Artêşa Malî û hêzên Africa Corps ên bi piştgiriya Rûsyayê bajarê Anefîs ê li bakurê welêt, car din bi dest xist. Piştî şer hem çavkaniyên leşkerî hem jî serbixweyên Tuareg piştrast kirin ku bajêr ketiye bin kontrola hêzên hikûmetê.
Hefteya borî Koma Destekkirina Îslam û Misilmanan (JNIM) a girêdayî El Qaîde û Eniya Rizgariyê ya Azavad (FLA) ku piranî ji Tuaregan pêk tê, ji bakur heta başûrê welêt êrîşên hemwext pêk anîn û Anefîs bi dest xistibûn.
Çavkaniyeke ji artêşa Malî, diyar kir ku konvoya takwiyeyê ya ji bajarê Gao bi rê ket, bi desteka hewayî gihişte Anefîsê û bi yekîneyên ku li bajêr di bin dorpêçê de mane re bû yek. Hat ragihandin ku endamên Africa Corps jî di beşekî girîng ê operasyonê de cih girtine.
Berdevkê FLA’yê Muhammed Elmaulud Ramadan jî daxuyanî da AFP’ê û diyar kir ku ji bo sivîl zirar nebînin, weke stratejîk ji bajêr vekişiyane. Ramadan anî ziman ku beşekî mezin ê hêzên di şer de cih girtine, ji Rûsan pêk tê.

