket, rûpelek ji dîroka berxwedanê vedikir.
Gotinên ji dilê bira û hêsirên ji çavên hevrêtiyê, ew dem û warên dûr dianîn bîra mirov. Mirov dihizirî ku bêyî rûkeniya germ a hevretiyê xerab bike, dîsa van gotinan bîne ziman. Lê birayê wê û hevrêyê wê Şiyar Koçgirî wiha behsa Dorşîn (Dîlek Ergîn) dikir:
“Wê digot ‘birayê min Erdal e’, dema yekî tiştek bideyîna midaxele dikir. Min jî digot ‘xwişka min Dîlek e’. Di navbera me de têkiliyek taybet hebû; min ew dişiband xwe. Bi gelek taybetmendiyên xwe dişibiya min. Helwesta wê dihêşt ku ez baldar bim. Te hîs dikir ku çavên wê li ser te ye da ku tu şaşiyan nekî. Her cara dihatim malê bi tonan pirs ji min dikirin. Min digot ‘bes e, ez westiyam’. Meseleyan gelek lêkolîn dikir û dixwest fêm bike. Pirsên gelek balkêş dikirin; meraqeke pir xurt ku mirov ji zarokek hêvî nedikir di wê de hebû.
Şiyar Koçgirî, bal dikişand ser lêgerîn û gavên wê yên ber bi têkoşînê ve û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bi mamosteyên xwe re diket nîqaşê, ku bi tîpolojiyên cuda re li hev nedihat yekser bi ser me de diteyîsî. Ez wê demê di girtîgehê de bûm û min nikarîbû wê bibînim. Malbatê behsa wê dikir. Ez pê re eleqedar dibûm, jê re name û diyarî dişandin. Têkiliya me berdewam kir. Min ew dişopand; êdî siyasî bibû, beşdarî meş û çalakiyan dibû. Min xwest ew bê girtîgehê û carekê wê bibînim. Hat, me nêzî nîv saetê hevdîtin kir. Min jê re got ku pirtûka Rêber Apo ya li ser jin û malbatê bixwîne. Min navê hevalan da ku biçe pirtûkê ji wan bixwaze. Piştî meheke, hevalê Sefa hat û got ‘wê pirtûk xwend û dixwaze tevlî bibe, em çi bikin?’. Min got ‘tu çima ji min pirs dikî? Ji bo her ciwanekî Kurd çi dikin ji bo wê jî heman tiştî bikin’. Paşê di Tîrmeha 1994’an de bi birayê xwe re tevlî bûn.”
Rêzaniya bira ji bo xwişk jî bibû rê. Hilbijartina wê rêyê barê heta-hetayê yê heman armancê bû. Çîroka wê hem êşeke giran hem jî rûmeteke mezin e. Mirov dibîne ku çawa zarokek di nava lêgerîna mirovbûnê de mezin dibe û xwedî helwesteke polayî ye. Îro navê Dorşîn, hêsirên di çavan de vediguherîne stêrên ku rêya azadiyê ronî dikin. Bernameya Starên Azadiyê, vê carê vê hezkirin û lêgerîna xwebûnê bi zimanê malbatê radigihîne me.
ÇAVKANÎ: JIN TV – STARÊN AZADIYÊ

