Rêvebera Têkiliyên Derve ya saziyê Dominique Hyde, destnîşan kir ku birîna butçeyê dibe ku ji astekê pê ve pergalên parastinê bi tevahî bêfonksiyon bike û got ku bi taybetî komên herî bêparastin di bin xetereyê de ne.
Li gorî daneyên saziyê, çavkaniyên ku saziyê bi kar anîne, ji ber kêmkirina alîkariyan di sala 2024’an de ji 5,2 milyar dolarî ji bo sala 2025’an daket 3,9 milyar dolarî. Heta dawiya Tîrmeha sala 2026’an jî saziyê tenê ji sedî 32’yê ew 8,5 milyar dolarê ku di nava salê de pêdiviya wê pê heye peyda kiriye.
Bandora kêmbûna budçeyê li welatên cuda tê dîtin. Li Çadê di tomarkirina 319 hezar koçberî de derengketin çêdibin; xetere heye ku nêzî 200 hezar jin ji qadên ewle û bernameyên pêşîgirtina tundiyê bêpar bimînin. Tê diyar kirin ku nêzî 233 hezar zarok jî dibe ku ji xizmetên parastinê bêpar bimînin.
Hişyarî hat kirin ku li Sûdanê dibe ku gihîştina qurbaniyên tundiya zayendî û zarokên di bin xetereya mezin de ya ji bo xizmetên sereke yên parastinê bê birîn. Li Iraqê jî xetere heye ku nêzî 350 hezar koçber û penaber derfetên beşdarbûna di jiyana aborî de ji dest bidin.
Saziyê, her wiha ragihand ku heke budçeya zêde neyê peydakirin, li Sûriyeyê 162 hezar û 500 kesên ji warên xwe bûne û koçberên vegeryane welatê xwe nikarin alîkariya diravî wergirin.
Hat eşkerekirin ku li Efganistanê jî ji destpêka sala 2026’an vir ve tenê 175 malbat ji piştgiriya entegrasyonê sûd wergirtine, di heman demê de ev hejmar di sala 2024’an de 5 hezar û 300 malbat bû.
Saziyê, da xuyakirin ku kêmbûna budçeyê ya heyî rasterast bandorê li xebatên sereke yên parastinê dike û ji bo piştgiriya lezgîn bang li bexşîner û hevkarên navneteweyî kir.

