Di gel ku bi ser pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de sal û nîv derbas bûn jî desthilatdarî hê jî di mijara pêngavavêtinê de dilsar e. Tevî pêngavên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên têkildarî birêveçûna pêvajoyê jî desthilatdarî serî li taktîka gîrokirinê dide û ev yek di nava raya giştî de dibe sedema nîşandana nerazîbûnan.
Paşvenekişandina qeyûman, neberdana girtiyan, zêdebûna operasyonên li ser CHP’ê her ku diçe pêvajoyê zêdetir bi awayekî neyînî bandor dike. Akademîsyen Nûray Turkmen têkildarî tiştên ku rû didin ji ajansa me re axivî.
‘GIRANBÛNA PÊVAJOYÊ BES NE JI BER DILSARIYÊ YE’
Akademîsyen Nûray Turkmen di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku divê pêvajoya çareseriyê bes ne li gel niyetan li gel karekterê rejîmên siyasî û kapasîteya veguherîna dewletê jî were nirxandin û ev yek anîn ziman: ‘’Bi min divê pêvajoya çareseriyê bes ne li gel niyeta aliyan li gel karekterê rejîma siyasî, hevsengiyên hêzê, asta rewabûna civakî û kapasîteya veguherîna dewletê were nirxandin. Ji ber vê yekê nirxandina giranbûn yan jî pêşketina sînordar ya pêvajoyê ya weke ‘’dilsarî’’ yan jî ‘’israrê’’ wê kêm bimîne. Li Tirkiyeyê tim di navbera nêzîkatiya dewletê ya ewlehiyê dixe navenda xwe û perspektîfa demokratîkbûyînê de rageşiyek heye. Her pêngaveke têkildarî çareseriya demokratîk; bes ne meseleyeke muzakereyê ye, di heman demê de tê wateya jinûvesererastkirina hiqûq, hemwelatîbûn, demokrasiya xwecihî, nûnertî û qada dewletê. Ev yek jî ji aliyê desthilatdariyê ve dikare weke qadeke ku jinûveavakirina hevsengiyên siyasî ya zehmet were dîtin. Her wiha di atmosfereke ku ew demeke dirêj e lê şer pevçûn hene de kesên biryardêr gelek caran serî li tercîha ‘’pêşiyê ewlehî piştre reform’’ didin. Lê belê tecûrbeyên navneteweyî berovajiya vê yekê nîşan didin: Aşitiya mayînde gelek caran ne bi berfirehkirina polîtkayên ewlehiyê; li gel pêngavên siyasî yên bawerdêr, temînatên hiqûqî û zedekirina beşdarbûna civakî pêkan dibe.’’
‘BERPIRSIYARÎ BES NE YA DEM PARTIYÊ YE YA HEMÛ MUXALEFET Û CIVAKÊ YE’
Nûray Turkmen piştre bal kişand ser rexneyên ku DEM Partiyê nekariye pêvajoyê ragihîne, diyar kir ku DEM Partî ji bo civakîbûna pêvajoyê xebitiye lê belê divê were nîqaşkirin bê ka vê yekê xwe di nava derdorên berfireh ên civakê de xwe nîşan daye yan na û got: ‘’Bi temamî redkirin yan jî qebûlkirina vê rexneyê jî ne hêsan e. Ji ber ku divê li vir em du astan ji hev cuda bikin: birêvebirina pêvajoyê û civakîkirina pêvajoyê. Weke em dizanin; mayîna pêvajoyeke siyasî ya bes di navbera navendên partiyan, serokan yan jî aktorên muzakereyê de têrê nake. Divê beşên cuda yên civakê jî xwe weke kirdeyên vê pêvajoyê hîs bikin. Bi taybetî jî dema ku em li tengkirina qadên nîqaşên raya giştî yên di salên dawiyê de, zêdebûna berberîbûnê û avaniya çapemeniyê ya perçeyî dinêrin em dibînin ku hilberîna rewabûna civakî ya bes li gel mitîngên siyasî yan jî daxuyaniyên partiyan zehmet e. Pêvajoyên çareseriya demokratîk bes têkildarî têkiliya di navbera aliyên şer û pevçûnê de nîne, bi awayekî rasterast girêdayî atmosfera demokratîk a giştî ya welêt e. Ji ber vê yekê jî destwerdanên têkildarî muxalefeta sereke yan jî hemû sepanên ku qada siyaseta demokratîk teng dikin bandorê li nîqaşên çareseriyê dikin. Lê belê veguherîna demokratîk ya mayînde dikare li gel piraniyê û pêbaweriya rastîn pêş bikeve. Ji ber vê yekê mesele bes ne meseleya partiyekê ye; pirsa bê ka qada siyaseta demokratîk berfireh bûye yan na ye.’’
‘SEKNA REWŞENBÎRAN JI ÇEND MEYLAN PÊK TÊ’
Nûray Turkmen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser sekna rewşenbîrên Tirkiyeyî jî, diyar kir ku nirxandina ku rewşenbîr di nava yek seknê de ne wê kêm bimîne û ev yek anîn ziman: ‘’Ne pêkan e ku civak yan jî rewşenbîr di nava yek seknê de werin nirxandin. Lê belê em dikarin qala çend meylan bikin. Meyla yekemîn; derdora ku bi awayekî xurt piştgiriyê didin bidawîkirina şer û pevçûnan û demokratîkbûyînê lê belê dixwazin ku ev yek bi awayekî eşkere, temînatên hiqûqî û li gel beşdariya civakî were birêvebirin. Meyla duyemîn; Derdorên ku ji ber tecrûbeyên beriya niha bi awayekî bipîvan nêzîk dibin û bi fikar in ku pêvajo bes veguhere pêngaveke siyasî ya taktîkî. Meyla sêyemîn jî ew derdor in ku pêşaniyê didin nêzîkatiya ewlehiyê dixe navendê û xwe ji nîqaşên çareseriyê dûr digirin.’’

