Çarşem, 19 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Komîsyon divê demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren Keskîn: Ev cînayet e, raporên ATK’ê amûra polîtîkaya necezakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Yekane krîtera rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon di 21’ê Mijdarê de bi rojeva serdana Rêber Apo bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel, gotinên serokatiya MHP’ê û helwesta AKP’ê ji hev cuda dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îlham Ehmed: Divê mejî biguhere, mafên gelên Sûriyeyê bêne dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ebdî: Pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo da destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK’ê li Hewlêrê heyeta DEM Partiyê pêşwazî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG NRÇ: Cihê xwe di dîrokê de girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarên cuda ên Rojhilatê Kurdistanê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Bi rêxistin û xweparastinê em ê bi ser kevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê semînera 25’ê Mijdarê: Felsefeya azadiyê tundiyê kêm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê: ‘Em ê bi hev re tundiyê rawestînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kûtlû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Eren: Azadiya Abdullah Ocalan gelek girîng e
Rojane

Eren: Azadiya Abdullah Ocalan gelek girîng e

Parlementerê Amedê Serhat Eren, anî ziman ku azadiya Rêber Apo di asteke krîtîk de girîng e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya civakî bibe pêngavek diyarker.

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku divê standartên hiqûqê yên navneteweyî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê bi cih anîn. Eren, diyar kir ku misogerkirina azadiya Rêber Apo ji bo pirsgirêka Kurd û aramiya herêmê wê bibe gaveke girîng.

Eren, diyar kir ku Rêber Apo ji aliyê dîrokî û siyasî ve di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî roleke sereke ye û destnîşan kir ku ew di heman demê de ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û aramiya herêmê aktorekî stratejîk e.   

Serhat Eren, bibîr xist ku Rêber Apo ji aliyê tevahiya Kurdên li her çar aliyê cîhanê ve weke îrade tê qebûlkirin û wiha got, “Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan, ji bo pêvajo bi lez, bi bandor û saxlem bi rêve biçe û li beşên mezin ên civakê bawerî û hêvî were avakirin, di asteke krîtîk e de ye. Ji ezmûnên berê jî diyar dibe di nava şert û mercên tecrîdê ku mafên herî bingehîn ên hiqûqî û însanî û ‘mafê hêviyê’ binpê dike, pêvajoyeke saxlem nayê rêvebirin. Ji nîqaşên mîna çareserî, pêvajo ango tiştek din wêdetir divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin.”

Eren, anî ziman ku di vê çarçoveyê de gava awil a ku divê were avêtin ew e ku hiqûq li gorî pîvanên navneteweyî pêkanîne û wiha domand, “Divê tecrîda li Îmraliyê were rakirin û hevdîtinên malbat û parêzeran bi temamî bêyî astengî, bên pêkanîn. Ya duyemîn jî, di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de, li ber ronahiya biryarên DMME û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, azadiya fîzîkî ku mafekî hiqûqî û însanî ye û dema wê hatiye, divê bê misogerkirin.”

Eren, diyar kir ku Rêber Apo bi awayekî zelal gotiye ‘Ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkî me ku dikarim vê pêvajoyê şer û pevçûnê veguherînim zemînek siyasî û hiqûqî.’ Eren, anî ziman ku di salên 2013-2015’an de wan samîmiyet, biryardarî û bandora Rêber Apo ya li ser vê mijarê bi awayekî herî zelal di nava civakê de dîtine û şahidi jê re kirine.

Eren, bilêv kir ku divê hemû girtiyên siyasî bên berdan û got, “Ger çareseriyek rast were pêş, ger pirsgirêka Kurd bi hemû sedemên xwe ve were çareser kirin, divê azadiya hemû girtiyên siyasî pêk were. Îro bi hezaran kes ji ber ku di çarçoveya îdeolojiya Tevgera Azadiya Kurd de têkoşîna siyasî dimeşînin tên darizandin û di girtîgehan de tên girtin. Mînaka vê ya herî baş jî Doza Kobanê ye.”

Serhat Eren, destnîşan kir ku meseleya Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye û wiha axivî, “Ji bo ev pêvajo bi ser bikeve, divê beriya her tiştî di civakê de çanda diyalog û mutabaqatê bê pêşxistin. Girîng e ku derdorên cuda yên siyasî, hêzên demokratîk û civaka sivîl di vê mijarê de cih bigirin. Divê saziyên siyasî yên li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd ne weke pirsgirêka ewlehiyê, weke pirsgirêka demokratîkbûyîn û mafên mirovan binirxînin. Azadiya birêz Ocalan ne daxwaza kesekî tenê ye, lêgerîna tevahiya Tirkiyeyê ya ji bo aştî û demokrasiyê ye.”

Eren, da zanîn ku Rêber Apo ji bo çareseriyê aktorê herî sereke ye û wiha domand, “Tesbîtên Birêz Ocalan ji bo aştiya herêmê girîng in. Pêwîstiya me hemûyan bi vê yekê heye. Birêz Ocalan bi tevahî ji pêvajoyê re amade ye, lê dewlet û siyaset çiqasî ji vê pêvajoyê re amade ye wê di pratîkê de derkeve holê.” 

Eren, da xuyakirin ku êrîşên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî Rojava siberoja tevahiya gelên li wir dixe xeteriyê û got, “Bê gûman her bûyereke ku di vê demê de pêk tê, têkiliyeke wê ya dîrokî heye. Pêşketinên heyî çareseriya vê pêvajoyê ferz dike. Êrîşên li hemberî Rojava û komkujiyên li hemberî sivîlan, tabloyeke ku ne tenê gelê Kurd di heman demê de siberoja hemû gelên li herêmê tehdît dike, diafirîne. Pêkanîna pêşniyarên Birêz Ocalan ên ji bo diyalog û çareseriyê, dibe ku firsendekê bi xwe re bîne ku dawî li polîtîkayên bi vî rengî yên êrîşkar bîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Wezîrên Karên Derve yên Elmanya û Fransayê li Şamê ne
Nûçeya Pişt re Artêşa Tirk a dagirker bi SÎHA’yê bombe li Avahiya Şaredariyê barand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîdê QSD’ê Şervan Qamişlo spartin axê

Endamê Hêzên Komandos ên QSD’ê Şervan Qamişlo dema li ser wezîfeya xwe di qezaya trafîkê…

Ji aliyê Stêrk TV

Perspektîfa ku Rêber Apo şand Kongreya 12’emîn di Serxwebûnê de hate weşandin

Rojnameya Serxwebûnê temamiya perspektîfa Rêber Apo ku şandibû Kongreya 12'emîn a PKK'ê û belgeyên kongreyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Wezîrê Parastinê yê Iraqê serdana Şengalê kir

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabir Abbas îro serdana Odeya Operasyonan a Şengalê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Komîsyon divê demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Eren Keskîn: Ev cînayet e, raporên ATK’ê amûra polîtîkaya necezakirinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hêlîn Umît: Yekane krîtera rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?