Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hat destpêkirin bi qanûna çarçoveyê ya ku di meclisê derbas bû re kete qonaxeke nû. Tevî gelek kêmasiyên wê hene jî, ji ber yekemîn de, ji hêla mutaxaban be wekî gaveke hat nirxandin.
Siyasetmedarê Kurd Îdrîs Balukenê ku li sirgûnê ye, Qanûna Çarçoveyê û pêvajoya piştî wê ji ajansa me re nirxand.
Baluken diyar kir ku divê qanûna çarçoveyê wekî qenciyeke dewletê neyê dîtin û got, “Divê wekî encamek têkoşîna gelê Kurd a ku zêdetirî sedsalek dom kiriye were dîtin. Divê dîsa bê teqezkirin ku ev qanûn ne çareseriyek dawî ye; ev destpêka serdemeke ku pirsgirêka sedsalî bi rêbazên demokratîk were çareserkirin e.”
‘ŞERTÊN XEBATÊ YÊN BIRÊZ OCALAN YEK JI SERNAVÊN STRATEJÎK IN’
Baluken anî ziman ku divê ji niha û pê ve muxatabê hiqûqî yê muzakereyê were destnîşankirin û wiha berdewam kir:
“Pêvajoya ji niha û pê ve ne tenê qanûn têkeve meriyetê, bi sazûmankirina muzakereyan wê watedar bibe. Beriya her tiştî, divê statuya hiqûqî ya muxatabên muzakereyê bi zelalî were pênasekirin. Yek ji kêmasiyên herî girîng ên pêvajoyên berê ew bû ku muzakere bi giranî girêdayî îradeya siyasî û bê mîsogeriya hiqûqî hat meşandin.
Şert û mercên muzakere û xebatê yên Birêz Ocalan ne teknîkî, yek ji sernavên stratejîk ên çareseriyê ye. Di vê çarçoveyê de, divê şert û mercên muzakere û xebatê yên Birêz Ocalan li gorî hiqûqa navneteweyî û rêgezên siyaseta demokratîk ji nû ve were sererastkirin. Bi vê re divê kanalên têkilîdanînê, şandeyeke teknîkî û ji mekanîzmayên ji bo kontrolkirina pêvajoyê bên avakirin. Ev yek gelekî girîng e. Her wiha berfirehkirina qada siyaseta demokratîk û xurtkirina azadiya derbirînê û rêxistinbûnê jî girîng in.
Divê bi reforman demokrasiya herêmî pêş bixe, qanûna cezayê û Qanûna Têkoşîna bi Terorê re biryarên Dadgeha Destûrî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin bicihanîn. Qanûna çarçoveyê di esasê xwe de zemîna qanûnî ku pêşiya çareseriya demokratîk veke ye.”
‘KURDÊN LI EWROPAYÊ KESÊN KU ÇARESERIYA DEMOKRATÎK DIXWAZIN IN’
Baluken destnîşan kir ku li Ewropayê baldariyeke xweşbîn heye û anî ziman ku gel dixwaze gavên şênber werin avêtin û wiha pê de çû:
“Nêzîkatiya Kurdên li Ewropayê baldariyeke xweşbîn e. Ji ber ezmûnên berê, kes tenê li ser daxuyaniyan xweşbîn nabin; li benda gavên şênber in.
Kurdên li Ewropayê yek ji wan komên civakî ne ku herî zêde pêşxistina çareseriyek demokratîk û aştiyane dixwazin. Ji ber ku çareseriyek gengaz wê rê li ber vegera bi hezaran mirovên ku bi salan e ji ber sedemên siyasî û qanûnî li sirgûnê ne veke. Her wiha wê pêşiya krîmînalîzekirina çalakiyên demokratîk û siyasî li Ewropayê bigire.
Beşek fireh dibêjin ku divê encamên pêvajoyê ne bi hikûmetê ecel dikin re, bi gavên demokratîk ên şênber werin nirxandin.”
Baluken axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêvajoya ku em îro dijîn divê di nav vê perspektîfa dîrokî de jî were nirxandin. Bêyî ku dev ji armancên stratejîk werin berdan, karibin rêbazan biguherînin, derfetên siyaseta demokratîk mezin bikin û destketiyên civakî biparêzin, ev ne teslîmbûnê e; ew nîşaneya ji baweriya siyasî û aqlê stratejîk e.
Ya esasî ew e ku mirov bikaribe vê gava yekem aştiyeke mayînde ava bike û bi reformên nû mafên demokratîk ên rewa yên gelê Kurd misoger bike.”

