Li Kolombiyayê hikûmeta nû ya rastgir a biryar da ku serweriya Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas bike. Wezareta Karûbarên Derve ya Kolombiyayê, daxuyand ku wan serweriya Îsraîlê ya li ser vê herêmê û “mafê wê yê parastina xwe ya li hemberî gefên ji derve” nas kiriye.
Îsraîlê beşekî mezin ê girên Golanê ku xaka Sûriyeyê ne, di şerê 6 rojên ê sala 1967’an de desteserkiribû û di sala 1981’ê de jî dagirkeriya xwe ya li herêmê bi rengekî yekalî ragihandibû. Dagirkeriya Îsraîlê ji aliyê civaka navneteweyî ve nayê qebûlkirin.
DYE di sala 2019’an de bibû yekem welatê ku serweriya Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kiribû. Piştî Washingtonê bi vê biryarê re Kolombiya bû duyemîn welatê ku vê helwestê dipejirîne.
JI ÎSRAÎLÊ SPASÎ
Wezîrê Karûbarên Derve yên Îsraîlê Gideon Saar, ew biryar bi dilxweşî pêşwazî kir, spas kir û Serokdewletê nû yê Kolombiyayê Abelardo de la Espriella wekî “dostê xwe ê baş” pênase kir. Saar tevlî merasîma sondxwarinê ya de la Espriella ya ku roja Înê hatibû lidarxistin jî bibû.
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) jî girên Golanê hêj wekî xaka Sûriyeyê ya di bin dagirkeriya Îsraîlê de dibîne.
DI TÊKILIYÊN KOLOMBIYA Û ÎSRAÎLÊ DE QONAXEKE NÛ
De la Espriella di dema kampanya hilbijartinê de soza xurtkirina têkiliyên bi Îsraîl û DYE’yê re dabû. Hikûmeta nû her wiha plana xwe ya barkirina sefîrê Kolombiyayê ya li Îsraîlê ji Tel Avîvê ber bi Qudsê ve û ji nû ve avakirina têkiliyên dîplomatîk yên ku di dema Serokdewletê berê ê çepgir Gustavo Petro de hatibûn birîn, eşkere kiribû.
Rêveberiya nû ya Kolombiyayê piştgiriya Serokê DYE’yê Donald Trump jî girtiye. Biryara li ser girên Golanê, wekî yek ji gavên girîng ên polîtîkaya Bogotayê ya xurtkirina têkiliyên bi Washington û Tel Avîvê re tê nirxandin.

