Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, derbarê êrîşên duh ên li ser Hewlêrê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Êrîşên droneyan ên Komara Îslamî ya Îranê ya li ser Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî û saziyên din ên Herêma Kurdistanê, dijminatî û binpêkirina prensîbên cîrantî û nexwestina herêmê ya ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve nîşan dide. Ev reftarên dijminane li dijî Herêma Kurdistanê gihîştine asteke din, bi taybetî li dijî saziyên leşkerî û hewlên hikûmeta herêmê ya ji bo avakirina sîstema parastinê. Bajarê Silêmaniyê bi awayekî hovîtî û bê sedem rû bi rûyê êrîşên mûşekî û dronên Îranê bûye.
Herêma Kurdistanê di dema şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de rû bi rûyê zêdetirî 1000 êrîşên bi vî rengî bûye ku nîvê van êrîşan rasterast li ser bingeh, baregeh û navendên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û cihên niştecihbûna endam û malbatên wan bûye. Êrîşên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê di demekê de ne ku Herêma Kurdistanê ji destpêka vî şerî de helwesteke bê alî ragihandiye û neketiye bin bandora daxwazên Îranê.
Ev yek îspat dike ku rastiya dijminatî û şerfiroşiya li dijî Kurdan, li dijî hebûn, nasname û îradeya xwerêveberiya Kurdistanê ya li herêmê ye; ev bixwe siyaseta bingehîn a Komara Îslamî ye.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê, saziyên hikûmetî, hizbî û sivîl bi tundî şermezar dike û piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê tîne ziman. Her wiha di warê qanûnî de, wekî binpêkirineke eşkere ya li ser serweriya xaka Iraqê, daxwazê ji dewleta Iraqê dike ku helwesteke guncaw û tund nîşan bide.
Ezmûnê îspat kiriye ku bêdengbûna li hemberî reftarên dijminane ên Îranê û danûstandina bi vî rengî, rê li ber zêdebûna gef û destdirêjiyên zêdetir ên Îranê vedike da ku zêdetir destwerdanê bike.’’

