Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê 9-11’ê Hezîranê li bajarê Strasbourg ê Fransayê, civîna 1563’yemîn a Mafên Mirovan lidar xist. Di civînê de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên ku nehatine bicihanîn, jinûve hatin nirxandin.
Komîteyê bi bîr xist ku di biryara derbarê Selahattîn Demîrtaş û yên din de ji aliyê DMME’yê ve hatiye tespîtkirin ku têkildarî sûcdarkirina parlamenterên demê îspata têrker nîne.
Di biryarê de hate destnîşankirin ku ew bi armanca siyasî hatine girtin û rakirina mafê wan ê nedestdayîna parlamenteran û ji ber axaftinên siyasî sûcdarkirina wan, krîterên hiqûqî pêşwazî nake.
MOTÎVASYONA SIYASÎ DEWAM DIKE
Komîteya Wezîran bal kişand ser biryara DMME’yê ya “Selahattîn Demîrtaş (No. 4)” û diyar kir ku îspatên dadgehên hiqûqa navxweyî, ji bo rewakirina girtîbûna Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag têrker nîne.
Komîteyê ragihand ku biryara navborî, nirxandinên berê piştrast dike û motîvasyona siyasî ya li ser bingehê dozan, hebûna xwe didomîne.
DIVÊ DEMILDEST BÊN BERDAN
Di biryarê de banga ji bo demildest berdana Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag car din hate dubarekirin.
Di biryarê de hate bibîrxistin ku dewletên endam xwedî wê berpirsyariyê ne ku bê şert û merc biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih bînin. Di biryarê de her wiha “fikarên kûr” hatin parvekirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê di mijara biryardana li ser serlêdanan de gavên ber bi pêş ve neavêtine.
Komîteyê destnîşan kir ku divê her du dadgeh jî giliyên kesên serlêdan kirine, bêyî ku dereng bibe û tam li gorî biryarên DMME’yê binirxînin.
MAFÊ HILBIJARTINÊ Û ENCAMA DARIZANDINÊ
Di biryarê de, hat gotin ku rewşa serlêderên ku berê di heman dozê de bûn û niha ne di girtîgehê de ne, erênî hatiye pêşwazîkirin.
Komîte ji rayedarên Tirkiyeyê xwest ku eşkere bikin ka parlementera berê ya HDP’ê Burcu Çelîk Ozkan piştî biryarên dadgehê mafê xwe yê namzedbûnê di hilbijartinan de parastiye an na.
Her wiha ji rayedaran hat xwestin ku hemû encamên neyînî yên dozên ceza yên li dijî serlêderan werin rakirin û mafên wan di nav de mafê hilbijartinê jî, ji nû ve werin vegerandin.
DOSYE DI ÎLONÊ DE DÊ JI NÛ VE WERE NIRXANDIN
Komîteya Wezîran, biryar da ku nirxandina dosya Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di civîna 1569’an a Mafên Mirovan de, ku di Îlona 2026’an de dê were lidarxistin, bidomîne.
Komîte, her wiha ji rayedarên Tirkiyeyê xwest ku li ser gavên hatine avêtin an jî yên ku tên plan kirin, di çarçoveya xebatên çareserkirina pirsgirêka Kurd de, agahî bidin. Ev gav li gor pêşniyarên ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî’ tên şopandin.
MAFÊ HÊVIYÊ NE KET ROJEVÊ
Komîte berê di civîna Îlona 2025’an de dosyaya ku Rêber Apo jî di nav de bû û bi navê “Grûba Gurban” tê naskirin nirxandibû. Wê demê ji Tirkiyeyê hatibû xwestin ku li ser guherandinên qanûnî agahî bide.
Lê di civîna Hezîrana 2026’an de mijara “mafê hêviyê” nehat rojevê û li ser vê mijarê nirxandinek nehat kirin.

