Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz tê lidarxistin. MKG’ê, rojnamevan û xebatkarên ku xelat wergirtine eşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;
“Wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em nav û berhemên xelatgirên îsal ên 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz bi raya giştî re parve dikin.
Pêvajoya nirxandina juriyê ya 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan Gurbetellî Ersoz qediya. 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz ji bo mezinkirina têkoşîn û lêgerîna rastiyê ya di rojnamegeriya jinan de tê lidarxistin.
Di 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz de xebatên rojnamegeriyê yên têkoşîn û keda jinan derdixe pêş, dibe sedem rojnamegeriya jinan pêş bikeve û heqîqetê dişopîne, di kategoriyên cuda de xelat hatin dayin. Navên kesên xelat girtine eşkere bû.
Di merasîma xelatdayînê de ya xebatên rojnamegeriyê yên ku deng û têkoşîna jinan eşkere dike, beşdarî pêşveçûna rojnamegeriya jinan dibe û li dû rastiyê ne, têne xelatkirin, di kategoriyên cûda de xelatgir hatine ragihandin.
2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz a armanc dike mîrata Gurbetellî Ersoz ji rojnamegeriya jinan re hiştiye zindî bihêlin û vê mîrateyê bi têkoşîna rojnamegeriyê ya îro ve girê bidin, di encama nirxandinên juriyê de eşkere bû:
BEŞA NÛÇEYÊN KURDÎ
Juriyên beşa nûçeyên Kurdî: Suna Tunç, Hatîce Kamer û Leyla Ayaz.
“Wek juriya Kurdî ya 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz, piştî nirxandina giştî ya di nava serlêdanên ku hatin kirin de, me nûçeya rojnameger Perêz Remezan a bi navê “Çîroka Aske Kerîm: Birîndarek zindî ya karesata Enfalê û hovîtiya li Nugre Selman” hejayî xelata yekemîn dît.
Ji ber ku; Nûçe bi zimanekî zelal, herikbar û sade hatiye nivîsandin. Ji nûçeyeke rutîn a dadgehê, nûçeyeke taybet hatiye derxistin. Pira di navbera rojane û dîrokê de bi awayekî hosteyî hatiye destgirtin. Nûçe hem şahida bûyerê ye hem jî şahida dîrokê vedibêje. Di nav nûçeyê de hem rastiya êşkenceyê heye û hem jî lehengî heye. Detayên wekî nav, cih, bûyer û temen nûçeyê vediguherîne belgeyeke dîrokî û hiqûqî. Şopandina danişînê ya heta îro jî nîşaneya lêgerîna bi dehan salan a edaletê ye.
Ev nûçe pîvanên wek, belgekirin, nirxê mirovî, rastiya dîrokî, zelalî û lêgerîna edaletê di nav xwe de dihewîne, ji ber vê yekê me nûçeya Perêz Remezan hejayî xelata yekemîn dît.”
BEŞA NÛÇEYÊN TIRKÎ
Juriyên beşa nûçeyên Tirkî: Tugçe Tatarî, Ayşe Guney û Elîf Ekin Saltik.
Di kategoriya nûçeyên Tirkî ya 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetteli Ersoz de, nûçeya Elîf Akgul a bi navê “Mirin bi neh teqsîdan: Gihîştina Çekên Bêdestûr a li Tirkiyeyê” ku di Inside Turkey de hatiye weşandin, xelata yekem wergirt.
Di nirxandina xwe de, endamên juriyê destnîşan kirin ku rêjeya bikaranîna çekan a di kuştinên jinan de tê texmînkirin ji sala 2025’an heta niha gihaştiye heta ji sedî 58’an û nûçe ji ber eşkerekirina wêrek a xetera mezin a ji ber temînkirina çekan a li ser înternetê ya bi neh teqsîdan û bêyî mekanîzmayên kontrolkirinê, hatiye hilbijartin.
Nûçe, balê dikişîne ser ka daneyên veşartî û nebûna çavdêriyê çawa rasterast mafê jiyanê yê jinan hedef digirin. Ev nûçe wekî nerazîbûnek girîng a li dijî çekan a takekesî hate destnîşankirin.
Xelata Taybet a Juriyê di kategoriya Nûçeyên Tirkî de ji bo Gulistan Gulmuş û Derya Ren, ji bo gotara wan a bi navê “Parêzvanê Serokkomar ê Serbest hat Berdan Gef li Jinekê Xwar” hat dayin. Ev nûçe jî li ser JINNEWS’ê hatiye weşandin.
Endamên juriyê di nirxandina xelatê de diyar kirin ku ew çîroka jinekê ya 14 salan şîdeta sîstematîk a fîzîkî û psîkolojîk lê hatiye kirin, pir bi qîmet dibînin. Her wiha endamên juriyê têkoşîna wê ya mafdar jî bi qîmet dîtin. Ev têkoşîna piştî berdana parêzerê serokkomariyê yê bi şertê kontrola edlî bi qîmet hat dîtin.
Endamên juriyê bi taybetî bal kişandin ser îlankirina hikûmeta AKP’ê ya salên 2026-2035’an ên wekî “Deh Salên Malbat û Serjimarê”. Her wiha juriyan bal birin ser gotina girîng a jina tundî lê hatiye kirin a bi vî rengî:”Îsal sala malbatê bû, tiştên ez jiyam pir berovajî bû, loma ez vê sala malbatê pir îronîk jiyam.”
