Civîna Konseya 71’emîn a Fona Hawirdorê ya Global (GEF) li Navenda Kongreyê ya Semerkantê destpê kir. Di civînê de ku nûnerên bi qasî 150 welatî tevlî bûn, ji bo projeyên hawirdorê yên welatên donor banga fînansmaneke berfireh û zêdekirî hate kirin. Welatên li ser rêya pêşketinê ne di peydakirina çavkaniyan de daxwaza hêsankarî û edaletê kirin.
Welatê donor meha Nîsanê ji bo çerxa nûbûnê ya 9’emîn a Fona Baweriyê ya GEF’ê di qonaxa destpêkê de soza ji bo 3,9 milyar dolarî dabûn. Ev dema nû ku weke GEF-9 hate binavkirin, wê di navbera salên 2026-2030’î de li seranserê cîhanê bi projeyên hawirdorê bêne destekkirin.
Dîrektorê Bicihanînê ya Demkî ya GEF’ê Claude Gascon got, ew diwazin bi hevkariyeke hîn xurt a navbera saziyên hikumetê razemeniyên mezin bixin nava liv û tevgerê. Gascon diyar kir ku piştgiriya ji bo welatên kêm bi pêş ketine û dewletên ji giravên biçûk wê dewam bike û got, “Divê çavkanî bi rengê herî berhemdar bigihêje wan welatan ku bandora herî giran li wan dibe.”
Şêwirmendê Hawirdorê yê Serokkomarê Ozbekistanê û Serokê Komîteya Guherîna Avhewayê û Ekolojiyê ya Neteweyî Aziz Abdukhakimov jî destnîşan kir ku ew bi krîzeke gerstêrkê ya sêalî re rû bi rû ne ku ji krîza avhewayê, jidestdana cihêrengiya biyo û qirêjiyê pêk tê. Abdukhakimov ragihand ku ji bo xwegihandina li sozên têkildarî hawirdora global dem gelekî kêm bûye û diyar kir ku rola GEF’ê ji her demê girîngtir bûye.
WELATÊN BI PÊŞ DIKEVIN DAXWAZA XWEGIHANDINEKE ADÎL DIKIN
Di civînê de welatên li ser rêya pêşketinê ne, fikarên xwe li ser gihîştina fînansmana hawirdorê ya ji bo welatên ku pêwîstiya xwe pê heye anîn ziman.
Welatên Efrîkayê ragihandin ku di têkoşîna li hemberî ziwatî, bêewlehiya xurekê, xerabûna zeviyan û jidestdana cihêrengiya biyo GEF-9 firsendeke girîng e, lê belê çavkaniyên heyî gelekî dûrî pêwîstiyên parzemînê ne. Nûnerê Mozambikê Baixo Eduardo daxwaza fînansmaneke xurtir, pêvajoyên serlêdanê yên hêsankirî û piştgiriya kapasîteyê ji bo herêmê kir.
Dewletên ji giravên biçûk pêk tên jî heman fikarên xwe parve kirin. Nûnerê welatên Karîbîkê destnîşan kir ku welatên SIDS’ê ji bo karibin bigihêjin armancên xwe yên pêşketina domdarî û hawirdorî pêwîstî bi fînansmaneke xwegihandinê, têker û pêşdîtî heye.
TEVLÎBÛNA GELÊN XWECIHÎ WÊ ZÊDE BIBE
Yek ji taybetmendiyên bingehîn ên GEF-9 ew e ku xwedî bernameyên hevgirtî be ku guherîna avhewayê, jidestdana cihêrengiya biyo û zerara li zeviyan bi hev re binirxîne. Tê payin ku 31 jê welatên kêm pêşketî ne, 26 jê welatên ji dewletên giravên biçûk bi igştî 98 welat tevlî van bernameyên di navbera salên 2026-2030’î bibin.
Bi navê Koma Piştevaniya Gelên Xwecihî ya GEF’ê Giovanni B. Reyes axivî û anî ziman ku gelên xwecihî di pêvajoya nûbûNê de yekemcar bi xurtî li dora maseyê ne.
HEVKARÊN NÛ HATE EŞKEREKIRIN
Di destpêka civîna bilind de hevkarên nû jî hate ragihandin. Gascon diyar kir ku di çarçoveya Hewldana Qadên Parastî yên Efrîkayê de ji bo parastina cihêrengiya biyo ya li Efrîkayê bi saziyeke xêrxwaziyê ya ku navenda wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye hevkarî hatiye kirin.
Bankaya Cîhanê jî ragihand ku ji bo GEF-9 di halê hazir de tevkariya ji 3,3 milyar dolarî hatiye erêkirin.
GEF’ê diyar kir ku ji bo çerxa fînansmanê ya 2026-2030’î pencereya tevkariyê wê di dema Civata Giştî de vekirî be û welat wê karibin sozên nû bidin.

