“Komxebata aboriya demokratîk û birêxistinkirina aboriyê” li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê di roja duyemîn de ku Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) pêşengiyê jê re dike.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku qeyim tayînî şûna wî hatiye kirin, Hevşaredara Elihê Gulistan Sonuk a qeyim tayînî şuna wê hatiye kirin, endam û rêveberên partiyên siyasi, nûnerên saziyê sivîl û gelek kes tev li bernamê bûn.
Di roja duyemîn a komxebatê de forûm tên lidarxistin. Di yekemîn rûniştina forûmê de mijara “Rêveberiya Herêmî û Modela Aboriya Demokratîk: Derfet û Sînor” ji aliyê Abdullah Zeydan û Gulistan Sonuk ve hate gotûbêjkirin. Zeydan û Sonuk bi berfirehî behsa tecrûbeyên xwe kirin.
Abdullah Zeydan diyar kir ku têkoşîna 50 salî ya Tevgera Azadiyê bi pêşengiya jinan û li ser bingeha paradîgmaya modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk a Rêber Apo li dijî pergala kapîtalîst, yekperest û mêrsalar; nêzîkatiyeke piralî, wekhev û ekolojîk ava kiriye û wiha got: “Li qada rêveberiyên xwecîhî destkeftiyên girîng hatine bidestxistin. Lê belê, li dijî herêmê nêzîkatiyeke mêtingerî û polîtîkayên şerê taybet hene; ev sedsal e ku polîtîkayên asîmîlasyonê, qirkirina çandî û aborî tên birêvebirin ku bi taybetî di 10 salên dawî de bi ‘Plana Têkbirinê’ û polîtîkayên qeyiman, zextên giran li ser sazî û torên hevgirtinê hatin kirin. Em li şûna hincetan, li ser çareserkirina vê qirkirinê nîqaş bikin; ji ber ku di civakê de xizanî û betaliyek pir zêde heye, bi taybetî kedxwariya li ser zarokan tê kirin, ev jî weke xala ku gotin lê diqede tê pênasekirin û bang li her kesî tê kirin ku ji bo çareseriyê gavên berbiçav bên avêtin.”
Gulistan Sonuk jî destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurd ji roja ku derketiye holê û vir ve, li gorî hemû hewcedariyên civakê gavan diavêje; heke mijarekê bixe rojeva xwe, ev yek ji ber sedema derketina wê ya ku xwe dispêre hewcedariyên civakî û heke îro ku ew li ser aboriyê diaxivin jî hinekî ji ber vê yekê ye. Gulistan Sonuk bal kişand ser polîtîkayeke dewletê ya ku bi salan e bi rêya şer û rêbazên din li ser herêmê ferz dike û wiha got: “Ji avakirina komarê û vir ve birçîbûn û xizanbûn li Kurdistanê wekî armanc datîne pêşiya xwe. Em îro di xaleke wiha de ne ku rûbirûyê xizaniyeke pir giran bûne. Tam di vê xalê de, ligel banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27’ê Sibatê de ku me ji bo avakirina ji nû ve daniye pêşiya xwe, em dixwazin aboriya xwe jî nîqaş bikin. Erê, tecrubeyên me çêbûn, serkeftinên me çêbûn, aliyên me yên kêm man an jî serkeftinên pir kurtedemî derketin holê. Ji niha û pê ve em dikarin çi bikin? Di asta ku em îro hatî gihîştinê de, em ne weke wextê berê ne; rastiya me ya civakî ne wekî ya beriya 10 salan e û her wiha rastiya civakî ya Tirkiyeyê jî ne weke berê ye. Konjonktura rastiya civakî ya Rojhilata Navîn a ku îro tê de ye, ne wekî ya beriya 10 salan e. Em jî weke Kurd, weke Kurdistanî dikarin çi bikin û di vê asta ku em gihîştine de, em çawa dikarin van hemû çavkaniyan dîsa bixin xizmeta gelê xwe? Ev di rêxistinkirina aboriyê de komxebatek girîng e. Em dixwazin komîsyonek vê komxebatê bê avakirin û biryarên tê dayîn bixe pratîkê. Em dixwazin li ser vê nîqaş bikin. Mixabin, di warê kooperatîfbûnê de, di derxistina keda jinan û di kirîn û firotina keda jinan de, em nehatin wê asta ku me dixwest. Dema me kooperatîf ava dikirin, me nekarî em tê de pispor bibin û ne jî me karî kesên li pey xwe perwerde bikin; me nekarî bazara wê ava bikin.”
Forûma yekemîn bi pirs û bersivan bi dawî bû û komxebat dewam dike.

