Alîkarê Sekreterê Giştî yê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Elmanyayê Enver Ûzûngelîş mijarên weke wateya dîrokî ya Komkujiya Madimakê, têkoşîna dîplomatîk a rêxistinên Elewiyan li Ewropayê bi rê ve dibin û pêşeroja lêgerîna edaletê ji Medya Haber TV’yê re nirxandin.
Enver Ûzûngelîş li gel perspektîfeke berfireh a ku hem bîra takekesî hem jî berpirsiyariya sazûmanî tîne ba hev axivî.
Hûn hedefa sereke ya Komkujiya Madimakê çawa pênase dikin? Wê rojê li Sêwazê êrîşî çi kirin?
Hedefa Madimakê bes ne rewşenbîrên li otêlê bûn. Hedefa sereke; bawerî û çanda civaka Elewiyan, daxwaza hemwelatîbûna wekhev û têkoşîna demokrasî û laîkbûnê bû. Kevneşopiya gotina heqîqetê ya ku Pîr Sultan Abdal nûnertiya wê dike, derdoreke civakê ya dipirse û daxwaza wekheviyê dike hate hedefgirtin. Şaşitiyeke mezin e ku mirov vê êrîşê weke ‘’hêrsbûneke xwe bi xwe û ji nişka ve derketiye holê’’ binixîne. Gotina nefretê ya birêxistinkirî ya derdorên paşverû, mezhebparêz û şerîetxwaz diyarker bûn. Pasîfmayîna dewletê jî ev pêvajo hêsan kir.
‘MADIMAK NE MESELEYA NAVXWEYÎ YA TIRKIYEYÊ YE, PIRSGIRÊKEKE MAFÊN MIROVAN A NAVNETEWEYÎ YE’
Çarçoveya hewlên dîplomatîk a Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Elmanyayê ya ji bo ku Komkujiya Madimakê di asta navneteweyî de xuya bike, çi ye?
Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Elmanyayê Madimakê bes ne weke meseleya navxweyî ya Tirkiyeyê nabîne. Ji bo me Madimak meseleya têkoşîna mafên mirovan, azadiya baweriyê, mafê jiyanê û têkoşîna li dijî bêcezatiyê ye. Ji ber vê yekê em tim bi parlamentoyên li Ewropayê, partiyên siyasî û saziyên mafên mirovan re hevdîtinan pêk tînin. Sê armancên sereke yên xebatên me yên dîplomatîk hene: Astengkirina jibîrkirina Madimakê, polîtîkaya bêcezahiştina ya li Tirkiyeyê veguhezînin Ewropayê û xurtkirina daxwaza ku Otêla Madimakê veguherînin mekanê rûbirûbûnê.
‘BIBÎRANÎNA MADIMAKÊ YA LI MECLÎSA FEDERAL LI EWROPAYÊ ÎŞARETA SERDEMEKE NÛ YE’
Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Elmanyayê ji bo ku xebatên wê yên hem li Tirkiyeyê hem jî li Ewropayê bandortir bibin kîjan pêngav tên avêtin?
Du xetên me yên sereke hene: têkoşîna hevpar a li gel saziyên li Tirkiyeyê tê birêvebirin û xebatên dîplomatîk ên di asta saziyên Ewropayê de. Nûnertiya Dplomasiyê ya ku me li Strazburgê vekir lingekî vê xetê yê girîng e. Hefteya borî me li Parlamentoya Federal a Elmanyayê cara ewil bibîranîneke Madimakê ya fermî li dar xist. Gelek parlamenter beşdar bûn. Bi salan jiyîna bersûcan a li Elmanyayê û standina hemwelatîbûnê jî kete rojevê. Helbet hewcehî bi stratejiyeke birêkûpêktir û berdewamtir heye. Divê Madimak bes ne di salvegara wê de tevahiya salê di rojevê de be. Di vê xalê de Navenda Bîra Komkujiya Madimakê ya ji aliyê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Elmanyayê ve hate avakirin gelekî girîng e. Bîr li gel muzexaneya dijîtal, pirtûkxaneya dijîtal, belgesel û xebatên dîroka devkî bi awayekî dijîtal tê parastin.
