Protestoya welatiyan a li dijî projeya Santrala Enerjiya Tavê (GES) ku li bajarokê Pirxûsê tê plankirin, dewam dike.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, leşkeran êrîşî çalakiya ku duh şev destpê kir, kirin. Hate diyarkirin ku gelek welatî bi tundiyê hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku kesên hatine binçavkirin, piştre hatine berdan û bi sedan leşker li herêmê hatine bicihkirin.