Endamên juriyê diyar kirin ku nûçeyê polîtîkayên hikûmetê yên armanc dikin parastina malbatê, digel pratîkên bêcezatiyê veguherînin gef û nakokiyê, eşkere kiriye.
BEŞA WÊNEYAN
Juriyên beşa wêneyan: Nişmiye Guler, Laura Domenech û Maryam Ashrafi.
Xelata yekem a di kategoriya wêneyan de ji nûçegihana JINNEWS’ê Nûdem Mihemed re, ji bo xebata wê ya bi navê “Ya venamire” hat dayîn.
Nirxandina juriyên beşa wêneyan wiha ye:
“Wekî juriya Kategoriya Wêneyan a Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz, me îsal xelata yekem da berhema nûçegihana JINNEWS’ê Nûdem Mihemed a bi navê “Ya venamire”. Di vî wêneyî de, em şahidiya xemgînî û hêviyê dikin. Ev yekîtî di wêneyê de bi kompozîsyonek bihêz tê pêşkêşkirin. Hempîşeya me çarçoveyek girtiye dest û ev hem xemgîniya kesane û hem jî bîranînek kolektîf temsîl dike. Em bawer dikin Nûdem Mihemed, ku ev wêne kişandiye, hêjayî vê xelatê ye. Em ji hempîşeya xwe re serkeftinên berdewam dixwazin.”
Xelata Taybet a Juriyê di beşa wêneyan de ji nûçegihana Ajansa Welat Sema Gezîcî re ji ber berhema wê ya bi navê “Qêrîna Bêdeng” hat dayîn.
Nirxandina jurî bi vî rengî ye:
“Îsal, me Xelata Taybet a Juriyê di kategoriya wêneyan de da nûçegihana Ajansa Welat Sema Gezici ji bo xebata wê ya bi navê “Qêrîna Bêdeng”. Wêne, bi zimanê laşê dayikekê, êşa wê vediguherîne îfadeyek berbiçav, êşa windakirinê nîşan dide. Em ji hempîşeya xwe re serkeftinên berdewam dixwazin.”
BEŞA VÎDEO NÛÇE
Juriya Kategoriya Nûçeyên Vîdeo: Solîn Alphan Başegmez, Çîlem Kuçukkeleş û Rojbîn Ekin.
Xelata yekem a di kategoriya Nûçeyên Vîdeoyî de ji bo berhema bi navê Hêviya Vegerê ku bi hevbeşî ji hêla rojnamevan Sewsen Eli û Meryem Reşo ve hatiye amadekirin, hat dayîn.
Nirxandina juriyê ya ji bo kategoriya Vîdeo Nûçe wiha ye:
“Sewsen Elî rojnamevanek e ku di sala 2002’yan de li Serêkaniyê ji dayik bûye. Dibe ku wê di 9 saliya xwe de dest bi şahidiya şerê Sûriyeyê yê di 2011’an de dest pê kir, kiribe. Sewsen Elî di nav şert û mercên şer de pîşeya rojnamegeriyê fêr bû û koçberiya piştî dagirkirina Serêkaniyê di sala 2019’an de jî bi xwe tecrûbe kir.”
Sewsen Eli ya bi hempîşeya xwe Meryem Reşo re bernameya “Hêviya Vegere” çêdike, jiyana jinên ku neçar mane koç bikin tîne ser ekranên JIN TV’yê.
Nûçeya Sewsen Elî me dibe kampên em pir caran ji bîr dikin û jinên di wan kampan de ji bo jiyanê têdikoşin. Zehra Hesen a di nûçeyê de hevpeyvîn pê re hatiye kirin, hîn jî mifteya xaniyê ew neçar maye li Serêkaniyê biterikîne hildigire û maç dike û ev yek konên kampê yên bê mifte tîne bîra me hemûyan; jinên mifteyên wan hene lê nikarin vegerin malên xwe.
Ji vegotina Zehra Hesen, em fêr dibin ew heft sal in hewl dide li vê kampê bijî. Lêbelê, kamp ne qadên jiyanê ne; ew qadên veguhêz in. Ji aliyê din ve, Zehra Hesen heft sal in di qadeke veguhêz de dijî, lê di bingehê de bê cih dijî. Ew di bêrîka xwe de hêviya ew ê rojekê vegere mala xwe ya rastîn û dîsa deriyê xwe veke, hildigire.
Sewsen Eli, bi rêya nûçeya xwe, careke din rastiya jiyana kampê, wêraniya ji ber jiyaneke dirêj ya kampê çêdibe û çîrokên jinên di nav vê hemû wêraniyê de hêviya xwe winda nakin, tîne bîra temaşevanan.”
XELATA RÛMETÊ
Têkoşîna xelkê Gimgim û Kanîreşê, ji bo parastina xweza, qadên jiyanê û pêşeroja xwe ya li dijî projeyên enerjiya jeotermal, bi mehan e berdewam dike.
Têkoşîna ku di 22’yê Çileyê de li Gimgimê dest pê kir, di 3’yê Gulanê de bi konê li gundê Xwarik hatibû danîn veguherî nobedariyê û gihîştiye roja xwe ya 155’an. Li gundê Licik ê Kanîreşê, 60 roj ji ser berxwedana çalak a li dijî hewldana sondajê ya şîrketê ku di 7’ê Tebaxê de dest pê kir, derbas bûn.
Xelata Rûmetê ya Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz ji bo vê têkoşîna kolektîf û rêxistinkirî ya parastina erd, av û qadên jiyanê hat dayîn.”

