Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), bi boneya 42’emîn salvegera Cejna Vejînê ya Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek belav kir. PJAK’ê got: “Kurd bi fedakarî û berxwedaneke bê hempa, bi dehan serhildanên bi heybet rêxistin kirin û bûn dîrokçêker. Tam 41 sal berê, bi rênîşandana Rêber Apo, bi fermandariya şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) û bi fedakariya zarokên riya xebata azadiya Kurdan, fîşeka yekem hat teqandin ku dengê azadiya wê îro jî deng vedivede.”
PJAK’ê diyar kir ku ji wî çaxî ve ew çiyayê ku biryar bû bibe goristana Kurdan, bi carekê re bû qada xebatê û sembola azadîxwaziyê; ew pêngava ku Fermandar Egîd da destpêkirin, ne tenê pêngaveke leşkerî bû, belku şoreşgeriyek li ser bingeha manîfestoya riya azadiya gelekî bû ku senaryoyên hêzên mezin ên cîhanî pûç kirin.
Berdewamiya daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:
“Di ser pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxa 1984’an re, ku serhildan û vejîna mezin a gelê Kurd bû li hemberî şer û siyasetên qirkirinê re, 41 sal derbas bûn. Di 42’emîn salvegera vê qehremaniya dîrokî de, ku hebûn û rûmeta gelê Kurd ê bindest ji navçûnê rizgar kir, em bîranîn û hezkirina hemû şehîdên vê rêbazê bilind radigirin.
Pêngava ku çend dehsalên borî li gundê Dihê yê ser bi navçeya Eruhê ya Bakurê Kurdistanê ve bi pêşengiya Fermandê Egîd (Mahsûm Korkmaz) destpê kir, xebata bênavber a gelê Kurd ê bindest nêzîkî qonaxa azadiya tam kiriye.
Ev pêngava ku li dijî Komara Tirkiyeyê ya bi sed salan sitemkarî li dijî gelan û bi taybetî li dijî gelê Kurd dikir dest pê kir, her çar parçeyên Kurdistanê vegirt.
Rejîma faşîst a Tirkiyeyê di dawiya berxwedana Agirî de, bi belavkirina nexşeya kêla gorekê li ser lûtkeya Çiyayê Agirî ku bibû sembola xweragirtin û xebata gelê Kurd, li ser kêla wê gorê nivîsandibû; ‘Kurdistana xeyalî li vir hatiye veşartin’.
Ev di demekê de bû ku dewlet-neteweyekê bi nûbûna ji dayikbûna xwe, pêvajoya qirkirina tirsokî ya li dijî Kurdan dabû destpêkirin. Di vê sed sal û nîv de dest avêt bi dehan komkujî, ji navbirina gundan, jîngeh û koçberkirina bi zorê ya Kurdan û civaka navdewletî jî li beramberî vê bêdeng bû, lê belê gelê Kurd bixwe ti carî ev yek qebûl nekir. Ew tiştê ku di navbera Kurdan de li hemberî pêlên faşîzma komkuj destpê kir, xebateke azadîxwazane bû ku riya azadiya gelên bindest ên Rojhilata Navîn diyar kiriye.
Guman tê de nîne ku Peymana Lozanê û komkujiyên wekî Dêrsim, Enfal û Helebceyê hemû di wî pênavî de hatin kirin. Kurd bi fedakarî û berxwedaneke bêhempa, bi dehan serhildanên bi heybet rêxistin kirin û bûn dîrokçêker. Tam 42 sal berê, bi rênîşandana Rêber Apo, bi fermandariya şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) û bi fedakariya zarokên riya xebata azadiya Kurdan, fîşeka yekem hat teqandin ku dengê azadiya wê îro jî deng vedivede.
Vê pêngavê lerzîn xist nava dilê faşîzmê, di wextê ku desthilatdariya neteweperast a Tirkiyeyê xeyala wê ji tunekirina Kurdan rehet bibû, pêngava 15’ê Tebaxê bû hişyarbûnek ji bo tevahiya faşîstan ku li her çar parçeyên Kurdistanê gelê me dikişandin nava xwîn û xweliyê.
Vê pêngavê, dîmenek di dîrokê de berhem anî ku bi şêwazekî Kurd li ser dikê derxistin pêş û li ber çavên cîhanê hewar kir ku xebata ji bo azadiyê her dem bi spartina bi hîvî û daxwazên ciwan destûrdayî ye. Vê fîşekê bi teqîneke tije hewar, bêdengiya navdewletî û ya hêzên mezin têk şikand ku Lozanên wan ji bo ji dayikbûna dewlet-neteweyên qirker ên Tirkiye û herêmê rêxistin kiribûn û ew rûbirûyî rûdaneke mezin a dijwar kirin.
