Dadgehek li Sûriyeyê ji ber sûcê şer û sûcên li dijî mirovahiyê cezayê darvekirinê li Serokdewletê hilweşandî yê Sûriyeyê Beşar Esad birî.
Biryar di çarçoveya darizandinên destpêkê yên têkildarî payebilindên rêveberiya berê hate dayin.
Esad di Kanûna 2024’an de piştî ku Şam ji dest da li gel malbata xwe reviyabû Rûsyayê. Ji ber ku Esad di rûniştinê de ne amade bû cezayê giyabî hate dayin.
Rêveberiya demkî ya li Sûriyeyê her wiha cezayê darvekirinê li Atif Necîb jî birî ku di dema Esad de berpirsyarê yekîneya ewlekariya siyasî ya li bajarê Derayê bû. Necîb di rûniştina biryarê de amade bû.

