În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 roj in agahî ji hunermend Jîna Ehmedî nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gef li qadên jiyanê û çavkaniyên debarê tê xwarin
Kurdistan

Gef li qadên jiyanê û çavkaniyên debarê tê xwarin

Enver Narînç ku li navçeya Pasûr a Amedê sewalkariyê dike, diyar kir ku maliyet û karên lêgerîna petrol û madenê yên li herêmê zorê dide gundiyan. Enver Narînç diyar kir ku gef li çavkaniyên debarê û qadên jiyanê tê xwarin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi krîza aborî re li Kurdistanê pirsgirêka debarê her roj girantir dibe. Ne tenê li bajaran, krîz û giraniya jiyanê li gundan jî tê dîtin. Krîzê sewalkarî aniye ber qedandinê. Gundiyên ku bi şîr û goştê sewalên xwedî dikin debara xwe dikin, ji ber bihayê zêde yê êm û talankirina ekolojîk zor û zehmetiyan dikişînin.

HEM LI HEMBERÎ KRÎZA ABORIYÊ HEM JÎ LI DIJÎ TALANKIRINA XWEZAYÊ TÊDIKOŞIN

Yek ji deverên ku ev pirsgirêk lê heye navçeya Pasûr a Amedê ye. Li navçeyê ku ji ber qadeke çiyayî ye derfetên çandiniyê lê kêm in, gundî bi giranî sewalkariyê dikin û bi vî rengî debara xwe dikin. Enver Narînç ku nêzî sih sal in sewalkariyê dike, yek ji wan e.

Enver Narînç ku li gundê Temiran ê ser bi navçeyê dimîne, karê ku bi heywanekî destpê kir bi demê re mezin kir. Narînç ku bi hatineya ji heywanan zarokên xwe mezin kir û debara xwe pê kir, niha ji ber krîza aboriyê û talankirina xwezayê weke berê nikare debara xwe bike. Ji ber zêdebûna bihayê êm heywanên xwe bi zorê xwedî dike û weke berê hatineyê jê nagire, her wiha ji karên lêgerîna li maden û petrolê jî aciz e ku ji par ve li gundê wan tê kirin.

Şîrketa TPIC Anonîm a ser bi Petrolên Tirkiyeyê (TPO) ji par ve li herêmê li petrol û madenê digere. Şîrketê ku li cihekî nêzî Licê şantiye daniye, li pênc navçeyên bajêr karekî berfireh ê lêgerîna li petrolê dimeşîne. Li Pasûrê jî bi hezzaran dar birî ye û ber bi çiyê ve rê çêdike. Şîrket bi dînamîtan madenên li binê erdê tespît dike.

Şîrket ku ji bilî birîna daran karekî nake, tê payin ku piştî qedandina karê xwe yê li Licê berê xwe bide Pasûrê. Ji ber karê lêgerînê jî li gundan bi hezaran dar hatin birîn û çêrgehên heywanan kêm bû. Enver Narînç işaret bi vê yekê kir û fikarên xwe anî ziman ku eger madenek bê tespîtkirin wê qada jiyana xwezayî ya li gundê wan tine bibe.

Enver Narînç anî ziman ku ji ber zêdebûna bihabûnê, krîza aboriyê, projeyên bendav, maden û petrolê yên li herêmê gefê li çavkaniyên debarê û qadên jiyanê dixwin. Narînç ragihand ku sewalkarî êdî nema dikare bê kirin.

Narînç got, “Niha yekane karê min sewalkarî ye. Çêlekan xwedî dikim. Min zarokên xwe hemû bi van heywanan xwedî kir û mezin nkir. Li gorî derfetan me şîrê wan firot û bi wî pereyî jî hewl dan vî karî dewam bikin.”

‘BIHAYÊ ÊM LI GORÎ BERÊ BI DU QATÎ ZÊDE BÛ’

Narînç diyar kir ku herêma ew lê ne ji ber çiyayî ye derfetê çandiniyê lê nîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Yekane derfet sewalkarî ye. Em naxwazin ji vê derê koç bikin û biçin bajaran. Lewma hewl didin bi vî rengî debara xwe bikin. Em gelekî kedê didin, lê belê salên dawî mesrefa sewalkariyê zêde bû. Me berê êm û ka bi erzanî dikirî, lê belê krîza aboriyê weke her tiştî bandor li wê jî kir. Em niha kîloyekî ka bi du qatî biha dikirin.”

‘LÊGERÎNA LI MADENÊ WÊ BI KÊRÎ ME NEYÊ’

Narînç ragihand ku li gel pirsgirêkên aboriyê gef li ser qadên jiyanê heye û bi van gotinan nerazîbûn nîşanî karên lêgerîna maden û petrolê ya li herêmê da: “Li gel bihabûn û vê krîzê, sewalên me û qadên me yên jiyanê di bin gefê de ne. Li herêma me ji par û vir ve lêgerîna li petrol û madenê heye.

Her wiha Bendava Sîlvanê jî li ber gundê me tê çêkirin. Di lêgerîna li petrolê de bi hezaran dar hatin birîn û karên lêgerînê dewam dike. Eger bê dîtin wê hîn bêhtir dar bêne birîn û qirkirinekê bikin. Li gel vê yekê wê yekane çavkaniya me ya debarê jî tine bibe. Em dixwazin ev zerar bê dîtin. Em vê talanê qebûl nakin. Em dixwazin li ser xaka xwe, li nava xwezaya xwe bi rengekî azad bijîn û debara xwe bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Polîtîkayên şerê taybet bi mezinkirina jiyana rêxistinbûyî dikare bêne pûçkirin’
Nûçeya Pişt re Konseya Mafên Mirovan a NY’ê wê bi rojeva hawirdor û mafên mirovan bicive
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyê nexweş Siddik Guler sewqî ATK’ê hate kirin

Girtiyê bi nexweşiya giran Siddik Guler ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Skenderûnê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kelarê wesayitek qelibî: 4 xwendekar mirin, 7 jî birîndar bûn

Li herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê, li ser rêya Kelar-Kifrî wesayitek ku xwendekar tê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana gerîla ya li Zapê

Li gel êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Baglarê xizanî mezin dibe: Gelek malbat tenê dahnekî dikarin xwarinê bixwin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Kevneşopiya mehsereyê li gel ziwatiyê dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?