Jinên ji gelên cuda yên li Elmanyayê dijîn ji bo hevgirtina bi şoreşa jinan a Rojava re xurt bikin û daxwaza aştiyê bidin xuyakirin karwanek organîze kirin û ji du baskan bi rê ketibûn gihîşt Berlînê. Du baskên ku di 13’yê Hezîranê de ji Heilbronn û Hamburgê dereketin rê hefteyekê li bajarên Elmanyayê geriyan.
Dayika 2 zarokan Tanja ya ji Lubeckê beşdarî çalakiyê bû derbarê Karwanê Dayikan de ji ANFê re axivî.
‘TEVGERA AZADIYA KURD Û ŞOREŞA ROJAVA BÛ ÇAVKANIYA ÎLHAMA MIN’
Hûn dikarin bi kurtasî xwe bidin nasîn? Di kîjan noqteya werçerxê jiyana xwe de di têkoşîna jinan de cih girt?
Navê min Tanja ye, ez ji Lubeckê me. Ez dayika du zarokan im. Ez êdî bi awayekî profesyonel di akrekî de naxebitim; min jiyana xwe bi tevahî ji bo xebata siyasî û têkoşîna jinan terxan kiriye. Bi rastî di temenê ciwantiyê de û tevahiya jiyana xwe de ji bo mafên jinan têkoşiyam. Berê bi jinan re me stargehek jinan û navendeke şêwirmendiya jinan ava kir. Azadiya jinan û bi taybetî piştgirîdayina jinên ku rastî tundiyê hatine, her gav ji bo min mijarek pir girîng bû û bû armanceke ku bi dil ve girêdayî me.
Di nava salan de bi wesîleya keça xwe min Tevgera Azadiya Kurd rnas kir û min jê îlhameke mezin girt. Ji ber ku li Rojava û di tevahiya Tevgerê de şoreşa jinan û azadiya jinan ne tenê li ser gotinê ye; ew rêgezeke bingehîn in û şêwazek jiyanê ne. Ev fikir bandorek kûr li min kir û xtabî min kir.
Ez têkoşîna li Ewropayê jî pir girîng dibînim; ji ber ku li vir jî, jin hîn jî di bin zexta baviksalar û zextê de ne û nikarin bi azadî bijîn.
‘WEK DAYIKAN EM NE TENÊ JIYANÊ NADIN, EM HEVJIYANÊ JÎ DIPARÊZIN’
Wekî jinek û dayikekê, biryara tevlîbûna vê rêwîtiya dirêj û karwanê bandorek çawa li te kir?
Wekî jinek û dayikekê ez ji bo afirandina jiyanê, dayîna jiyanê diparêzim. Wekî ku min anî ziman du zarokên min hene; jiyan di heman demê de tê wateya parvekirin, hevjiyana civakî û aştiyane.
Ev karwan ji bo min xwedî du girîngiyan e. Ji aliyekî ve derfetek e ku bal bikişîne ser rewşa li Rojava ya ku niha di bin gefa dagirkerî û êrîşan de ye û berxwedana jinên li wir; ji aliyê din ve jî dayikên li Ewropayê yên dixwazin ji bo aştî, civakî û hevjiyanê rabin ser piyan mil bidin hev û têkilî bi hev re daynin.
‘DIVÊ EM NE LI SER AVAKIRINA ŞER LI SER AVAKIRINA AŞTIYÊ HÛR BIBIN’
Di dawiya vê çalakiyê de hûn dixwazin çi peyamê bidin mirovan û bi taybetî raya giştî ya Ewropayê?
Peyama herî bingehîn a ku ez dixwazim bidim ev e: Divê mirovên ku li Ewropayê dijîn ji bo xurtkirina mafên jinên çar aliyê cîhanê, bi rastî qîmetê bidin û xwedî lê derkevin. Îro, siyaseta serdest şer gur dike. Divê em li dijî amadekariyên şer û milîtarîzmê, li ser aştiyê hûr bibin û şerteke ku ji bo vê dengê xwe bilind bikin û têbikoşin. Ji kîjan etnîkê bin an jî olê bin bila bibin divê hemû gel karibin bi hev re wekhev û bi aştî bijîn. Îdîaya herî mezin a karwanê me ev e.
Herî dawî, heke hûn bixwazin bi dirûşmeyek ku li gorî ruhê vê meşê bibêjin hûn ê çi bibêjin
Jin, Jiyan, Azadî!

