Piştî rêzehevdîtinên navbera Komîteya Penaberan a Serêkaniyê, Waliyê Hesekê û rayedarên hikûmeta demkî ji bo kesên bi zorê koçber bûne bi ewle vegerin malên xwe, koma yekem a ji nêzîkî 412 malbatan pêk dihat vegeriya malên xwe yên li Serêkaniyê.
Malbatên ku piştî ku gihîştin malên xwe rastî êrîşa hin kesan hatin. Li gorî dîmenên ji Serêkaniyê, komeke çekdar ku malên niştecihên resen desteser kiribûn êrîşî hin malbatên ku vedigeriyan kirin û wesayîtên wan wêran kirin.
Komîteya Penaberan a Serêkaniyê bang li gelê Hesekê û Qamişlo kir ku ji bo piştgiriyê bidin gelê Serêkaniyê û êrîşan şermezar bikin saet di 17.00’an de kolanan dakevin kolanan
Komîteyê banga parastina gelê Serêkaniyê, hesab pirsîna ji êrîşkaran û malbatên bi zorê koçber bûne bi ewle vegerin malên xwe kir.

