Piştî banga ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de kir gelek bûyer qewimîn. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Rêber Apo weke muzakerevanê sereke ragihand û gavên ku dikare biavêje hemû avêt. Ragihand ku têkoşîn wê êdî bi rêyên demokratîk û paradîgmayeke cuda bê meşandin. Lê belê dewletê, li gel nêzî du salên di ser re derbas bûne li şûna avêtina gavên şênber bi taktîkên mijûlkirinê pêvajo li demê belav kir.
Di nîqaşên ‘Gelo di pêvajoyê de rewşeke xitimandî heye?’ de ku bi daxuyaniya dawî ya KCK’ê re jinûve destpê kirin, KCK’ê diyar kir ku divê Rêber Apo weke muzakerevanê sereke bê naskirin, qanûna ku bê derxdistin hem ji wan re hem jî ji Rêber Apo re bê pêşkêşkirin, eger bi vî rengî nebe wê were wê wateyê ku dewlet dixwaze ji ber xwe ve qanûneke nû ya poşmaniyê derxîne.
Baş e, ji destpêka pêvajoyê û vir ve çi qewimî? Aliyan kîjan gav avêtin?
BANGA BAHÇELÎ Û GAVA DÎROKÎ YA RÊBER APO
Bi nîqaşan re ku piştî daxuyaniya lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî yên Cotmeha 2024’an meha Îlonê di civîna koma partiya xwe de têkildarî Rêber Apo û ‘mafê hêviyê’ kir, li dû tecrîda mutleq a ji 43 mehan Rêber Apo karîbû 22’ê Cotmeha 2024’an bi Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan re hevdîtinê bike.
Ev hevdîtin ji ber ku piştî tecrîda mutleq hevdîtina destpêkê bû, girîng bû. Piştre jî 28’ê Kanûna 2024’an Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan pê re hevdîtinek kirin.
Rêber Apo di vê hevdîtinê de got, “Jinûve xurtkirina xwişk û biratiya Tirk û Kurdan li gel berpirsyariyeke dîrokî, pêwîstiyeke lezgîn a ji bo gelan e ku çarenûsê diyar dike. Ji bo serketina pêvjaoyê divê derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê dûrî ji hesabên teng û demkî bi înîsiyatîf rabin, helwesteke çêker nîşan bidin û tevkariyeke pozîtîf bikin.”
Demekê piştî vê hevdîtinê di hevdîtina 23’ê Çileyê de jî Rêber Apo got, “Hîn gelek rê heye ku divê bê derbaskirin” û destnîşan kir ku pêvajo demdirêj e.
27’ê Sibata 2025’an Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Ahmet Turk, Pervîn Bûldan, Tulay Hatîmogûllari, Cengîz Çîçek, Sirri Sureyya Onder, Tûncer Bakirhan, Faîk Ozgur Erol û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş amade bûn. Piştî hevdîtinê heyetê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a dîrokî li Stenbolê ragihand.
Di demekê de ku hevdîtinan dewam dikirin, di Nîsana 2025’an de Sirri Sureyya Onder rakirin nexweşxaneyê. Onder di 3’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Rêber Apo di peyama xwe ya têkildarî Sirri Sureyya Onder de got, “Divê em hewldana wî ya ji bo aştiyê bixin meriyetê.”
PKK HATE FESIXKIRIN
Di 12’ê Gulana 2025’an de PKK’ê daxuyaniyek weşand û ragihand ku di çarçoveya banga Rêber Apo de di navbera 5-7’ê Gulalnê de kongreya xwe ya 12’emîn kom kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin, avaniya rêxistinî ya PKK’ê hatiye fesixkirin û dest ji stratejiya têkoşîna çekdarî hatiye berdan. Di kongreyê de li gel metna perspektîfê ya Rêber Apo paradîgmaya dema nû ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji raya giştî re hate eşkerekirin. Metna perspektîfê li rojnameya Serxwebûnê hate weşandin ku wê piştre dawî li weşana xwe bianiya.