‘CIWAN HILGIRÊN HAFIZEYÊ NE’
Hûn rola ciwanên Elewî di xebatên hafizayê de çawa dinirxînin?
Ciwan, di rola hilgirtina hafizeyê de ber bi siberojê ve, xwedî girîngiyeke mezin e. Hafize ne tenê rabirdûyê bibîr xistine, di heman demê de avakirina siberojê ya bi zanebûn e. Di sala 2012’yan de dema ku biryara demboriyê hat eşkere kirin, ez tevlî protestoya mezin a li Bochumê bibûm. Bi deh hezaran mirov li qadan bûn. Hestên ku min wê rojê jiya, bu sedema ku îro ez di AABF’ê de di wezîfeyeke bilind de cih bigirim. Nifşê nû divê Madimakê ne tenê wekî komkujiyeke bi êş, di heman demê de wekî parçeyek ji têkoşîna demokrasî, wekheviya welatîbûnê û mafên mirovan bigire dest. Kampên ciwanan, nîşandana belgeselan, arşîvên dîjîtal û hevdîtinên şahidan divê bêtir werin destekirin. Ciwanên Elewî yên ku li Ewropayê dijîn, derfeta wan heye ku bigihîjin saziyên navneteweyî. Ev dikare tevkariyeke mezin bide têkoşîna edaletê ya li Tirkiyeyê.
‘GER WEKÎ SÛCEK LI DIJÎ MIROVAHIYÊ HATIBA DÎTIN, DEMBORÎ NEDIBÛ’
Encamên hiqûqî yên nepejirandina “sûcê li dijî mirovahiyê” di Komkujiya Sêwasê de çi ne?
Sûcên li dijî mirovahiyê demborî nabin. Ji ber ku Qirkirina Sêwasê di vê çarçoveyê de nehate destgirtin, doz demborî bû û gelek sûcdar ceza nedîtin. Ev ne tenê kêmasiyeke qanûnî ye, di heman demê de helwesteke siyasî ye. Cezanekirin bixwe ji civakê re peyameke xeternak dide ku ev sûc dikarin bê ceza bimînin.
Hûn biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ku dibêje Tirkiye mafê jiyanê û erkê lêkolîna bi awayekî bandor binpê kiriye, çawa dinirxînin?
Biryarên DMME’yê gelek zelal in. Gavên ku divê dewlet biavêjê wiha ne; dewlet divê di qirkirinên girseyî de demboriyê rake, li ser berpirsiyariya karmendên dewletê lêkolînek serbixwe bike, ji bo sûcên nefretê yên mezhebî beşên taybet ava bike û serxwebûna dadweriyê xurt bike. A herî girîng jî, divê Otêla Madimak bibe muzexaneyeke rastîn a rûbirûbûnê.
ELEWÎ NE CUDAHÎ, EW TENÊ WEKHEVÎ DIXWAZIN
Pergala hiqûqê ya heyî ji bo çareserkirina cudakariya li dijî Elewiyan têrker e?
Na ne têrker e..Pirsgirêk ne tenê ya kesane ye, pergalî ye. Cemxane hîn jî wek cihê îbadetê nayên naskirin. Dersên olî yên mecbûrî, axaftinên nefretê û newekhevî di karûbarên giştî de hîn jî didomin. Reformên hewce bi vî rengî ne; Prensîba hemwelatîbûna wekhev di destûrê de were parastin, Cemxane wek cihê îbadetê werin naskirin. Dersên olî yên mecbûrî werin rakirin. Suçên nefretê bi awayekî zelal werin binavkirin. Avahiya Serokatiya Diyanetê ji nû ve were nirxandin. Ji ber vê Elewî ne cudahî, ew tenê wekhevî dixwazin.

