Merasîm ji aliyê rêxistinên bajêr û navçeyan ên DEM Partiyê ve li cihê komkujiyê hate lidarxistin û xizmên cangoriyan, şahidên komkujiyê, Dayikên Aşitiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.
Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn di merasîmê de axivî, diyar kir ku di gel ku bi ser de 33 sal derbas bûne jî êşa wê hê jî berdewam dike û berpirsên bûyerê hesap nedane.
Yilmaz Hûn di dewama axaftina xwe de îfade kir ku rêveberên wê serdemê hewl dan ku bûyerê veşêrin û da zanîn ku di lêpirsîna piştî salên dirêj hate vekirin de 8 polîsên tîmên taybet li şûna werin cezakirin, hatine terfîkirin.
Yilmaz Hûn piştre anî ziman ku di çarçoveya Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de divê rûbirûbûna bi komkujiyan re pêk were, ji bo lêkolînkirina komkujiyên li ser gelê Kurd komîsyoneke bêalî were avakirin û bang li dewletê kir ku bi sûcên berê re rûbirû bibe.
Yilmaz Hûn di dawiyê de ev yek anîn ziman: ‘’Aşitî bi gelan re dibe, li gel lêborînxwestina ji gelan pêk tê. Bes ne tenê li Dîgor; divê bûyerên Sêwas, Roboskî, Dêrsim, Zîlan, Agirî, Mereş û bûterên Gaziyê, heya 7 xwendekarên TÎP’î ên li Zanîngeha Stenbolê hatin qetilkirin û rewşenbîran dewlet hemû sûcên beriya niha kirin, lêkolîn bike.’’
Merasîm li gel xwendina navên kesên ku di komkujiyê de hatin qetlkirin û bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.