PEYAMA BI DÎMEN A RÊBER APO
Hevdîtin û peyamên Rêber Apo jî dem bi dem bi raya giştî re hatin parvekirin. Di sala 27’emîn a tecrîda Îmraliyê de peyameke bi dîmen a Rêber Apo 9’ê Tîrmeha 2025’an hate weşandin û Rêber Apo têkildarî dema nû daxuyanî da. Di peyama bi dîmen de ku li ajansa me hate weşandin, Rêber Apo got, “Ez ne ji çekê lê ji hêza aştiya civakî û siyasetê bawer dikim. Û bang li we dikim ku vê rêgezê bixin meriyetê.”
JI PKK’Ê GAVA DÎROKÎ
Du roj piştî peyama bi dîmen a Rêber Apo di 11’ê Tîrmehê de li pêşberî hin vexwendiyan komeke gerîla ya bi fermandariya Besê Hozat çekên xwe şewitand û eşkere kir ku gerîla piştgiriya tam dide pêvajoyê. Merasîma şewitandina çekan li nava raya giştî ya cîhanê demeke dirêj hate nîqaşkirin. Tevgera Azadiyê beyan kir ku eger pêvajo bi rengekî rast bi pêş ve biçe û pêşî li tevlîbûna gerîla ya li nava jiyana civakî bê vekirin wê veger pêk were.
Tevgera Azadiyê li gel van gavên dîrokî diyar kir ku ji hin kampan û herêmên ku rîska şer lê heye xwe vekişandiye. Her wiha ragihand ku desthilatdarî pêvajoyê li demê belav dike. Herî dawî KCK’ê diyar kir ku bi Rêber Apo re demeke dirêj e hevdîtin nayê kirin. Hevdîtina herî dawî ya bi Rêber Apo re di 24’ê Gulana 2026’an de pêk hat.
Li gel van gavên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, piştî daxuyaniyên çareseriyê û mafê hêviyê yên Devlet Bahçelî gavên dewletê gelekî bûn mijara nîqaşê. Tevgera Azadiyê helwesteke cidî nêzî pêvajoyê da û ji banga Rêber Apo û vir ve li Bakur û Tirkiyeyê ti şer neqewimî. Lê dewletê dem bi dem bi hesasiyetên gelê Kurd lîst, dem bi dem jî çavê xwe li rabûnên faşîst girt.
Gava destpêkê ya girîng a ku dewletê avêt, avakirina komîsyonekê li Meclîsê bû. Komîsyonê têkildarî pêvajoya şer a navbera Tevgera Azadiyê û dewletê li gelek derdoran guhdarî kir. Her derdorê li komîsyonê tiştên bi serê xwe de hat vegot. Lê belê helwesta destpêkê ya neyînî ya desthilatdariyê di dema axaftina Dayikên Aştiyê ya li komîsyonê de nîşan da. Axaftina dayikan a bi Kurdî hate birîn û ji wan hate xwestin ku bi Tirkî biaxivin.
JI BO KOMÎSYONA MECLÎSÊ KAR DESTPÊ KIR
Komîsyona meclîsê piştî bangên Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û Lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî ava bû. Navê ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk, Biratî û Piştevaniya Mîllî’ lê hate kirin. Di nava komîsyonê de ji AKP’ê 21, ji CHP’ê 10, ji DEM Partî û MHP’ê 4, ji Partiya Yenî yolê 3, ji HUDA PAR, TÎP, EMEP, DSP û Partiya Yenîden Refahê 1 parlamenteran cih girtin.
Komîsyonê civîna xwe ya destpêkê 5’ê Tebaxa 2025’an pêk anî. Piştî civîna destpêkê 20 civîn hatin lidarxistin. Di vê pêvajoyê de rêxistinên mafên mirovan, baro, komele, akademîsyen û wezîr jî di nav de li 134 sazî û kesayetan li pêşiyarên wan ên çareseriyê hate guhdarîkirin.
Heyeta ji Gulistan Kiliç Koçyîgît a ji DEM Partiyê, Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz û ji AKP’ê jî Huseyîn Yayman bi navê komîsyonê 24’ê Mijdarê çû Girava Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kir. CHP’ê biryar da ku tevlî hevdîtinê nebe.
