Serokê Giştî yê Yenî Partiyê Ozgur Ozel têkildarî qanûna çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya ku li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin helweste partiya eşkere kir.
Ozel bi lêv kir ku ew îro pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê diaxivin û wiha axivî: “Em îro mijara Kurd diaxivin. Mijara Kurd ne tenê mijara terorê, berdana çekan û ewlehiyê ye. Mijara Kurd mijara hemwelatiya wekhev, serdestbûna hiqûqê, siyaseta demokratîk û nûnertiya wekhev e. Ew mijar mijara 86 milyon a welatiyan e. Em xwediyê mîrateya avakirina komarê û temsîliyeta siyasete ne. Aştiya civakî ne li dijî dewleta uniter e lê berovajî wê temam kirina wê ye. Li ser tirsê dewlet nikarê be avakirin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê dewleta me xurt bike. Me tu carî bi berjewendiyên siyasî vê mijarê nenêrî. Em her tim li cihê rast sekinin. Dûh me çi got em îro jî wê dibêjin. Divê ew mijar li ber çavê milet bi awayekî siyasî be çareser kirin. Bi salan me ew yek parast.”
Di berdewama axaftina xwe de Ozgur Ozel destnîşan kir ku tevî sorkirinên desthilatê jî ew ji masayê ranebûn û wiha pê de çû: “Me piştgirî da rapora komîsyonê. Me di serî de jî got em ê piştgiriyê bidin û venêrînê bikin. Ji ber ku ew ji bo me regezek e. Em ne ew kesên ku li Dolmabahçeyê bi rahmetî Sirri Sureyya Onder re rûniştin û bûn piştgirê girtina wî ya girtîgehê. Ew pêvajo bi awayekî şênber nehat rêvebirin. Li pişt deriyan qanûnek hat amadekirin. Partiya ku herî zede bêje ku em xwediyê vê qanûnê ne, em in. Lê em mafê xwe naxin li pêşiya mafê aştiyê ya gel. Dema pêvajo berdewam dikir em rastî zextên mezin hatin. Em rastî êrişên mezin hatin. Lê tevî vê yekê jî em li hemberî aştiyê nabin asteng. Bi rojane ji bo em ji vê qanûnê re bêjin na, rexne û pêşniyar ji me tên kirin. Me ji bo çareseriyê me Yenî Partî ava kir.”
Ozel bal kişand ser rapora hevpar a komîsyonê ya ji bo demokratîkbûnê û wiha got: “Di rapora komîsyonê de bi cihanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) hebû. Berdana girtiyên siyasî hebû. Bi dawîkirina sepanên qeyiman hebû. Gavên demokratîk hebûn lê ew di vê qanûnê de cih negirtin. Hemû kes aştiyê dixwazin lê baweriyê ji desthilatê naynin. Erdogan demokratîk nebû û nabe. Ji bo wê em van ji desthilatê re nahêlin. Em li pêşiya aştiyê nasekinin. Armanca me çareseriya demokratîk e. Em aştiyê teslîmî berjewendiyên siyasî nakin. Têkoşîna rast niha dest pê dike. Têkoşîna demokrasiyê û hemwelatiya wekhev niha dest pê dike. Em li pişt îmzaya xwe ya ku me daye komîsyonê ne. Em ê şopdarê rapora komîsyonê ya berdana girtiyên siyasî, bi dawîkirina sepanên qeyûman bin. Em ê têkoşîna demokrasî û hemwelatiya wekhev bin. Em ê xwedî li aştiya ku desthilat jê direve derbikevin. Em ê vê qanûnê re bêjin erê.”
Rûniştina Desteya Giştî ya li ser qanûnê bi axaftinan berdewam dike.