Ji wî çaxî ve, ew çiyayê ku biryar bû bibe goristana Kurdan, bi carekê re bû qada xebatê û sembola azadîxwaziyê; ew pêngava ku Fermandê Egîd da destpêkirin, ne tenê pêngaveke leşkerî bû, belku şoreşgeriyek bû li ser bingeha manîfestoya riya azadiya gelekî ku senaryoyên hêzên mezin ên cîhanî pûç dikirin.
15’ê Tebaxê di rastiyê de xêza pûçkirinê bi ser senaryoya dabeşkirina Kurdistanê ya ji bo çar parçeyan de kişand û riya “Berxwedan Jiyane” da destpêkirin. Îro jî bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re bi awayekî bixwebawer berdewam dike.
Pêngava Tevgera Azadîxwaz a Kurdan bûye bingeha sereke ya gelên Rojhilata Navîn û sembola xweragirtina wan. Duh Rêber Apo xebata sîstematîk wekî riya vejîna gelekî da destpêkirin, lê belê îro em bandor û rengvedana wê di asta navdewletî û enternasyonal de dibînin. Bi vî şêwazî, pêvajoya qirkirin û asîmîlasyonê rûbirûyî şikestinên berdewam bû û Rojhilata Navîn jî ji van destkeftiyan sûdmend bû.
Pêngava 15’ê Tebaxê îro di asteke bilindtir de, mizgînîdara civakeke demokratîk û neteweya demokratîke ku di dirêjahiya bi dehan salên xebata berdewam de pêk hatiye. Ev ne tenê vejîna neteweyekê ye, belku vejîna jinane bi tevahiya hêza wan ve. Jin hêza pêşeng a şoreşa azadiya Kurdanin û rengvedana vê yekê di civaka cîhanî de bi eşkereyî diyare. Ji ber wê yekê, cîhanîbûna pirsgrêka Kurd û xebata jinan, encama raste rast ya pêngava 15’ê Tebaxê ye.
Îro beriya her kesî Rojhilatê Kurdistanê bi berdewamiya hêviya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re, beşeke ji heman destkeftiyên wê pêngavê. Ev şoreş bi şêwazê xebateke demokratîk derketiye holê û pêlên wê yên berdewam civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê vegirtiye û dê di demeke nêzîk de berhem bide.
Îran û Kurd di riyekê de cih girtine ku şoreşa berdewam a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê li hemberî projeya emperyalîzma cîhanî û neteweperestiya Îranî bibe biryarder.
Di demekê de ku em ber bi sala 42’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê ve diçin, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi rêberiya Rêber Apo, rastiyeke mezintir ji her demê ji bo wê pêngavê îsbat kiriye.
Tenê riya wefaderiyê ji bo şehîdên van çend dehsalên xebata bê rawestan a tevgera Apoyî ya li her çar parçeyên Kurdistanê; yekîtî û yekbûna gelê me û gerîla ya di pişt Rêber Apo de ye. Her wiha hebûna gotar, rê û asoyeke hevbeş a di rûbirûbûna li gel dewlet-neteweyan de ku heta niha jî li her çar parçeyên Kurdistanê berdewamiyê didin hebûna xwe ye. Ev pêvajoya aştiyê bi wê rûyê ye ku îro 15’ê Tebaxê berhem dide û ti riyek ji bilî azadiyê ji bo Kurdan nayê xeyalkirin.
Em wekî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), bi hêviya ji xebata dîrokî ya Rêber Apo, fedakariya hêza gerîla û xwebexşiya gelê me, hêvîdarin ku piştî bi dehan salan di bin sîbera xwîna şehîdan, sebir û xweragirtina malbatên wan de, Cejna Vejîna Kurdan û cejna azadiyê di roja me ya îro de bibin yek.
Karwanê ku 42 sal berê riya çareseriya pirsgrêka Kurd da destpêkirin, îro bi şêwazê herî bihêz û bi tevlêbûna gelê me yê azadîxwaz her wiha di riya rast de dimeşe. Ji ber wê divê em bi bilindkirina asta xebata xwe pêşwaziya vî karwanî bikin.
Mîrata pêngava 15’ê Tebaxê; îro çareseriya demokratîk a pirsgrêka Kurd û pêkanîna aştiyê ya li ser bingeha demokrasî û civaka azade. Gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê îro di vê riyê de cih girtiye û neçarî azadiyê ye.”

