Şefê îstîxbarata leşkerî ya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (LNA) ya li rojhilatê Lîbyayê Tûggeneral Fewzî Mansûrî êvara Duşemê li Bîngaziyê di encama êrişeke bombeyî de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî du çavkaniyên ewlekariyê yên ji Reutersê re axivîn, li wesayita Mansûrî ya li ber mala wî ya li herêma Hawarî teqemenî hate bicihkirin. Di encama teqînê de MansûrÎ bi giranî birîndar bû û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye. Li ser cûreyê teqemeniya hate bikaranîn û şêweyê êrişê agahiyên berfireh nehatin parvekirin.

