Konferansa Hiqûnasên Kurd a Demokratîk ku bi dirûşma “Ji bo Azadî, Statu û Aştiya Hiqûqa Demokratîk” li Eywana Konferansê ya Çand Amedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin, dest pê kir. Konferans ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ve tê birêvebirin. Serokên baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê, rêveberên saziyên hiqûqê û mafên mirovan û gelek parêzer tevlî konferansê bûn. Her wiha rêveberên DEM Partiyê yên hiqûqnas jî di konferansê de amade bûn.
Konferansa wê 2 rojan bidome û bi 5 rûniştinan û 2 foruman pêk were. Di dawiyê de jî encamnameya konferansê dê bê eşkerekirin. Konferans, ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku qala têkoşîna parêzerên Kurd a ji bo parastina mafê gelê Kurd û zextên li dijî parêzerên Kurd û qetilkirina wan dikir, hate nîşandan. Piştî sînevîzyonê endam û nûnerên saziyên ku konferansê li dar dixin axivîn.
Destpêkê Hevserokên Giştî yên OHD’ê Ekîn Yeter û Serhat Çakmak axivîn.
Serhat Çakmak di serî de ji bo beşdariyê spasiya baro û saziyên hiqûqê kir û wiha got: “Em weke Kurd derveyî hiqûqê hatine hiştin û welatê me jî bi sînoran hatiye parçekirin. Em weke hiqûqnas îro vê rastiya xwe dibînin. Em weke hiqûqnasên Kurd, hiqûqnasên gelekî bêhiqûq in. Divê em vê paradoksê di vê kongreyê de binirxînin û em ê di vê paradoksê de ji bo xwe rêyekî ava bikin û ji bo gelê xwe bibin pêşeng. Em belavbûna Kurdan di vê konferansê de bikin yek û ji hemû qadan re bibin pêşeng.”
Ekîn Yeter jî di destpêka axaftina xwe de hiqûqnasên di têkoşîna hiqûqê de jiyana xwe ji dest dane bibîranîn û wiha axivî: “Ev konferans dîrokî ye. Ev konferans berdewama konferansa Hiqûqnasên Kurdistanê ya sala 2013’an e. Em ê di vê konferansê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û têkoşîna serdema nû binirxînin. Netew dewlet li ser yek netew ava dibe û netew û baweriyên din tune dike. Pergala hiqûqê jî li gor vê yekê tê sazkirin. Kurdan tu car ew polîtikayên tunehesibandinê qebûl nêkirin û li dijî van polîtikayan li ber xwe dan. Raperîna Şêx Saîd ne tenê raperîneke olî bû di heman demê de raperîneke netewî bû. Raperîna Agirî û piştî wê jî her wiha wisa. Kurdan bi van raperînan xwest bi mafên xwe bijîn. Komara Mahabadê yekêm hewldana Kurdan a weke netew bû û navê Kurd li cihanê jî bi nav û deng kir. Kurdan li dadgeha serdestan mafê Kurdan parast û gelek hiqûqnasên Kurd hatin qetilkirin. Serpehatiyên Başûr û Rojava jî nişana encama têkoşîna Kurdan e. Parastina van destkeftiyan di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke mezin e. Mîsogerkirina mafê Kurdan di çarçoveya entegrasyona demokratik de yek ji xaleke vê pêvajoyeyê. Her wiha naskirina mafê ziman û neteweyî ya gelê Kurd di vê pêvajoyê de yek jî berpirsyariya me ye. Di heman demê de avakirina hiqûqa komînan û civaka demokratik jî berpirsyariya me ye. Ew konferansa me dê bibe yek ji parçeyekî konferansa mezin a Konferansa Hiqûqnasên Kurdistanê û her wiha ji bo Kongreya Yekitiya Neteweyî jî bingeheke.”
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî bi lêv kir ku ev konferans di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derxistina nêrîneke hevpar e û wiha got: “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka ziman û çandî ye jî. Ji bo wê jî bi tenê siyasetê nayê çareser kirin. Bi hiqûq û edaletê pêkan e. Divê em li ser mafê ziman û statuya Kurdan jî nîqaşan bikin. Em weke hiqûqnas berpirsin ku mafê gelê Kurd biparêzin û ji bo van mafan têbikoşin. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e di heman demê de naskirina mafê gelê Kurd e. Divê em ji bo demokratîkkirina welat, li ser destûreke bingehîn a nû bixebitin. Ji bo vê jî rola me hiqûqnasên Kurd girîng e. Fikir û ramanên me çi dibe bila bibe divê em ji bo mafê gelê Kurd bi hev re bixebitin. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtineke de gotibû; ‘Tenê partiyeke Kurd nikarê temsîla Kurdan bike û divê kongreyeke neteweyî pêk were.’ Her wiha birêz Abdullah Ocalan bi fedekariyeke mezin ji bo hevserokiya kongreyê birêz Mesûd Barzanî û birêz Leyla Zana pêşniyar kir. Lê mixabin tevî ew qas sal jî bi ser re derbas bûn yekitiya Kurdan pêk nehat. Divê em hiqûqnasên Kurd bibin yek û li ser mafê gelê Kurd bixebitin. Jinên pêşeng ji nav civaka Kurd de derketine weke Zekiye Alkan û Berîtan. Ji bo wê civakeke demokratik bêyî azadiya jinan ne pêkan e.”
Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk jî anî ziman ku piştî avabûna Komarê gelê Kurd li derveyî hiqûqê hatiyê hiştin û wiha pê de çû: “Mafên bingehîn ên gelê Kurd hatin binpêkirin. Kurdbûn hertim rastî zext û qedexeyan hat. Hiqûqnasên Kurd di nav vê bê hiqûqiyê de hiqûqa Kurdan parastin û berdelên mezin dan. Ez bawer im ew konferans dê bandorê li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bike ku mafê gelê Kurd bê naskirin.”
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin jî qala dîroka bêstatuhiştina Kurdan kir û ev yek anî ziman: “Di dema komarê de jî hemû mafên neteweyî yên gelê Kurd weke parçebûna welat hatiyê nirxandin û tunehesibandinê. Polîtikayên bişaftinê li dijî gelê Kurd û hemû pêkhate û baweriyên cuda hatiyê ferzkirin. Di encama van polîtikayan de şerekî zêdetirî 40 salan hat meşandin. Di vê pêvajoyê de hewcehî bi Komareke demokratîk ku mafê hemû netew û gelan mîsoger dike heye. Niha qala qanûneke çarçove tê kirin. Lê ew qanûn heke bi muxataban re neyê axaftin nikare çareseriyê bi xwe re bîne. Divê teqez bi birêz Ocalan re muzakere bê kirin û piştî li hevkirinê bê rojeva meclisê. Heke wisa nebe xetereya têkçûyina pêvajoyê heye.”
Hevserokê Komeleya Vekolîn û Perwerdehiya Hiqûqê (DADSAZ) Sîpan Gokan jî diyar kir ku li gorî lêkolînan dergûşa demokrasiyê Hewreman a Kurdistanê ye û wiha got: “Weke DAD-SAZ em mizginiyê didin ku di nava 2 mehan de ferhenga termên hiqûqê ya Kurdî dê bê çapkirin. Kapasîteya zimanê Kurdî jî ji bo hiqûqê ne kêm e. Divê di nava vê pêvajoyê de şert û mercên birêz Ocalan jî divê bi cih werin ku birêz Ocalan bikaribe bi rol û mîsyona xwe rabe. Divê em weke hiqûqnasên Kurd jî vî karê pîroz bi zimanê Kurdî bikin.”
Piştre jî peyamên hiqûqnasên Kurd ên ji Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ku ji konferansê re bi dîmen û niviskî şandibûn hatin xwendin û pêşkeşkirin.
Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û endamê Heyeta Îmraliyê parêzer Faîk Ozgur Erol jî bi bîr xist ku 11 sal berê jî li Amedê konferanseke hiqûqnasên Kurdistanê hatibû li darxistin û wiha axivî: “Ez bawer im ev konferansa me jî dê vê pêvajoyê bi her alî têr û tijî binirxîne. Me gelek caran li ser rewşa Serok Ocalan gotiyê tecrîd pêşî li çareseriyê û diyaloge digire. Divê em di vê pêvajoyê de jî di çarçoveya hiqûqa Kurditiyê de li ser hiqûqeke demokratîk bisekinin. Hemû qanûnên li dijî siyaset û welatê Kurdan cezakirineke kolektif bû. Kurd kiribûn amûrê cezakirina kolektîf. Pirsgirêka kolektîf tenê bi naskirineke kolektif çareser dibe. Entegrasyona demokratik hewcehî bi naskirineke kolektif dibe. Mafên gelê Kurd divê bi qanûnan bê mîsoger kirin. Berpirsyariya me jî parastina mafê kolektîf a gelê Kurd e.”
Faîk Ozgur Erol di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku di hevdîtina 24’ê Gulanê de Rêber Apo ji hemû beşdarên konferansê re silavên xwe şandine û wiha got: “Me jî dixwast em beriya vê konferansê peyama birêz Ocalan ji we re bînin lê hevdîtin nehat kirin û destûr nehat dayin. Ev rewşeke xeter e. Divê em bikarin her hefte bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Li gorî merheleya pêvajo gihiştiyê ew yek nabe û divê hemû kes bikarin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.”
Piştî axaftinan konferansê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