ÊRIŞÊN LI SER ROJAVA
Di demekê de ku nîqaş û kar li ser pêvajoyê dwam dikir, desthilatdariyê bi israr statuya Rojava kir mijara nîqaşê. Piştî hewldanên provokasyonê yên li ser Rojava 6’ê Çileya 2026’an rêveberiya Şamê ya demkî êriş bir ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Êriş di 16’ê Çileyê de li ser herêmên QSD’ê dewam kirin û Rojava hate dorpêçkirin. QSD’ê bersiv da êrişan, xwe vekişand herêmên Kurdan û berxwedana xwe li vê derê dewam kir. Hewldana hêzên Şamê yên ketina herêmên Kurdan hate astengkirin.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) bi raporekê ragihand ku êrişên hikumeta Şamê yên li ser Rojava bû sedema felaketeke mezin a mirovî û mafên mirovan bi rêk û pêk hatin binpêkirin.
Li gorî raporê:
Hejmara miriyan (Jin, zarok jî di nav de) herî kêm hezar û 200 kes
Sivîlên dîlgirtî: Herî kêm 2 hezar kes
Kesên winda: 526 kes
Cenazeyên nehatin teslîmkirin: 270
Êsîrên li girtîgehên Şeqîf û Helebê êşkence li wan hate kirin: 1.000
KOÇBERÎ
Yên ji Helebê koç kirin: Herî kêm 160 hezar kes
Yên ji Reqa û Tebqayê koç kirin: Herî kêm 100 hezar kes
BAJARÊN DORPÊÇKIRÎ
Kobanê. Dorpêçê mehek derbas kir
Hesekê: Polîtîkaya birçîhiştinê ya bi zanebûn hate meşandin
Di dema êrişan de agirbest hate ragihandin jî ji aliyê rêveberiya Şamê ve gelek caran hate binpêkirin.
PEYMANA 30’Ê ÇILEYÊ Û ROLA RÊBER APO
Di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta Şamê de li gel sernavên agirbest û entegrasyonê Peymana 30’ê Çileyê hate mohrkirin. Têkildarî vê peymanê li ser rola Rêber Apo daxuyanî hatin dayin. Hate ragihandin ku Rêber Apo di hevdîtina bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re li ser vê mijarê peyam ji QSD, aktorên siyasî yên Kurd ên li Herêma Kurdistanê ya Federe û rayedarên dewletê re şand.
Di 20’ê Çileya 2026’an de komîsyonê rapora hevpar weşand. Rapor bi 47 dengên erê, 2 dengên na, hate qebûlkirin. DEM Partiyê rexneyên xwe yên têkildarî raporê bi raya giştî re parve kir.
Rêber Apo di hevdîtina 16’ê Sibatê de got, “Ev yek civîna destpêkirina entegrasyona demokratîk e” û işaret bi girîngiya hevdîtinê û dema krîtîk a pêvajoyê kir.
BANGA JI BO ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ Û PÊVAJOYA PIŞTÎ WÊ
Piştî daxuyaniya ‘mafê hêviyê’ ya Devlet Bahçelî di daxuyaniyên desthilatdariyê hemûyan de hate ragihandin ku mafê hêviyê wê neyê naskirin û rewşa Rêber Apo wê weke xwe bimîne. Li hemberî vê yekê Tevgera Azadiyê û DEM Partiyê destnîşan kir ku divê statuya Rêber Apo diyar bibe û rêgeza mafê hêviyê bi cih bê anîn.
Bahçelî di daxuyaniyên dawî de êdî qala mafê hêviyê nekir. AKP’ê jî ji roja destpêkê ve têkildarî diyarkirina statuya Rêber Apo daxuyaniyên neyînî bilêv kir.
KIRYARÊN QEYÛM DEWAM DIKE
Bidawîkirina kiryara qeyûm weke yek ji gavên herî girîng ên têkildarî pêvajoyê dihate dîtin, lê belê desthilatdariyê di vê der barê de gavek neavêt. Herî dawî dema wezîfeya qeyûm a ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi cih kiriye 2 mehan dirêj kir. Li aliyê din kiryarên qeyûm jî dewam dike.

