Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Bolûyê û Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Espiye ya Gîresûnê bi binpêkirina mafên girtiyên siyasî û taloq kirina berdana girtiyan tên rojevê. Levent Cîn ê ku li Girtîgeha Bolûyê tê ragirtin û ev 30 sal e girtî ye. Levent Cîn tevî ku cezayê xwe qedandiye jî Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Bolûyê berdana Levent Cîn taloq kir. Levent Cîn pêwist bû ku 14ê Tebaxê hatiba berdan lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Bolûyê bi hinceta “rewşa nebaş” berdana Cîh taloqî 25ê Mijdarê kir.
Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Espiye ya Gîresunê jî berdana Zubeyir Îdem ê ku 30 sal e girtî ye, cara duyemîn 3 meh taloq kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan derbarê taloq kirina girtiyan seri li Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a TBMM (ÎHÎK) da. Newroz Uysal xwest derbarê girtîgehan de lêpirsîn bê destpêkirin, taloqkirina berdana girtiyan bên lêkolîn kirin.

