Li Tirkiye û Kuristanê dema dawî li hemberî jinan êriş û kuştin zêde bûne. Li gorî rapora Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) meha Gulanê 16 jin hatin kuştin.
Di rapora KCDP’ê ya têkildarî 5 mehên destpêkê yên sala 2026’an de jî li Tirkiyeyê 118 jin hatin kuştin, 132 jin bi ‘gumanbarî mirin’.
Di raporê de her wiha hate ragihandin ku li gel kuştina jinan, polîtîkayên ku jinan li derveyî civakê dihêlin dewam dike.
Nivîskara Akademiya Jineolojiyê Nesrîn Akgul êrişên bi rêk û pêk ên li hemberî jinan û pêşniyarên çareseriyê ji ajansa me re nirxand.
Nesrîn Akgul anî ziman ku kuştina jinan bi sedemên polîtîk ên rojane nikare bê vegotin, berhema mejiyekî ji hezaran salî ye û got, “Ji ber vê jî pirsgirêkeke dîrokî ye. Eger di roja îro de veguherî be krîzeke mezin, sedema wê ew e ku sîstem ketiye nava krîzê û rizgariya ji vê sîstemê nekariye bê kirin. Bi taybetî di têkiliyên nava malbatê de hewldana mêr a ji bo desthilatdarîbûnê û xurtkirina wê desthilatdariyê, yanî ‘krîza mêrtiyê’ dibe sedem ku kuştina jinan zêde bibe.”
Nesrîn Akgul bal kişand ser asta xwwecihî ya bûyeran û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Bêguman hîmên xwe yên xwecihî jî hene. Bandora şerê li erdnîgariya me, mejiyê Îslamiya siyasî ya desthilatdariya heyî û nêzîkatiyên modernîteya kapîtalîst a ji bo metakirina jinê, vê krîzê girantir dike.
Di nava civakê de mejiyê nêr kiriye ku saziya malbatê nema karibe bimeşe. Polîtîkayên neçareseriyê, nebûna tedbîrên têrker ên perwerdeyî, civakî û hiqûqî, dibe sedem ku pirsgirêka jinê weke ‘pirsgirêkeke mêr’ mezin bibe û polîtÎkayên qirkirina jinê zêde bibe.”
‘DIVÊ KOMUN BI JINAN RE BÊ AVAKIRIN’
Nesrîn Akgul destnîşan kir ku çareseriya polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî jinan komînbûn e û ragihand ku paradîgmaya dawî ya Rêber Apo çareseriya vê yekê pêşkêş dike. Nesrîn Akgul got, “Komîn ji aliyê karakterîstîk ve ya li derveyî dewletê pênase dike; pênaseya wê ya îdeolojîk ev e. Eger mirov dewletê weke ‘aqlê mêr’ pênase bikin, hingî yên li derveyî dewletê man e jî ıhem gel hem jî nasnameya zayendî, jin e. Komîn lêgerîna li jiyana alternatîf a derdorên li derveyî sîstemê hatine hiştin e û mekanîzmayeke welê ye ku civak ji cihê birîndar bûye xwe ava dike.
Di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo de girîng e avakirina komînan bi jinan re esas bê wergirtin; ji ber ku çavkaniya krîzên civakî têkiliyên jin û mêr e. Sosyalîzma komînal dixwaze van têkiliyan li ser ‘hevjiyana azad’ jinûve dîzayn bike. Ya ku di vir de bêhevsengiyê bişikîne aqlê jinê ye. Ev pêvajoya avakirinê ne tenê şeklî ye, di heman demê de tê wê wateyê ku mêr xwe ji aqlê nêr dûr bixîne û bi jinê re jiyaneke nû hem ji aliyê bedenî hem jî ji aliyê fikrî ve ava bike.”
‘DIVÊ KOMÎN AQLÊ XWE HILBERÎNE’
Nesrîn Akgul ragihand ku komînbûyîn paradîgmayeke serketinê ye û got, “Divê bawerî bi vê yekê bê anîn. Bawerî bi xwe re serketinê tîne. Serketin jî bi têkoşîna di vê oxirê de dibe. Divê komîn aqlê xwe hillberîne; lê belê ji bo vê jî pêwîstî bi dilxwazî, hewldan û sîstemeke hevrêtiyê ya komînal heye. Em çiqasî civakî bin û ji bo civakê bijîn, ewqasî jî wê pêk were.
Hemû utopyayên civakî bi baweriyê destpê kiriye; weke rêyeke ji hezar kîlometreyî bi gava destpêkê destpê dike.”

